Biryara darvekirina Leyla Ebu El-Husnî hat betalkirin 2026-10-30 14:27:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Bilind a Îranê, piştî îtîraza parêzerê wê, cezayê darvekirinê yê li ser Leyla Ebu El-Husnî ku di destpêka vê salê de di xwepêşandanên li Îsfahanê de hatibû girtin, betal kir.   Dadgeha Bilind a Îranê, piştî îtîraza parêzerê wê, cezayê darvekirinê yê li ser Leyla Ebu El-Husnî ya 43 salî betal kir. Leyla, di 8’ê Çileya 2026’an de di xwepêşandanên li Şahînşehr a parêzgeha Îsfahanê de hatibû binçavkirin û girtin.   Odeya 5’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Isfahanê, bi serokatiya Dadwer Vahid Hamadnejad, di dawiya Gulana 2026’an de bi tohmeta "şerkirinê" cezayê darvekirinê da Leyla Ebu El-Husnî û paşê şandin Girtîgeha Dawlatabad a Isfahanê.   Leyla Ebu El-Husnî bi beşdarbûna di êrîşa şewitandinê ya li ser yek ji supermarketên zincîra Ofogh Kuros li Şahînşarê tê tawanbarkirin. Lê belê, delîlên ku piştgirî didin sûcdariyê û hûrguliyên parastina Leyla Ebu El-Husnî nehatine eşkerekirin.   Piştî betalkirina biryarê ji aliyê Dadgeha Bilind ve, doz ji bo ji nû ve nirxandinê ji dadgeha têkildar re hate şandin.