Hevdîtina Keda Jinan û Çandê bi dawî bû 2025-05-25 21:51:29   AMED-Hevdîtina ‘Keda Jinan û Çand Hunerê ya Amedê’ bi roja dawî de bi coş bidawî bû.    Hevdîtina ‘Keda Jinan û Çand Hunerê ya Amedê’ ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a amedê ve pêk hat bi coşeke mezin bidawî bû. Hevdîtina li Qada Şêx Seîd pêk hat di roja dawî de jinan standên xwe vekirin û tevil bernameyê bûn.   Di bernameyê de ‘atolyeyên kulîlk û mumê’ pêk hat û jinan berhemên xwe firotin. Hevdîtin bi konserê bidawî bû.  Welatiyandi konserê de ligel stranan govend gerandin.