Di konferansa jinan a li Bogotayê banga mezinkirina têkoşînê 2026-02-15 20:02:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Enternasyonalîstên li Rojava ku peyam ji konferansa jinan a li Bogotayê re şandin, destnîşan kirin ku ew ê li her derê berxwedanê mezin bikin. Tê payîn ku deklarasyona encamê pêşkêşî erêkirina delegeyan bê kirin û konferans bi çalakiyên çandî bi dawî bibe   Konferansa bi navê “Em ê Bibişkivin Ji Ber Ku Şer Nikare Kokên Me Hişk Bike” ku di 12’ê Sibatê de li Bogotaya paytexta Kolombiyayê dest pê kiribû, di roja xwe ya çaremîn de bi peyama vîdyoyî ya enternasyonalîstên li Rojava dest pê kir.   Azadî bi yekitî û têkoşîna hevpar a jinan pêkane   Enternasyonalîstan di peyama xwe de diyar kirin ku ew konferansa ku 400 delege beşdar bûne bi baldarî dişopînin, ev konferans ji wan re dibe îlhameke mezin û hêviyên wan ên azadiyê geş dike. Enternasyonalîstan destnîşan kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava û jinan ew ê tu carî gavekê bi paş de neavêjin û li her derê berxwedanê mezin bikin; her wiha gotin ku azadî bi yekitî û têkoşîna hevpar a jinan pêkan e.   Li komployê nîqaş hatin meşandin   Piştî peyamê, yek ji delegeyên konferansê Maryam Fatihî der barê salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftinek kir. Maryam Fatihî bal kişand ser wê yekê ku bi komployê xwestin têkiliya navbera Abdullah Ocalan û gelê Kurd qut bikin û têkoşîna azadiyê ya Kurd tasfiye bikin. Maryam Fatihî diyar kir ku bi berxwedana gelê Kurd û sekna Abdullah Oalan ya li Îmraliyê komplo hatiye pûçkirin û tecrîd veguherandiye akademiyekê. Maryam Fatihî anî ziman ku îro bi êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd careke din komployeke navneteweyî dixwazin bixin meriyetê, lê ew ê li ber planên hêzên serdest serî netewînin û li her derê berxwedanê bidomînin.   Piştî axaftinan, di şexsê ekolojîsta ji Hondurasê Berta Cáceres a ku beriya deh salan hatibû qetilkirin û Alina Sanchez a ku li Rojava şehîd bûbû de, şehîdên azadiyê yên Abya Yalaye hatin bibîranîn. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku şehîd nirxên gerdûnî yên têkoşîna azadiyê ne û pêşeroj dê bi mîrasa wan bê avakirin.   Dû re, sînevîzyonek ku ji dîmenên çalakî û jiyana di konferansa jinan a Abya Yalaye de pêk hatibû, hate nîşandan.   Piştî sînevîzyonê, deklarasyona encamê ya ku li ser navê delegeyan hatibû amadekirin hat xwendin û nêrînên delegeyan hatin girtin. Tê payîn ku piştî nîqaşan deklarasyon pêşkêşî erêkirina delegeyan bê kirin.   Konferans, dê piştî konsera muzîkê û çalakiyên li bazara aboriyê bi dawî bibe.