Li Fuara Pirtûkan ji Gultan Kişanak peyama piştevaniyê 2024-12-07 16:53:42     AMED - Gultan Kişanak li Fuara Pirtûkan a Amedê  beşdarî gotûbêja Weşanên Dîpnotê bû û wiha bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: “Qedera Rojava di heman demê de qedera kurdên vê derê ye.”    8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ku bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Fuarvaniya TUYAP’ê tê lidarxistin, li Navenda Fuar û Kongreyan a Mezopotamyayê didome. Di roja 7’emîn a Fuarê de hinek gotûbêj û çalakî hatin lidarxistin. Gelek nivîskar, helbestvan, wêjevan û weşanxane tev li bûn. Weşanên Dîpnotê di fuarê de bi beşdariya Gultan Kişanakê gotûbêj li dar xist.    Gulten Kişanak têkildarî pirtûka xwe ya “Dozdar im” de axivî û wiha got: “Ev doz doza me tevan e. Li ser navê me tevan bûm dozdar. Li dijî kesên îradeya xelkê xesp dikin, pêşî li siyaseta demokratîk digirin, dixwazin pêşiya meşa azadiyê ya jinan bigirin, daxwaza çareseriya demokratîk a kurdan ‘terorîze’ dikin û vê weke sûc nîşan didin, ji bilî dozdariyê tu tiştek nîne mirov bike. Parastina me jî ji bo wê bû ku heqîqetê di dîrokê de bi cih bikin, tiştên kêm nîşan bidin, xeletiyan nîşan bidin û neheqiyan teşhîr bikin bû. Di doza kompasê ya Kobanê de helwesta me ‘ev kompas e, kompaseke li dijî aştî û hewldanên çareseriyê ye’ bû. Me xwest vê teşhîr bikin û parastinên xwe bi pirtûkekê di dîrokê de cih bikin. Armanca me, vegotina heqîqetê bû.”    Geşedanên li Rojava   Gulten Kişanak, bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Niha serdemeke nû dest pê kir, geşedanên nû hene. Dîrok bi cisaret û ferasetê tê nivîsandin. Lewma jî ji bo rewşa nû berpirsyartiyên me tevan hene. Geşedanên li Sûriye û Rojava vê nîşanî me didin; kurdan êdî di dika dîrokê de cihekî girîng girt. Geşedanên li Rojava rêya xelasiyê nîşanî me didin. Li Rojhilata Navîn ji bilî avakirina jiyaneke demokratîk, çareserî nîne. Di pratîka Rojava de xuyaye ku gelên me dikarin pêkvejiyanekê ava bikin. Di van 12 salan de bû tecrûbeyeke baş. Jiyaneke demokratîk, azadîxwaz û jiyana gelan esas digire dikare were avakirin.”    ‘Salên winda’   Gulten Kişanak, destnîşan kir ku heke li Rojava pêvajoyeke çareseriya siyasî dest pê bike, divê li Tirkiyeyê jî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd gav bên avêtin û wiha bi dawî kir: “Qedera Rojava di heman demê de qedera kurdên vê derê jî ye. Qedera kurdên vê derê qedera kurdên li Başûr jî ye. Li gorî min divê helwestên çêker pêş bikevin. Pêvajoya 2013-2014’an girîng bû. Ew pêvajo hate hebakirin. 10 salên derbasbûyî, ji bo aştî û çareseriyê salên hatine windakirin in. Lê em niha dikarin bi ser kevin.”    Gultan Kişanak piştî gotûbêjê li Weşanxaneya Dîpnotê pirtûka xwe ya “Dozdar im” îmze kir.    Fuar, bi eleqeyeke zêde ya beşdaran didome.