Wê li Depê Mîhrîcana Çand û Xwezayê bê lidarxistin
- 12:03 3 Tebax 2024
- Çand û Huner
XARPÊT - Şaredariya Depê ya DEM Partiyî dê di 10-11’ê tebaxê de Mîhrîcana Çand û Xwezayê li dar bixe.
Şaredariya Depê ya Xarpêtê dê di 10-11’ê tebaxê de 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê li dar bixe. Mîhrîcan dê bi dirûşma “Têkiliyeke rast a bi xwezayê re misogeriya çandê ye û destpêka her tiştî ye” tê lidarxistin. Ji bo tevlibûna mîhrîcanê bang hate kirin.
Bernameya mîhrîcanê wiha ye:
10’ê Tebaxê
* Gerok Ma dê Atolyeya Zarokan li dar bixe. (10.00 -12.00)
* Dê Dîwana Dengbêjan bê danîn. (12.00-13.00)
* Bi tevlibûna Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sumeyye Boz û edîtora Kovara Jinê Rojda Yildiz, li Eywana Konferansan a Şaredariyê panela “Jineolojiyê” were lidarxistin.
* Bi beşdariya Hevşaredarên Depê Songul Duzgun û Cafer Ugur û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, konser bê lidarxistin. (19.00)
11’ê Tebaxê
* Dê danasîna cil û bergên kurdî bê kirin. (10.00 -13.00)
* Li Eywana Konferansan a Şaredariyê dê panela “Qirkirina çandî” were lidarxistin. (13.00-15-00)
* Li Eywana Konferansan a Şaredariyê dê panela “Têkoşîna li dijî erdhej û bendîbûnê” bê lidarxistin. (16.00-17.00)
* Bi tevlibûna Koma Hevra, Baran Bozyel, Jinên Kayy-Der û Sîpan Xelat li Baxçeyê Milet konser bê lidarxistin.