Ji bo tevlibûna konsera ciwanan bang 2026-08-06 10:54:02   ÊLIH - Ji bo konsera ku Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê di 10 Tebaxê de li dar bixe û Serhado û Kollektîfa Rîtmên Azad derkevin ser dikê, bang hat kirin.     Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê, dê bi dirûşma “Bi ruhê ciwanên komunalîst ber bi paşerojek azad ve” di 10’ê Tebaxê de saet di 19.00’an de li Dortyol Kavşagiyê konsera ciwanan li dar bixe. Di konserê de dê Serhado û Koma Kollektîfa Rîtmên Azad derkevin ser dikê.   Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê banga tevlibûnê kir û gel û ciwan vexwend konserê. Gulistan Sonukê ev tişt got: “Gelê me yê hêja, mizgîniyek me heye. Meclisa ciwanên me konserek li dar dixin. Werin em bi hev re li ruhê komunalîst xwedî derkevin; werin em bi hev re li çand û zimanê xwe xwedî derkevin.”