Bi parastina cewherî, rêxistibûn û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê (4) 2024-11-04 09:03:25     Ji Însiyatîfên Parastina Jinan ber bi komeleyan   NAVENDA NÛÇEYAN - Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de nîqaşên parastina cewherî her diçin zêde dibin û Tevgera jinên Kurd di nirxandinên der barê parastina cewherî de balê dikşînin ser avakirina yekîneyên ku bi vê armancê li her qadê bên avakirinê. Ji Însiyatîfa Parastina Jinan heta komeleyan, baldikşîne ser girîngiya rêxistinbûnê.    Li her derê cîhanê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî jin xwe ji bo çalakî û bernameyan amade dikin. Jinên Kurd îsal çalakî û bernameyên xwe li ser bingehê ‘jin jiyan azadî’ di çarçoveya parastina cewherî, rêxistinbûn û çalakiyan de xwe ji bo 25’ê Mijdarê  amade dikin. Tevgera Jinên Kurd jî demek dirêje nîqaşên parastina cewherî dimeşîne û di vê çarçoveyê de hewl dide pratîk bike. Em jî li ser bingehê parastina cewherî ya tevgera jinên Kurd de nîqaşên hatine meşandin berhev dikin.   Di  vê beşa dosyayê de, em ê parastina cewherî ku çawa li her qadê pêk nayê û parastina cewherî di heman demê de naveroka xweseriya demokratîk e, digirin dest.   Aliyê parastina cewherî berfirehin   Hemû aliyên projeya xweseriya demokratîk di heman demê de aliyên parastina cewherî îfade dikin. Hemû qadên gelê Kurd û jinên kurd, bûne qadên parastinê, qadên hebûn û berxwedanê. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotibû ‘berxwedan bi hebûnê re dibe yek’. Ji ber vê jî divê gelê Kurd û jinên Kurd xwe di qada civakî de saz bikin, li wir hebûna hişmendiya parastina cewherî û rêxistibûn şert e. Divê bê hedefkirin ku dewlet nikaribe bikeve hemû qadên civakê. Behsa hedefgirtina dewletê nayê kirin;lê runiştandina zemîneke hiqûqî û jiyana civakî şert e.Dewlet derfetên jiyana azad felç dike. Zemîna hevkarî, bawerî û yekbûna civakî ji holê radike.  Di vî aliyî de girînge ku dewlet vekişe sînorên xwe. Nûner û muxatabên taxê hene; rêveberiyaxweser a rewa. Di vê çaçoveyê de parastina cewherî gelek berfirehe.   Heta ku êrîşî nirxên jiyanî neyê kirin divê parastineke bê tundî hebe   Di serîde li tax û gundan avabûna yekîneyên parastina cewherî girînge. Divê yekîne di mijara pirsgirêkên ewlehiya jinan de hedefan diyar bike û rêxistin bike. Yekîne ne yekîneyên çekdar; rêxistinên sivîlin.  Însiyatîfa sivîl, li tax an jî gundan divê xwe pêş bixin. Terz û feraseteke çalakiyê ya ku vê nade zorê divê bê runiştiandin. Navbera gund û taxan de rêxistinkirin girînge. Heta ku êrîş li hember nirxên jiyanê tunebin, parastineke ceweherî ya tundiyê esas digire wê pêş nekeve.    Yekîneyên parastina li dijî fuhuş, hişbir û diziyê   Di serhildan û çalakiyên protestoyî de girtina tedbîran, hewceb bike ketin ji bo çeteyên hişbir, fuhuş û diziyê nekevin qadan, ketin û têketina qadan bê kontrolkirin, dewlet bi rehetî ji bo armancên siyasî bi rehetî nekevin tax û malan dikare di çarçoveya parastina cewherî de rêxistinbûna çalakî, hiqûqî û demokratîk bê kirin.   Êrîşên îdeolojîk divê di çarçoveya parastina cewherî de bên destgirtin   Êrîşên îdeolojîk ên li hember jinan di çarçoveya parastina cewherî de dest girtin girîng e. Di vî aliyî de divê yekîneya parastina cewherî ya jinan bi berfirehî xwe rêxistin bike.    Însiyatîfê parastina jinan, komele…   Ji bo vê ji teknîkên lêdana nêz û parastina cewherî bigirin heta rê û rêbazên parastina cewherî divê jin û jinên ciwan bên perwerdekirin. Ji bo vê ji komeleyan bigirin heta însiyatîfên parastina jinan,het akampanyayan pêşxitsian gelek rê û rêbazên rêxistibûna afrîner girîngin. Bi taybet di çarçoveya pirsgisrêkên civakî de, di pirsgirêkên tundiya nav malbatê de, divê ji jinên pêşeng ên civakê komîsyon bên avkairin û ji bo biryarên mînak bên dayîn helw bidin û pêşxistina alav û rêbazên guhertinê, demokratîk gelek girîngin. Her wiha rakirina astengiyên li pêş tevlibûna jinan a siyasetê jî di çarçoveya parastina cewherî de ye.   Wê bidome