'Di saziyên perwerdeyê de hişmendiya netew dewlet heye' 2025-10-16 09:04:15   Derya Ren   AMED - Mamosteya MED-DER'ê Dîlan Sevîşoglu, bal kişand ser nijarperestiya di saziyên ziman de tê kirin, Hevseroka Şaxa 2'yemîn a Amedê ya Egîtîm-Senê Duygu Ozbay jî got: “Ev polîtîka bingeha xwe ji netew dewletê digire.”   Polîtîkayên li hemberî zimanê Kurdî her ku diçe zede dibin û xwe bi rengekî din derdixin peş. Zêdebûna van polîtîkayan di saziyen perwedeyê de roj bi roj xwe hîn behtir dide der. Koleja TED’ê ya li Amedê, di çarçoveya “26’ê Îlonê Cejna Zimanê Tirkî” de çalakiyek li dar xist. Çalakî, ji bo zarokên temenê wan di navbera 7 û 13 salî de hat lidarxistin. Di çalakiyê de dovîzên pesnê Tirkî didin hatin bi zarokan dan hilgirtin. Di çalakiyê de fermana Karamanoglû Mehmet Beg ê Tirkî ferz dikir û ji bilî Tirkî hemû zimanên din qedexe dikir bi zarokekî dan xwendin. Di fermana Karamanoglû Mehmet Begê de wiha tê gotin: “Ji vir û şûnde li dîwanê, li dergahê, li çargahê û li Meclis û meydanan ji bilî Tirkî dê bi tu zimanan neyê axaftin.” Rêveberiya kolejê ev çalakî li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal parve kirin û piştî bertekan jî rakir. Bi vê bernameya nijadperest careke din, polîtîkayên li ser zimanê kurdî ên nijadperest hat rojevê.   Derbarê mijarê de mamosteya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Sevîşoglu û Hevseroka Şaxa 2'yemîn a Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê û Zanistê  (Egîtîm-Sen) a Amedê, Duygu Ozbay ji ajansa mere axivîn.   Bal kişandina pevajoyê   Dîlan Sevîşoglu, bal kişand ser neqebûlkirina zimanê Kurdî û wiha berdewam kir: “Neqebûlkirina ziman, neqebûlkirina netewan e. 100 sal zedetire li Tirkîye tê xwestin ku zimanê Kurdî bê tunekirin. Ev jî tê vê wateyê netewa xwe, li ser tinekirina neteweya me saz kiriye. Tunehesibandina zimanê Kurdî tê wateya tunehesibandina gelê Kurd. Li gel vê jî dewleta Tirk li hin platforman dibêje ‘zimanê Kurdî ne qedexe ye. Lê rastî ne wisa ye. Niha pevajoyek çareseriyê pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin  û ji bo vê jî gava yekem ew e ku divê zimanê Kurdî were qebûlkirin.”   ‘Di perwerdehiyê de wekhevî divê’   Dîlan Sevîşoglu, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi salan in zimanê Kurdî tê asîmîlekirin û gelê Kurd tune tê hesibandin. Heger bahsa astiyê tê kirin, divê di serî de zimanê Kurdî bê qebûlkirin û li hemû qadan bi awyê fermî bê bikaranîn. Ziman, çand û netew bi hev ve girêdayî ne. Dibê ku di alî xurtkirina saziyên ziman de herkes erka xwe bi cih bîne û xwe berpirsiyar bibîne.  Rol û rista saziyên ziman di vî warî de gelek girînge. Li Tirkiyê bi milyonan kurd hene û ji bo asîmîlekirina wan bi hezaran sazî û dezgehên dewletê hene. Li hemberi vê asîmîlasyonê kurs tene têr nakin. Divê divê zarokên kurd li hemû dibistanan bi awayekî fermî bi zimanê xwe bên perwerdekirin. Divê di warê perwerdehiyê de jî wekhevî hebe."   Duygu Ozbay jî bal kişand ser erîşen li hember zimanê Kurdî û ev tişt got: “Di bingeha erişen nijarperest de hişmendiya netew dewletê heye. Netew dewlet li ser zîhnîyeta tekakesî xwe dide ava kirin. Li tevahî cîhanê  li dora 7 hezar ziman hene. Lê belê li hemberî vê  li dora200  netew dewlet jî hene. Li hemberî 7 hezar ziman 200 netew dewlet ne mimkûn e. Netew dewlet di hişmendiya xwe ya serdest de yek ziman derdixe peş û hemû zimanên din tune dihesibîne.”   ‘Em alternatifan peşkeş dikin’   Duygu Ozbay bal kişand ser polîtikayên ji aliye netew dewletan ve tên ferz kirin û wiha got: “Dewlet dibeje alternatîf ji bo sîstema ku me ji bo perwedeyê amade kiriye tûne ye. Le bele ne wisa em  sîstemeke demokratîk a di perwedeyê de nîşanî wan didin. Di perwerdeyê de demokratîkbûyîn bi dayîna perwerdeya bi zimanê dayikê tê avakirin. Polîtikayên ku li ser newekheviyê hatine pêşxisitn divê ku bên guhertin. Sîstema kû niha li dibistanan heye zimanê şer û nefrtê pêşve dibe. Qadnên Perwedeyê qadên îdeolojîk in û dema em niha dinêrin netew dewlet xwe li van  qadan dide jiyîn. Her kû diçe neo-liberalîzîm li qadên perwerdeyê pêşve diçe.”