Jinên Sûdanî ji xizmetên bingehîn bêpar in 2025-09-25 10:49:18       NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî raporeke ku ji aliyê Yekîneya Jinan a NY’ê ve hatiye weşandin, ji çaran 3 jinên Sûdanî yên vegeriyane Xartûm, Kordofana Başûr û Cezîreyê, ji xizmetên bingehîn bêpar in.   Piştî ku artêşa Sûdanê kontrola hinek herêman girt destên xwe, jin vegeriyan wan herêman lê ji ber zêdebûna şîdeta zayendî ya ji ber paşverûtiyên civakî, bi zewicandina bi zorê û xeterên din re rûbirû ne. Her wiha ji ber bihayê zêde yê her tiştî, riyên dûr û kêmasiya belgeyên zagonî, ji tendirustî, perwerde û ava paqij bêpar dimînin.   Yekîneya Jinan a NY’ê bi rapora ku 24’ê Îlonê weşand, encamên Koma Xebata Wekhevî û Zayenda Civakî ya bi hevkariya komîteya saziyên NY’ê pêk dihat eşkere kir. Ji bajarên Xartûm, Kordofana Bakur û Cezîreyê 45 rêxistinên herêmî yên jinan û navendên rewşên lezgîn başdarî vê xebatê bûn.   Di raporê de hat diyarkirin ku jinên vegeriyane bi zoriyên mezin re rûbirû ne, binesazî texrîb bûye, derfetên aborî kêm in û li ser çavkaniyên bi sînor jî reqabet heye. Her wiha hat gotin ku her çendî şîdeta ji ber pevçûnan hinek kêm bûbe jî pirsgirêk didomin.   Li gorî raporê; veger nayê wateya ku ewlehî çêbûye û di hevdîtinên ku bi rêxistinên herêmî yên jinan û koman re hatine kirin de, diyar bûye ku ji sê jinan yek rewşa wê ya ewlehiyê xirab bûye, şîdeta ji ber feraseta paşverû ya civakê zêde bûye, bûyerên zewicandina di temenê biçûk de, îstîsmar, êrîşa zayendî û tacîz zêdetir bûne.   Di raporê de pêşniyar hat kirin ku bi taybetî li herêmên ku veger çêbûye û herêmên bejahî, derfetên fînansekirina rêxistinên jinan destpêkê çêbibin, li Xartûm, Cezîre û Sennarê, saziyên xizmetê yên ku li dijî şîdeta zayendî bixebitin werin avakirin.   Li gorî raporê, piştî ku artêşa Sûdanê li Xartûm, Cezîre, Sennar û hinek herêmên Kordofana Bakur kontrolê girt destê xwe, nêzî 2,2 milyon kes vegeriyan malên xwe. Ji van ji sedî 57 jin û zarok in. Vê rewşê, di warê ewlehî û xizmetan de hinek başbûnê çêkir.