Enstîtu û Amargî dê gotûbêja ‘Kurdnasiyê’ li dar bixin 2026-07-19 15:29:05   AMED - Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Komeleya Çand û Hunerê ya Amargî bi aweyekî hevkarî bi beşdariya Kurdolog Prof. Joanna Bochenska dê 21ê Tîrmehê gotûbêja “Kurdnasiyê” li dar dixin.   Bi hevkariya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Komeleya Çand û Hunerê ya Amargî gotûbêjek girîng tê lidarxistin. Her du sazî roja Sêşemê (21ê Tîrmehê) bi beşdariya Kurdolog Prof. Joanna Bochenska ya ji Zanîngeha Jagiellonê ya Polonyayê gotûbêja bi mijara “Kurdnasî; Pirên Zanistî û Çandî di Navbera Kurdistan û Cîhanê de” li dar dixin. Gotûbêj dê saet li 17:00an li avahiya Amargî ya li navçeya Sûrê were birêvebirin.   Endama Enstîtuyê Bêrîvan Matyar dê moderatiya gotûbêjê bike û Prof. Joanna Bochenska jî axêvera bernameyê ye. Hate zanîn ku zimanê gotûbêjê bi Kurmancî ye.   Armanca gotûbêjê ew e ku Kurdnasiya pirên zanistî