Nivîskarên jin: Li dijî talan û xespkirinê Mîhrîcana Mûnzûrê girîng e
- 09:06 31 Tîrmeh 2024
- Çand û Huner
Roza Metîna
DÊRSIM - Jinên tevlî 22’yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bûn diyar kirin ku ji bo parastina ziman, çand û xwezaya xwe çalakiyên bi vî rengî girîng in û wiha gotin:"Girîngiya vê mîhrîcanê yek jê jî balkişandina ser îradeya Gelê Kurd e. Ji ber ku bi qeyûman îradeya Gelê Kurd hat xespkirin. Niha li her bajarê Kurdistanê qirkirina xwezaya Kurdistanê pêk tê. Ji aliyekî daristan dişewite, ji aliyekî ceh, genim dişewitin. Li her derê Kurdistanê qirkirinek heye û ev yek jî tê binguhkirin. Loma li dijî talan û xespkirina îradeyê Mîhrîcana Mûnzûrê girîng e."
Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) li Dêrsimê piştî starta 22’yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi dirûşma “Em destûrê nadin xespkirina xweza û îradeya me” da şûnde mîhrîcanê di 25'ê Tîrmehê de dest pê kirê û di 28'ê Tîrmehê de bi bernameyên curbecur û bi dirûşma "Wê Dêrsim ji faşîzmê re bibe goristan" bi dawî bû. Her wiha peyama gerandina bi govendê ya li dijî faşîzmê jî hat dayin.
Di mîhrîcanê de belgefîlm, çalakiyên ji bo zarokan, bernameya xwendina helbestan, meş û dirûşmên jinan, konserên hatin dayin, panel û şanoyên hatin lidarxistin, balkişandina ser mijara tecrîdê û girîngiya pergala hevserokatiyê derketin pêş. Jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî mîhrîcanê bûn û dîsa pirsa “Gulistan Doku li ku derê ye” kirin. Her wiha jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li dijî qirkirina xwezaya Kurdistanê û xespkirina îradeya Gelê Kurd dengê xwe bilind kirin.
Helbestkar Fatêxan Taşli Tunç, Helbestkar Zînet Dînçer, Helbestkar Nûrcan Delîl, Helbestkar Bedrîye Topaç, Siyasetmedar û parêzvana mafê jin û zarokan Hamîde Akbayir ên ku tevlî 22’yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bûn, derbarê mîhrîcanê de nirxandin kirin.
‘Mîhrîcana Mûnzûrê ji ber çand û hunerî ye loma girîng e’
Helbestkar Fatêxan Taşli Tunç da zanîn mîhrîcana Mûnzûrê ji bo wan nivîskar û helbestkaran jî gelekî girîng e û wiha got:”Em jî wekî wêjekar tevli mîhrîcana Mûnzûrê bûn. Çima ev mîhrîcan ji bo me girîng e ? Ji ber mîhrîcaneke çand û hunerê ye. Berî qeyûm tayîn bibe dîsa sazî û dezgehên kurdan tevlî mîhrîcanê dibûn. Ji ber tayinkirina qeyûman demekê nehat lidarxistin. Em jî tevlî nedibûn. Lê belê îsal em ê jî tevlî bibên. Îsal gelek sazî, dezgeh û weşanxaneyên kurd jî tevlî dibên.”
‘Li dijî talan û xespkirina îradeyê Mîhrîcana Mûnzûrê girîng e’
Fatêxanê da zanîn balkişandina ser qirkirina xwezaya Gelê Kurd û balkişandina xespkirina îradeya Gelê Kurd girîng e û wiha pê de çû:”Girîngiya vê mîhrîcanê yek jê jî balkişandina ser îradeya Gelê Kurd e. Ji ber ku bi qeyûman îradeya Gelê Kurd hat xespkirin. Niha li her bajarê Kurdistanê qirkirina xwezaya Kurdistanê pêk tê. Ji aliyekî daristan dişewite, ji aliyekî ceh, genim dişewitin. Li her derê Kurdistanê qirkirinek heye û ev yek jî tê binguhkirin. Ev yek di rojeva Tirkiyeyê de namîne. Wekî mînak em bidin di şewata li aliyê Şemrex û Çinarê de 12 kesî jiyana xwe ji dest dan. Lê belê bi qasî maça sporê nehat rojevê. Loma ez wekî jineke kurd vê yekê şermezar dikim. Li dijî talan û xespkirina îradeyê Mîhrîcana Mûnzûrê girîng e. Balkişandina ser qirkirina xwezayê, balkişandina ser îradeya Gelê Kurd ku ji aliyê qeyûman ve tê xespkirin girîng e. Em ji bo vêya jî tevli mîhrîcanê dibin.”
‘Em ji bo piştgiriya çand û hunerê hatin vir’
Helbestkar Zînet Dînçer da zanîn ku lidarxistina Mîhrîcana Mûnzûrê li dijî talankirina xwezayê û xespkirina îradeyê bersiveke xurt e û wiha got:” Em wekî 16 nivîskar û helbestkar ji bo piştgiriya Mîhrîcana Mûnzûrê hatin. Em ji bo piştgiriya çand û hunerê hatin vir. Em ji Mêrdîn, Sêrt û Amedê hatin vir. Xwezaya Dêrsimê gelekî taybet e. Ava wê gelekî taybet e. Wek tê zanîn her miletek bi zimanê xwe bi çanda xwe tê zanîn. Xweza her tim tê talankirin. Loma piştgiriya ji bo mîhrîcanên bi vî rengî girîng e. Li vir standa pirtûkan jî heye. Em bextewar in ku çalakiyên bi vî rengî tên lidarxistin. Bila mîhrîcan li me û li hemû Dêrsimiyan pîroz be.”
