Li Endonezyayê ji ber baranê hezaz pêk hat 2019-01-01 15:33:27   NAVENDA NÛÇEYAN -Li girava Java piştî baranê duh lehî rabû. Rayedaran ragihandin ku herî kêm 15 kes mirine û agahî ji 34 kesî nayê girtin.   Tîmên rizgariyê li welatiyên winda digerin. Lê baran, qutbûna ceyranê û rêyên asê li pêşiya karê wan dibe asteng. Berdevkê Saziya Rêvebirina Karesatan a Navneteweyî Sûtopo Pûrwo Nûgroho ragihand ku tîmên alikariya destpêkê ji ber hebûna kesên zêde yên dixwazin bigihin herêmê astgengiyan dijîn.   Hat diyarkirin ku ji ber hezazê 15 kes mirine û 34 kes jî winda ne. Lêgerîna li windayan berdewam dike û 61 kes jî ji herêmê hat tehliyekirin.