Li Êlihê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî 2024-11-23 13:32:48   ÊLIH - Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mustafa Tekîk ku bertek nîşanî tayînkirian qeyûaman da û diyar kir û li Dêrsimê ji berê û paş de bi ser nketine û wê niha jî bi ser nekevin.    Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman li şaredariyên Êlihê îro jî dewam kirin. Piştî di 4'ê Mijdarê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetî yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de. Duh jî qeyûm tayînî Şaredariyên Dêrsim û navçeya wê Pilûrê hat kirin.   Li dijî vê rewşê li Êlihê, girseya gel li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulîstanê li hev civiya û tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, OHD, DBP, Rêxistinên Herêmê yên DEM Partiyê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.   Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mustafa Tekîk, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da.   Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Elihê Resûl Çetîn ku piştre daxuyaniya çapemeniyê xwend, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman desteserkirina îradeyê ye. Resûl Çetîn ev tişt anî ziman: "Em ne polîtîkaya qeyûn û ne jî biryareke ku îradeya gel paşguh dike nas nakin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo pêşî li westandina xwe yasiyasî bigire dijminatiya xwe ya li hemberî gelê Kurd hîn kûrtir kiriye. Îsrara xwe ya li ser tinehesibandina vîna gel didomîne, piştî Êlih, Xelfetî û Esenyurtê qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pulurê kir. Desthilatdariya AKP-MHP'ê careke din rasterast îradeya gel û nirxên demokratîk hedef girt. Em baş dizanin ku biryara qeyûmê bi armanca cezakirina nêzîkatiya jiyana pirçandî û pirzimanî ya Dêrsimê, nirxên olî û bîra dîrokî ye."   'Pergala hevserokatiyê di hedefê de ye'   Resûl Çetîn, diyar kir ku pergala hevserokatiyê hedefa hikûmetê ye û wiha got: "Rêjîma qeyûm di heman demê de dijminê destkeftiyên jinan e. Em ê bi felsefeya xwe ya 'Jin' re jî feraseta rêveberiya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê zindî bikin.  Di vê çarçoveyê de em bang li hemû gelê xwe û rêxistinên girseyî yên demokratîk dikin ku ji bo pêşeroja demokrasî û azadiyê destekê bidin îradeya hilbijartî ya gelan ya Dêrsimê!”   Daxuyanî bi dirûşmên “Zext nikarin me bêzar bikin” û “Bijî berxwedana Batmanê” bi dawî bû.