Komxebata Ziman didome: Bi zarokên xwe re kurdî biaxifin 2025-10-15 15:55:17     WAN - Di rûniştina yekemîn û duyemîn a Komxebata Zimanê Kurdî de axaftvanan bal kişandin ser polîtîka û stratejiyên saziyan ên ji bo zimanê Kurdî. Axaftvanan destnîşan kirin ku divê hemû saziyên Kurdan xwedî polîtîka û stratejiyan be û hemû malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin da ku zimanê dayikê bijî.   Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” bi rûniştina yekemîn û duyemîn berdewam dike. Di rûniştina yekemîn de mijara “Di Tevgera Azadiyê û Neteweya Demokratîk de Zimanê Kurdî û Stratejiya Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” ji aliyê nûnerên partiyên siyasî Heval Dilbihar, Dogan Şenses, Aryen Ersayan û Hayrettîn Altûn ve hat pêşkêşkirin. Di rûniştina duyemîn de jî siyasetmedar Cemîle Turhalli, Cahît Kirkazak, Dîlan Guvenç, Gulşen Demîr û Mehmed Saît Toprak mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Siyaset û Rêveberiyên Xwecihkî” pêşkêş kirin.   Di rûniştinê de ewilî Hevbevdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê DEM Partiyê Heval Dilbihar axivî û bal kişand ser polîtîka û stratejiyên saziyan ên ji bo zimanê Kurdî û diyar kir ku divê hemû saziyên Kurdan xwedî polîtîka û stratejiyan be. Dû re Aryen Ersayan mafê axaftinê wergirt û behsa bandora jin û malbatê ya li ser zimanê dayikê kir. Aryen Ersayan, da zanîn ku divê hemû malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin da ku zimanê dayikê bijî. Li ser navê DBPê Hayrettîn Altûn bi zaraveya Kirmançkî axivî û têkiliya zaraveyên Kirmançkî û Kurmancî vegot. Hayrettîn Altûn, da zanîn ku heke mirov bala xwe baş bide fêmkirina her du zaraveyan gelek hêsane û divê kurmanc û kirmanc (dimil) bi hev re Kurdî biaxivin ne Tirkî.   Metna hevpar a axaftvanên rûniştina duyemîn ji hêla Gulşen Demîr ve hat xwendin. Gulşen Demîr got: “Dewletên serwer ji bo êrîşî li gel û civakekê bikin, êrîşî zimanê wan dikin û zimanê xwe li ser wan ferz dikin. Ev rewş jî bişaftinê an ku qetlîama spî derdixîne holê. Sazî û dezgehên weke zanîngeh, dibistan, nexweşxane, îbadetxane û hwd. gelek sazî ji aliyê dewletê ve ji bo polîtîkayên xwe yên bişaftinê tên birêxistinkirin. Bi polîtîkayên înkar û bişaftinê çand, ziman û hunera kurdan dixwazin ji holê rakin.”   Dîlan Guvenç jî stratejî û polîtîkayên siyaset û rêveberiyên xwecihkî vegot û da zanîn ku li bajarên Kurdan, rêveberiyên xwecihî ne tenê yekîneyeke îdarî ye di heman demê de qadeke berxwedana çandî û îdeolojîk e û got: “Li hemberî pergala dewletê ya navendîparêz û yekzimanî, modela rêveberiya xwecihî ya pirzimanî, beşdar û li ser peymana civakî, rê li ber îfadekirina azad a nasnameya gel vedike.”   Dîlan Guvençê stratejiya rêveberiyên xwecihkî wiha rêz kir:   * Ji bo jiyaneke wekhev û azad, pêwist e reveberiyên herêmî di hemû xebat û xizmetên xwe de, zimanên ku ji mafê perwerdehiyê bêpar mane û xetereya tunebûnê re rû bu rû ne xebatên pêşvebirin û xurtkirina van zimanan bimeşînin.   * Pêwist e li hemû saziyên reveberiyên xwecihî hesasiyetên gelê herêmê li ber çavan bên girtin   * Zarok siberoja civakê ne. Ji bo ku em karibin rê li ber pişaftina zarokan bigirin, pêwist e em li ser medyaya civakî listikên ku bala zarokan dikişînin yên wekî fîlmên karton, stranên zarokan li ser youtubê û hwd. bi Kurdî pêşkêşî zarokan bikin ku zarok Ji amûrên pişaftinê yên li ser medyaya civakî dûr bikevin.   * Pêwist e pirtûk û kovarên ku dersên ziman ên bi Kurmancî, Kirmanckî û zimanên din di wan de cih digirin û bala zarokan dikişînin werin çapkirin û li zarokan bên belavkirin.   * Divê niqaş, nirxandin û tespîtên ku di vê Komxebatê de hatine kirin, wekî pirtûkçe werin çapkirin û li gel û zarokan werin belavkirin.   * Di Hilbijartinên Xwecihî de ji bo hevserokên şaredariyan û endamên meclisên Şaredariyan, pêwist e pivan û krîtera sereke zanîna zimanê gelê herêmê be û her hilbijartî xwedî feraseta pêşxistin û pêşvebirina Zimanê Kurdî û zimanên din ên ku ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bêpar mane be.   * Ji bo Rêveberiyên Herêmî yên pirzimanî û serkeftî, pêwist e komîsyoneke pispor were avakirin, mînak û modelên li welatên demokratik ên “Di Rêveberiyên Xwecihî de Pirzimanî” lêkolînan bike, ji van mînak û modelan sûdê werbigire, bixe meriyete, di xebat û xizmetên Şaredariyan de pêşkêşî gel bên kirin.   * Ji bo pêşîlêgirtina hev nefêmkirina nava nîfşan (dapîr û bapîr, dayîk û bav, zarok û nevî) yan, ji bo ku civak ji heft heta heftê salî bibe xwedî hişmendiya Ziman, plansazî û bernameyên berfireh werin çêkirin.   * Entegrasyona avaniyeke pirzimanî û pirnasnameyî ya Konseyên Bajêr; divê li ser esasên temsîlkirina civatên xwedî ziman û çandên cuda û esasên demokratîk bên avakirin.   Piştî axaftinan, her du rûniştin jî bi pirs û bersivan berdewam kir.