Mîhrîcana Belgefîlman a Amedê hat taloqkirin 2026-10-20 12:59:14   AMED - Komîteya Amadekar a 10'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Amedê diyar kir ku ew ji ber pirsgirêkên teknîkî û aborî festîvalê taloqî sala 2027'an kiriye.   Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Peyasê dê bi dirûşma “Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne” 10'emîn MîhrîcanaBelgefîlman a Amedê li dar bixista. Komîteya Amadekar a belgefîlman li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku wan festîvalê taloqî sala 2027'an kiriye.   Daxuyaniya komîteyê ya derbarê taloqkirinê de wiha ye: “Em wek Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê, bi salan e, sînemaya serbixwe, bîra gelan û vebêjiyên azad li hev dicivînin. Ji ber kêmasiyên teknîkî û aborî yên ku di pêvajoya amadekariyê de em rûbirû man, me biryar da ku em Festîvala FîlmAmedê ya ku me dê îsal a 10'emîn li dar bixista, taloqî sala 2027'an bikin. Bi hêviya ku em di sala 2027'an de, di festîvala xwe de careke din bên gel hev, em malavahiya tevahiya sînemager, kedkarên sînemayê, sazî, dildar û temaşevanên ku heta îro bi keda xwe, bi fîlmên xwe, bi gotinên xwe û bi hevgirtinê FîlmAmed mezin kirine, dikin.”