Teatra Jiyana Nû wê ji nû ve derkeve ser dîkê 2026-09-25 09:06:15   STENBOL - Teatra Jiyana Nû ku nêzî 30 salî ye kevneşopiya şanoya Kurd dimeşîne, piştî lîstika Bêrû şûnde tevî hemû astengî û navbera 7 salan şûnde hilberîna hunera xwe iddomîne. Lîstika nû ‘Rovî Ji çiyê xeyidiye’ 26’ê îlonê dê derkeve pêşberî temeşavenanên xwe.   Teatra Jiyana Nû ku di 1992’an de di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de hat avakirin û yek ji nûneriya kevneşopiya şanoya Kurd e, bi komediya polîtîk û mîzaha reş xebatên xwe li ser sahneyê dimeşîne.Piştî lîstika Bêrû ku rastî astengiyan hat û tevî demek dirêj tawîz neda û niha ji nû ve bi temaşevanên xwe re tê gel hev. Niha bi lîstika ‘Rovî ji çiyê xeyidiye’ di 26’ê tebaxê de bi hezkariyên re tê gel hev.   Lîstikvana Teatra Jiyana Nû Xanim Rojbîn Ozmen der barê girîngiya şanoyê, amadekariyên lîstika nû û hedefên dema pêş de axivî.   Xanim Rojbîn Ozmen da zanîn ku ji biçûkatiya xwe de şano eleqeya wê dikşîne û balkişand ser qedexekirina lîstika Bêrû  û wih aanî ziman: “Bi saya vê bi hebûna atolyeyên şanoya Kurdî agahdar bûm. Piştre min jî xwe ji bo şanoya Kurdî amade kir û hatim Stenbolê. Hevalên me jî berê bi gotina ‘Stranên me yên Kurdî hene çima şanoya me tune be?’ derketin rê. Şanoya Kurdî bi vê fikrê dest pê kir û bi demê re xwe heyî kir.”     Lîstika ‘Rovî ji Çiyê xeyidiye’ derdikeve pêşberî temaşevanan   Xanim Rojbîn Ozmen destnîşan kir ku şanoya Kurdî ji bo wê gelek girîng e û balkişand ser girîngiya ziman û hunerê û wiha domand: “Em hewl didin ziman û hunera xwe baş veguhezin ser dîkê. Ji ber vê hûnera Kurdî ji bo min pir bi nirx e.Ev 7 sal bû navberek mijara gotinêbû. Lê ji nû ve zindî bû. Me di vê pêvajoyê de got em çi bikin. Me xebata xwe ya nû ya bi navê ‘Rovî ji Çiyê xeydiye’ xebatên xwe xistin jiyanê.”     Ji bo şanoyê bang   Xanim Rojbîn Ozmen di dawiya axaftina xwe de ji bo lîska nû ya bi navê ‘Rovî ji Çiyê xeyidiye’ bang kir û got di 26’ê îlonê de saet di 13’an de wê lîstika xwe pêşkêş bikin û her kes vexwend temaşekirina lîstikê kir.