Di qezaya balafirê de herî kêm 122 kesî jiyana xwe ji dest da 2024-12-29 11:20:58   Li Koreya Başûr balafira rêwiyan ku 181 kes tê de bûn qeza kir. Di qezayê de herî kêm 122 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Balafira ayîdê şîrketa Rêya Hewayî Jeju Air, dema ku li Balafirgeha Navneteweyî Musan a li bajarê Muan’ê daket, qeza kir. Tîmên îtfaiyeyê ragihandin ku balafir di dema daketinê de kontrola xwe winda kir, ji pîstê derket û li têlên derdora balafirgehê ket.    Beşekî mezin ê balafirê şewitî. Rêwiyek û personelek hatin rizgarkirin. Tîmên agirkujiyê diyar kirin ku 122 kesan jiyana xwe ji dest dan. Balafira ku 175 rêwî û 6 murettebat têde bûn, sefera Bangkok-Muan dikir û ji dervey 2 kesên Taylandî rêwî hemû ji Koreya Başûr bûn.   Hat diyarkirin ku qeza ji ber arizayeke taximên daketinê çêbûye, di cara destpêkê de taximên daketinê yên balafirê venebûne û di cara duyem de di dema daketina bi zorê de qeza kir.