Astengdar li her derê zehmetiyan dikşînin

  • 09:04 25 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Cîgira Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Yeşeren Umutlar Zehra Karasaboglu ku der barê pirsgirêkên astengdaran ên li Wanê dijîn kir wiha got: “Her kesê saxlem namzetê astengdariyê ye. Em li nexweşxane, kolan, parq û her derê zehmetiyan dikşînin. Ji kerema xwe re êdî bila hinek tişt bên kirin.”
 
Tevî ku divê bajar li gorî şert û mercên astengdaran bên çêkirin, mafê wan yên perwerdehiyê bikeve bin destûra bingehîn jî tu tiştek ji astengdaran nayê kirin û ev tenê li ser kaxizan dimînin. Ev pêkanîn hemû bi awayekî neyînî bandor li ser kesên astengdar dike.
 
Cîgira Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Yeşeren Umutlar Zehra Karasaboglu pirsgirêkên ku astengdar dijîn vegot.
 
‘Kolanên Wanê gelek xerabe ne’
 
Zehra Kasaboglu got kesên astengdar bi gelek pirsgirêkan re tên rû hev û wiha got: “Bi rastî kolanên Wanê gelek xerabe ne. Hevalên me yên nebînî pirsgirêkên mezin dijîn. Rê pir xerabe ne. Bila ev rewş bê dîtin. Bila ji astengdaran re bibin alîkar. Di her nokteya derbasbûna astengdaran de wesayît hatine parqkirin. Ne tenê ji bo astengdaran ji bo dayikên bi zarok ku bi ereboka zarokan digerin, ji bo kal û pîran.”
 
‘Parqek aydê me tune ye’
 
Zehra Kasaboglu wiha dirêjî dayê: “Riya ku divê em derbas bin wesayît lê tên parqkirin. Di peyarêya din de ne pêkan e bimeşim. Ez nikarim xwe ji wir rabikim. Ez dikevim diwestim. Li Wanê parqek aydê astengdaran tune ye. Ji bo me tu faliyet tune ne. Ez li Wanê hatim dinê û mezin bûm. Em nêrîna wan ya li hember xwe hîs dikin. Mirovan xwe pêş nexistine. Me wek xwe nabînin. Lê bila ji bîr nekin ku îro saxlem in sibê dibe ku ew jî wek me bibin. Bi taybet ji bo jinên astengdar li Wanê jiyan pir zehmet e. Wek ku em hewcedar in, dinêrin. Lê em jî wek hemû kesî dixebitin, têdikoşin, kedê didin. Bi rastî em ji vê nêrînê pir westiyane. Ez naxwazim ji ber vê derkevim derve. Ji ber her tim ev nêrîn li hember me heye.”
 
Astengdar di veguhestinê de pirsgirêkan dijîn
 
Zehra Kasaboglu di dawiya axaftina xwe de  balkişand ser zor û zehmetiyên di veguhestinê de û ev nirxandin kir: “Qertên dewlet dide me her kes bikar tîne. Kesên saziyên dewletê de dixebitin van qertan bikartînin. Lê dema em van qertan bikartînin wek ku em parsek in li me dinêrin.  Em di her qada jiyanê de zehmetiyan dikşînin. Di qada tenduristiyê de jî gelek pirsgirêk hene. Sekreterên nexweşxaneyan li hember me baş tevnagerin. Ji nexweşxaneyan dîtina randevuyan pir zehmet e. Em bi saetan li nexweşxaneyan dipên. Em dikevin nava mirovan her kes li me dinêrin. Çima? Her kes wek hev e. Her kesê saxlem namzetê astengdariyê ye.”