Şewata daristanê ya li Şemzînanê dewam dike 2025-09-08 12:01:47   COLEMÊRG - Şewata daristanê ya li gundê Derya ya Şemzînanê dewam dike.    Şewata daristanê ku duh sibê li gundê Derya yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest pê kir, berdewam dike.   Piştî ku niştecihên bajêr agahî dan, ekîbên ji Rêveberiya Daristanan a Bajêr û ekîbên ji şaredariyên Şemzînan û Geverê şandin herêmê. Hate ragihandin ku agir gefê li deverên niştecihbûnê dixwe.   Ji bilî agirkujiya li erdê, helîkopter jî ji bo vemirandina agir ji hewayê dixebitin.