Şahiya Serhivde bi dawî bû 2026-03-29 20:16:35     AMED- Li gundê Emerka yê navçaya Farqînê weke her sal Şahiya Serhivdeyê ku tê lidarxistin, di roja sêyemîn de bi bernameya dîwana dengbêjan bi dawî bû.   Li gundê Emerka yê navçeya Farqînê ya Amedê Şahiya Serhivde (Şahiya Mirazan) hate lidarxistin. Şahiya îsal ji aliyê Şaredariya Farqînê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate lidarxistin. Îro jî dîsa hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nav de bi sedan welatî tev li Şahiya Serhivde bûn.   Her wiha bernameya ku sê roj in berdewam dikir îro bi Dîwana dengbêjan, bi kilam gotin û bi qesîdeyan berdewam kir. Şahî bi pêxistina findan û gerandina govendê bi dawî bû.