Çalakiya rûniştinê ya malbatên Belûc a li Îslamabadê ket meha 3’yan 2025-09-14 15:46:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Pakistan Îslamabadê çalakiya rûniştinê ya ji bo berdana lîderên Komîteya Yakjehti ya Belûc (BYC) û pirsîna aqûbeta Belûcên bi zorê hatine windakirin hatî destpêkirin, ket meha 3’yan.   Di daxuyaniya ji aliyê malbatên lîderên BYC’ê ve hatî dayîn de, hate bibîrxistin ku çalakî 61 roj li pey xwe hiştin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Dayik, zarok û kal li ber şert û mercên hewaya tund, baranên tund, germahiya rojê û bêdengiya desthilatdaran li ber xwe dan. Ne hikûmetê ne jî medyayê guh da daxwaza wan a edaletê. Tevî vê yekê jî dayikan li ber xwe da.”   Malbatan car din bang li hikûmetê kir ku dawî li windakirinên bi zorê yên li Belûcistanê bîne û lîderên BYC’ê yên girtî, demildest bên berdan.