Strana Newroza îsal 'Newroz a Azadî' 2025-03-11 12:40:39     AMED - Ji bo Newroza îsal bê pîrozkirin rêza "Newroz a Azadî" ji aliyê hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ve hat çêkirin.   Îsal wê herî kêm li 89 navendan bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Civaka Demokratîk Newroz ji bo Azadiyê” bê pîrozkirin. Strana “Newroz a Azadî” ji aliyê hunermendên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ve hate çêkirin.   Strana Newrozê wiha ye:   "Newroz   Newrozê tu bi xêr hatî  Li ser ser û çavan hatî Agirê Kawayê Hesinkar Tu ji me re xelatî   Jin û Ciwan Zar û Zêç Tev ketine vê dîlanê Agirê Newrozê geş bû Li dora berxwedanê   Newrozê way tu hatî Wek gulek sor xelatî Kêf û şahî bi ter hatî Ronahî ji boy welatî   Mazlûma serî rakir  Ala azadiyê li ba kir Bû agirê newrozê Gelê Kurd tev şiyar kir   Rabûn ketine dîlanê  Zekîya û Rewşanê Serkêşên govendê ne Ronahî û Bêrîvanê   Newrozê way tu hatî Wek gulek sor xelatî Kêf û şahî bi ter hatî Ronahî ji boy Welatî   Dilopek av ket axê  Şîn kir tovê jiyanê Roja nû ji bo me hilat Bihara me xemiland   Vaye hilbû Roja me Tînê da Welatê me Li ba dibe ala me Mizgîniya hebûna me   Newrozê way tu hatî Wek gulek sor xelatî Kêf û şahî bi ter hatî Ronahî ji boy Welatî"