Li Tetwanê panela Zimanê Kurdî

  • 20:28 6 Tîrmeh 2025
  • Çand û Huner
BEDLÎS - Di çarçoveya Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê de îro bi sernavê "Zimanê Kurdî" panelek li dar ket. 
 
Panela ku Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya Medyayê (MEDYA-DER) û Şaredariya Tetwanê amade kir li hewşa Konservatûarê ya Şaredariya Tetwanê li dar ket.
Li cihê panelê hat pankarta li ser “Statu ji bo zimanê kurdî û statu ji bo hebûna kurdî” hatibû nivîsandin, hat daliqandin. 
 
Nivîskar Hogir Berber moderatoriya panelê kir. Werger û nivîskar Muhsîn Ozdemîr, nivîskar û rojnameger Roza Metîna û nivîskar û siyasetmedar Sûltan Yaray wekî panelîst beşdar bûn. Parlamenterê DEM Partî yê Bedlîsê Huseyîn Olan, Hevşaredara Tetwanê Belkîza Beştaş Epozdemîr, endamên saziyên sivîl û gelek kesên din ji bo temaşekirinê amade bû.
 
Dîrok û ziman
 
 
Muhsîn Ozdemîr li ser dîrokê sekinî û got: "Dîrok ew e ku bi zimanekî û nivîskî, li gorî rê û rêbazan hatiye tomarkirin. Em mecbûr mane ku dîroka xwe bi zimanê xelkî hîn bibin.Heke em têkiliya ziman û dîrokê nebînin em nikarin fêm bikin. Em di binê dîrokê de nemane û em wekî şewqekê dixuyin."
 
'Polîtîkayên pişavtinê dimeşin'
 
Sultan Yaray li se siyaset û ziman sekinî û got:"Ji Îtîhat Terakkî heta niha tundî û qirkirineke mezin heye û li hember zimanê kurdî polîtîkayên bişaftinê dimeşînin. 
Li Kurdistanê bi hezaran dibistanên tirkî hene tenê yek jî bi kurdî nîn e. Em hêvî dikin ev polîtîkayên li ser zimanê kurdî rabin û ev pêvajoye bibe sedema azadbûna kurdî. Ji bo vê yekê jî bar dikeve li ser milê siyasetmedarên kurd."
 
'Êrîşek sîstematîk heye'
 
 
Roza Metîna li ser têkiliya rojnamegerî û ziman sekinî û got:"Qada rojnamegeriyê qadeke têkoşînê ye û bi taybetî jî çapemeniya azad. Çapemeniya Azad, keda civakê derdixe pêş. Êrîşek sîstematîk li ser zimanê Kurdî heye. Sîstem jî dizane ku medya dikare teşeyekê bide civakê, lewma hertim dibe hedef."
 
'Zimanekî kevnar e'
 
 
Moderator Hogir Berbir li ser zimanê kurdî, devok zaravayên wê sekinî û got:"Her çend di navbera van devokan de cudahiyên dengnasî, şêwenasî û rêzimanî hebin jî, xwedî peyvsaziyeke hevpar û bingeheke rêzimanî ya bingehîn in. Ev cihêrengî dewlemendî û adaptebûna zimanê kurdî nîşan dide. Zimanê kurdî, bi dîroka xwe ya dewlemend, devokên xwe yên cihêreng û wateya xwe ya çandî, yek ji xezîneyên herî hêja yên Rojhilata Navîn e. Ev zimanê kevnar, nasname, dîrok û xeyalên gelê Kurd hildigire. Îro, ji wêjeyê heta muzîkê, ji perwerdeyê heta medyayê, Kurdî zimanekî zindî û geş e. Ev zimanê kevnar, ne tenê mîrata gelê Kurd, lê di heman demê de beşek ji cihêrengiya çandî ya mirovahiyê ye û bi vê yeke dijî û dê her tim bijî."