Di Fuara Pirtûkan a Amedê eleqeya ji bo weşanên Kurdî mezine 2025-10-22 19:09:28   AMED – Di 9’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê berhemên Kurdî eleqeyek mezin dîtin û fuar bû hevdîtina hilberîna çand û ziman.   9’emîn Fuara  Pirtûkan a Amedê bi hevkariya YEW-KURD, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilikê li Navenda Kongre û Fûarî ya Mezopotamyayî ya Navneteweyî di roja pêncemîn de didome. Di vê fûarê de dê 32 weşanxaneyên kurd û saziyên ziman û çanda kurdî jî cih digirin. Pêşengeha ku di 18’ê Cotmehê dest pê kir dê heta 26’ê Cotmehê bidome   Bi taybet weşandên Kurd eleqeyek mezin dibînin û di fuarê de têkoşîna di qada çand û ziman de tê dayîn derdieve pêş. Nivîksar û xwedevan tên gel hev û baldikişînin ser girîngiya wêjeya Kurdî.   Tevlibûna xwendekaran a fuarê balê dikşîne û bi taybet bi komî tevli dibin. Di standa MA Musîc de stranên tên gotin jî demên bi kêf dide jiyîn.   Konseya bajar a Amedê ku li fuarê stand vekir,  bi armanca pirsgirêkên bajar bên dîtin qutiya ‘gilîkirin û pêşniyaran’ avakir. Jinan eleqeyek mezin nîşanê qutiyê dan û daxwazên xwe anîn ziman.