‘Mîhrîcana Mûnzûrê parastina ziman û xwezayê di nava xwe de dihewîne’
Helbestkar Nûrcan Delîl anî ziman ku Dêrsim bi çand û xwezaya xwe cihekî bi qîmet e û wiha got:”Mîhrîcana Mûnzûrê parastina ziman û xwezayê di nava xwe de dihewîne. Her wiha pirzimanî û pirçandiyê di nava xwe de dihewîne. Berî qeyûm her tim li vir mîhrîcan çêdibûn. Di warê çand û baweriyan de hemû kes dihatin gel hevdu. Lê piştî qeyûm çênebû. Ji aliyê qeyûm ve parastina ziman û çandê jî nedihat kirin. Lê belê piştî hilbijartinê em dîsa li Dêrsimê ne. Bi rastî jî dema mirov tê vê derê û li xwezaya wê temaşe dike, mirov kêfxweş dibe. Xwezayeke pir xweş e. Li vir baweriyên cuda jî hene. Xwesteka me ew e ku kî bi çi zimanî biaxive û ji çi bawer bike bila bi hev re bijîn.”
Banga xwedîderketina li ziman û pirtûkên Kurdî
Helbestkar Bedrîye Topaç a ku bi zarayê Dimilkî helbestan dinivîse bi lêv kir ku divê xwedîderketina li ziman û pirtûkên Kurdî zêde be û wiha got:” Li bajarê kurdan li Dêrsimê dengê rengên cuda berz dibin. Çi heyf e ku dengê zimanê me kêm e. Zimanê me ne azad e. Bi zimanê me xwendin û nivîsandin tune ye. Li vir em li ser standa pirtûkan e lê belê eleqe ji bo pirtûkan tune ye. Ji bo zimanê me têkoşîna me dewam dike. Çimkî zimanê me ji destên me diçe. Loma divê em wekî milet li zimanê xwe û li pirtûkên Kurdî xwedî derkevin.”
‘Divê çalakiyên me li ser esasê parastina zimanê dayikê be’
Siyasetmedar û parêzvana mafê jin û zarokan Hamîde Akbayir jî bi lêv kir ku di panela li ser mijara asîmîlasyonê de bi zimanê dayikê axaftin nehatiye kirin û ev rewş rexne kir. Hamîdeyê wiha got:”Armanca hatina min a Dêrsimê ew e ku tevli Mîhrîcana Mûnzûrê bibim û li çanda Dêrsimê guhdar bikim. Min xwest bibînim ku bernameyên bi çi rengî hatine çêkirin. Min xwest ez binêrim ku çi panel hene û mijarên wan çi ne. Ez li vir geriyam jî. Çûm gel malbatê jî. Di salên 2011-12’an de jî hatim vê derê. Wê demê ez jî wekî axaftvan hatibûm. Lê îro li vira ez hinekî xemgîn bûm. Mijara bingeha ziman û asîmîlasyonê hate axaftin lê belê naveroka wê ne xurt bû. Lêkolîn jî kirine ez spas dikim lê vê mijarê ez têr nekirim. Mijar ziman e û di heman demê de dibe mijara siyasetê jî. Axaftvanê me hemû bi tirkî axivîn. Kesek di vê panelê de bi zimanê zazakî jî neaxivî. Ev bi zora min çû û ez xemgîn bûm. Divê axaftin û çalakiyên me li ser esasê parastina zimanê dayikê be.”
‘Gerek em zimanê xwe muhîm bibînin’
Hamîdeyê bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û wiha dewam kir:”Ez ji Elmanyayê hatim. Li eyaleta ku ez lê dimam zimanê me kurmancî di 1998’an de wekî fermî hat dayin. Wekî zagon ev hat qebûlkirin. Biryar hat dayin ku kurmancî di pola yekem û şeşem de bê dayin. Mamosteyên me jî hene. Ez bi zimanê Elmanî jî dizanim lê ez dibêjim ez dixwazim bi zimanê dayika xwe biaxivim. Di vê panelê de jî dikaribû sîstema wergerê hebûya û bi zimanê dayikê bihata axaftin. Gerek em zimanê xwe muhîm bibînin. Em dibêjin ziman hebûn û ramana me ye, her tiştê me ye lê em têra xwe li dû zimanê xwe nakevin.”
‘Divê li gor xwestekên milet mîhrîcan bên amadekirin’
Hamîdeyê diyar kir ku divê mîhrîcaneke dinê li gor xwestekên gel bê amadekirin û wiha lê zêde kir:”Di mîhrîcaneke dinê de divê rewş biguhere û zimanê dayikê pêş bikeve. Kesên li vir temenê wan mezin, pîr bûne jî divê em tevli panela bikin û qala ziman û dîroka xwe bikin. Tenê axaftina wekî siyasetmedar û lêkolînvan têrê nake. Kesên temenmezin û dîrokî ne, di dîrokê de cihê xwe girtine divê cihê xwe di panelan de bigirin. Wexta wiha be dê mirov zêdetir xwe nas bike. Ez ji bo kesên ked dane serkeftinê dixwazim û spas dikim. Hêviya me ew e ku mîhrîcanên me yên salên dinê li gor xwesteka milet be. Gelo ew çi dixwazin. Li gor vê yekê jî dikare îstatîk çêbibên. Dikare xebatên qadê yên derbarê vê de bên kirin.
Hamîdeyê herî dawî bal kişand ser mijara ziman, dîrok û çandê û wiha bi dawî kir:”Mijara ziman, dîrok û çandê mijareke gelekî girîng, berfireh û dewlemend e. Lêkolînvan Şukru jî got divê em vê mijarê bikin mijareke sereke. Ev ji bo min mînakek baş bû. Dîsa ji bo her kesî ez serkeftinê dixwazim.”