‘Li taxê yekemîn esnafa jin ez bûm’ 2025-07-25 09:05:20   MERSÎN - Bîrgul Daniş ku wek jinek ciwan li dijî pîşeyên li gorî rolên zayenda civakî hatine diyarkirin, bi înat marketa xwe vekir û got di demeke ku pêşdarazên li hember jinan zêde bûn de, li taxa xwe market vekiriye.”   Jin li her qadên jiyanê li dijî rolên zayenda civakî têdikoşin. Tevî hemû astengiyan jin van pêşdarazan dikşînin û têdikoşin. Li navçeya Akdenîzê, jina bi navê Bîrgul Daniş kalibên pîşeyîyên li jinan hatiye ferzkirin red kir û di sektora marketên ku wek qada serdest a mêr tê dayîn de marketa xwe vekir. Bîrgul Daniş der barê zor û zehmetî û bandora krîza aborî de axivî.   Pêşdarazên li hember jinan roj bi roj zêde dibin   Bîrgul Daniş got dema market vekiriye zehmetî kişandiye û got: “Gotin tuyê sê meha li vir bimînî. Em heta derengiya şevê dixebitin. Kesên derdorê diaxivin digotin tu nikarî bikî. Di hesabê marketê de hejmara hesaban zêde ye. Ne wek cil û bergan e. Pêşdarazên li hember jinan her diçin zêde dibin. Li taxê yekem jina market vekir ez bûm. Bêguman yê piştgirî dan min jî hebûn. Cîranan, malbatan piştgiriyek mezin dan min.”     'Her tiştê dukanê aydê min e'   Bîrgul Daniş daxuyakirin ku tevî hemû pêşdarazan  wê dest ji karê xwe bernedaye û daxuyakirin ku bi hemû kar û barên dukanê re, sewqiyatê re ew mijûl dibe û got dema mirov bixwazin tiştekî ku neyê kirin tuneye.   ‘Her ku enflasyon zêde dibe em neçar in biha biguherin’   Bîrgul Daniş balkişand ser krîza aborî û got: “Şampuana me hefteya borî girt vê hefteyê ne heman biha ye. Biha her roj diguherin. Em nikarin vê ji mirovan re jî bêjin. Her ku enflasyon zêde dibe em neçar in biha zêde biguherin. Her tim biha diguherin. Em jî neçar in wisa bikin. Krîzê bandorek mezin li ser mirovan kiriye.”