Li Efganistanê rêjeya jinên xebatkar daket ji sedî 5,1 ê 2026-08-19 12:27:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi polîtîkayên qirkirin û tecrîdê yên Talîbanê re, li Efganistanê rêjeya jinên ku dixebitin daket ji sedî 5,1. Rêxistina Navneteweyî ya Kedê (ILO) diyar kir ku ev ne tenê bêkarî ye, dûrxistina ji hemû warên jiyanê ye.   Polîtîkaya qirkirina zayendî û pergala tecrîdê ya ku rejîma Talîbanê li ser jinên Efgan ferz dike, di qada aborî û kedê de encamên xwe yên herî giran nîşan dide. Rêxistina Navneteweyî ya Kedê (ILO) bi daneyên nû yên ku parve kirine, eşkere kir ku polîtîkayên dijminahiya jinan, civakê ji holê radikin û ked û hebûna jinan tune dihesibînin.   Tevgera tunekirinê   Li gorî rapora ILO’yê, ji dema ku Talîban di sala 2021’ê de hat ser desthilatdariyê ve heta niha li Efganistanê hejmara jinên xebatkar gelek kêm bûye. Rêjeya jinên xebatkar ku di sala 2019’an de ji sedî 18,3 bû, di sala 2026’an de daketiye asta trajîk a ji sedî 5,1. Ev dane nîşan dide ku sînorkirinên sîstematîk ên li ser jinan çawa bi berfirehî hatine pêkanîn û hebûna wan a di jiyana aborî de bi awayekî zanîn hatiye astengkirin.   Rêxistinê kêmbûna rêjeyê bi polîtîka û sînorkirinên hov ve girêda û diyar kir ku gihîştina jinan a perwerde, kar û azadiya tevgerê sînordar dikin. Ev pêkanîn ne tenê rêjeyên bêkariyê di nav jinan de zêde kirine di heman demê de bûne sedema vekişîna hejmareke girîng a jinan bi tevahî ji bazara kar û çalakiyên aborî. Bi van encaman re, piştî Yemenê, Efganistan bûye duyemîn welatê cîhanê ku xwediyê rêjeya herî kêm a jinên xebatkar e.   Kûrbûna newekheviya zayendî û dûrxistina ji qada giştî   Rêxistina Navneteweyî ya Kedê her wiha destnîşan kir ku zêdebûna rêjeyên kar di salên dawî de bi piranî di nava mêran de çêbûye. Ev rewş newekheviya zayendî li bazara kar a Efganistanê kûrtir dike û derfetên jinan ji bo serxwebûna aborî û beşdarbûna di çalakiyên aborî yên hilberîner de tune dike.   Ji dema ku Talîban careke din hat desthilatdariyê ve heta niha, sînorên zêde li dijî jinan di saziyên dewletê û rêxistinên civaka sivîl de, di nav de ofîsên Neteweyên Yekbûyî jî hatine ferzkirin. Ev polîtîka ne tenê şiyana jinan a beşdarbûna di jiyana aborî de qels dike, di heman demê de astengiyê li pêşiya gihîştina wan a derfetên kar çêdike û cudahiya di navbera beşdariya mêr û jinan de rojane mezintir dike.   Ji bêkariyê wêdetir   Kêmbûna rêjeyê ku di heft salên dawî de hatiye tomarkirin, nîşan dide rewşa aborî ya jinan ji ber polîtîkayên qirkirinê her diçe nebaştir dibe. Pirsgirêk êdî ne tenê bi bêkariya jinan ve sînordar e; bûye dûrxistina tevahî û sîstematîk a jinan ji bazara kar. Ev êrîşa piralî, derfetên jinan ji bo bidestxistina serxwebûna aborî û beşdarbûna di pêşketina civakî ya li welat de sînordar dike û armanca tunekirina hebûna jinan a li qada giştî careke din bi awayekî eşkere radixe ber çavan.