Li Wanê qeyûm tê protestokirin 2025-02-15 14:06:36     WAN - Li Kolanên Wanê piştî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin çalakiyên şermezarkirinê hatin destpêkirin.    Danê sibê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin û piştî vê biryarê li bajar çalakî hatin destpêkirin. Li Beşyolê Serokwezkîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenter, hevşaredar û gelek welatî xwestin bimeşin. Polîsan girse dorpêç kirin û destûr nedan meşê û gelek kes derb kirin. Li ser vê yekê welatiyan jî bi çepikan û avêtina dirûşmeyan piştgirî dan çalakgeran.   Li Kolana Cumhuriyetê alozî berdewam dike û gelek kes hatin binçavkirin.