Amed mazûvaniya hunermendên cîhanê dike 2026-04-14 09:04:39    Rojda Aydin   AMED - Li ser axa Amedê, şano careke din di navbera gelan de dibe pirek. Di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, 17 welat bi temaya “Ji bo aştiyê diyalog” dicivin û li dijî şer, deng û rengê hunerê derdixin pêş.   Li ser axa Amedê, şano careke din dibe pira di navbera welatan de. Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) îsal 11’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi temaya “Ji bo aştiyê diyalog” li dar dixe û deriye ji hunerê re carekedin vedike. Di vê serdema ku dengê şer li her derê bilind dibe de, Amed dibe stargeha aştiyê û bi zimanê şanoyê peyva xwe ya dawîn dibêje. Mihrîcana ku di 22’yê Nîsanê de dest pê bike, dê heta 2’yê Gulanê berdewam bike. 17 welatên cuda ku dê bi lîstîkên xwe li Amedê amade bin.   Ji Koordînatora 11’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, Berfîn Emektar têkildarî mihrîcanê de axivî.   'Mihrîcana îsal di hêla navneteweyî de girîng e'    Berfîn Emektar, destnîşan kir ku ew ê mihrîcana 11’emîn ya îsal bi taybetî di hêla navneteweyî de xwedî li girîngiyek mezin e û got: “Mihrîcana Şanoyê ya Amedê di asta navneteweyî de em li dar dixin. Îsal wek bi tema û dirûşma ‘Ji bo aştiyê diyalog’ mihrîcana xwe li dar dixin. Ev jî bingehê xwe ji wir digire; em niha di pêvajoyekê de derbas dibin. Her wiha li Rojhilata Navîn li gelek welatan şer didome. Ji ber vê yekê ev mihrîcan ji bo me gelek girîng e. Ew gelên ku niha di nav şer de ne, em ê bînin Amedê û ji bo aştî û diyalogekê em ê wan gelan bi hev re bînin ligel hev. Em dixwazin têmasê bidin wan komên hunermend. Ji ber wê jî elbet navaroka wê îsal ji bo pir girîng e û navneteweyî ye. Gelek girîng e ku mazûvaniya mihrîcanekê navneteweyî bikin li Amedê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de.”   '17 welat dê tevlî bibin'   Berfîn Emekdar bi lêv kir ku ji ber mihrîcanê ew gelek kelecanîne ku ji gelek welatan dê kom bên û wiha pê de çû: “Em bêjin hema 17 welat dê tevlî bibin, yanî 33 welatan serî lê dan. Lê mixabin ji ber hin derfetan û ji ber demê neçarin ku em kêm bikin. Ji ber ku mihrîcana me dê 10 rojan bidome. 17 welat tevlî dê tevlî bibin û nêzî 21 pêşandan hene. Di heman demê de 4 semîner, 4 panel û lîstikên jinan jî di vê mihrîcanê de hene. Her wiha beşa jinan jî beşeke girîng e di vê mihrîcanê de. Çawa ku em di hemû mihrîcanên xwe de girîngiyê didin fikra jinê, îsal jî armanc û fikra jinê li bingeha vê mihrîcanê de jî cihê xwe digire.”   Ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê…   Berfîn Emektar destnîşan kir ku mihrîcan dê bi lîstika wan a bi navê "Mora Şîn" wek lîstika destpêkirinê (promîyer) di roja vekirinê  bê lîstin û domand, “Lîstika Mora Şîn çîrokeke li ser jineke kurd e. 50 kes li ser dikê ne û nêzî 40 kes jin in. Ew jî ji bo mihrîcanê cihê şanaziyê ye. Dê 17 welat tevlî mihrîcanê bibin. Filîstîn heye, her weha welatên mîna Sûriyeyê ku niha di nav şerekî dijwar de ne, Îran heye. Ev her sê welat di nav mihrîcana me de xwedî cihekî girîng in. Her wiha Ewropa jî heye; Îtalya, Danîmarka, Almanya û Îsvîçre jî tevlî bibin. Beşeke taybet ji Afrîkayê heye; Uganda, Zimbabwe û Nîjerya. Hêviya me ew e ku pirsgirêka vîzeyê dernekeve û em rengên Afrîkayê jî li vir bibînin.”     Mihrîcanê li kolanan jî belav bikin   Berfîn Emektar da zanîn ku ew ne bi tenê li ÇandAmedê her wiha li kolanan jî mihrîcanê belav bikin û wiha axivî: “Pêşendanên me dê Qada Kentê, Parka Koşuyoluyê, Parka Ben û Sen û her wiha li ber Dêra Ermeniyan bê lidarxistin. Di heman demê de Ermenîstan jî îsal wek mêvan dê tevlî mihrîcanê bibe. Sudî Erebîstan, Tûnis, Misir, Lîbya û ji Tirkiyeyê jî komên şanoyê tevlî dibin. Em bi kelecan û temaseke mezin li benda temaşevanan in ji bo mihrîcaneke rengîn.”   ‘Ji bo aştî û diyalogê bibe serdemeke nû’   Berfîn Emektar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê diyalogê bi hev re daynin û ji bo şanoya kurdî û dîplomasiya hunerî ev gav gelekî girîng e. Beşên akademiyê ya zanîngehên cîhanê jî îsal pir girîng e; nêzî 20 kes ji Zanîngeha Berlînê, xwendekar û mamoste, xwendekarên masterê dê tevlî mihrîcanê bibin. Sudan û Ukrayna jî di nav de ne. Ukrayna hem bi lîstika xwe hem jî bi akademî û atolyeyên xwe dê di mihrîcanê de bin. Ukrayna jî ji bo me gelek girîng e ji ber ku ew jî niha di nav şer de ne. Em bi kelecan in û em hêvî dikin ji bo şanoya kurd, ji bo aştî û diyalogê bibe serdemeke nû.”