Şewata li Spanyayê mezin dibe 2026-07-26 13:38:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Şewata daristanan a li Spanyayê li herêmên nû belav bû. Ji ber şewata ku li nêzî Valensiyayê ji kontrolê derket herî kêm 15 hezar kes hatin veguhestin. Hikumetê çarçoveya rewşa lezgîn a neteweyî heta bajarê Toledoyê berfireh kir.   Şewata bi daristana li herêma Valensiya ya li rojhilatê Spanyayê ket, bi lez mezin bû Û li qadeke ji 21 kîlometreyî belav bû.   Şaredarê Herêma Valensiyayê Juanfran Perez Llorca anî ziman ku şewat ewqasî mezin bûye ku kapasîteya wan têra vemirandina wê nake û got, heta niha 15 hezar kes hatin veguhestin. Rayedaran diyar kirin ku wan mezinahiya qada şewitî hîn bi zelalî diyar nekirine.   Li rojavayê welêt şewata li Herêma Xweser a Madridê û bajarê Avilayê dewam dike.   Yekîneya Rewşa Lezgîn a Leşkerî ya Spanyayê (UME) ragihand ku herdu şewatên mezin hîn negihîştine hev, lê belê bi qasî 15 kîlometreyî nêzî hev bûne.   Rayedaran diyar kirin ku şewat hîn nehatiye kontrolkirin, lê belê rewş dikare bê birêvebirin.   Hikumeta Spanyayê piştî Madrid û Avilayê bajarê Toledo jî xist nava çarçoveya rewşa lezgîn a neeweyî.   Ji ber gefa şewatê biryar hate dayin ku li Toledoyê 8 jîngehên din bêne valakirin û bi vî rengî hejmara jîngehên li bajêr biryara valakirina wan hate dayin derket 11'an.   Li herêmên Madrid û Avilayê heta niha zêdeyî 88 hezar û 500 kes hatin veguhestin, yan jî ji wan hate xwestin ku bi armanca ewlekariyê li malên xwe bimînin. Li van herêman qadeke bi qasî 45 hezar hektarî şewitî.   Li bajarê Manises ê nêzî Valensiyayê ji ber şewateke din a daristanê kesekî jiyana xwe ji dest da.   Rayedarên xwecihî diyar kirin ku ev şewat ji şewata mezin a li dora Madridê cudatir e û hatiye kontrolkirin.   Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez diyar kir ku karê wan ê sereke û destpêkê pêşîgirtina li mirina mirovan û parastina jîngehan e.   Pedro Sanchez anî ziman ku li gel kêmbûna germa hewayê jî bayê xurt karê vemirandina şewatê zehmet dike û got, "Li pêşiya me saetên zehmet hene."