Bi parastina cewherî, rêxistin û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (7) 2024-11-07 09:04:39     Di parastina cewherî de têkoşîna hiqûqî   NAVENDA NÛÇEYAN - Ber bi 25’ê Mijdarê Tevgera Jinên Kurd di nîqaşên parastina cewherî yên dimeşînin de derbarê aliyên hiqûqî de jî nirxandina ‘Li dijî her cureyê êrîşên pergalê, di alî hiqûqî de xwe parastin û di çarçoveyên qanûnî  xwedî hişmendîbûna mafan de, avakirina rê û rêbazên parastina cewherî ya di zemîna hiqûqî de gelek girîng e’ dike.    Di vê pêvajoya ku derbarê tundiya serdest ya mêr ya li hember jinan de gelek nirxandin tên kirin de, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hember Jinan tê pêşwazîkirin. Di pêvajoyeke wisa de 25’ê Mijdarê de bi çalakî, bername û nîqaşan tê pêşwazîkirin. Yek ji van nîqaşan jî ya parastina cewheriye. Li dijî tundî û qetilkirinan bersiva pirsa parastinek cewherî ya çawa tê lêgerînkirin û nîqaşên ku Tevgera Jinên Kurd dikin gelek girîngin. Me jî ji ser vê hewcedariyê nîqaşên der barê mijarê de yên tevgera jinên Kurd berhev kir.   Di vê beşa dosya xwe de em aliyê hiqûqî yê parastina cewherî digirin dest.   Aliyekî girîng yê parastina cewherî zemîna hiqûqiye. Li dijî her cureyê êrîşên pergal aheyî, ji bo jin di zemînên demokratîk de, di alî hiqûqî de xwe biparêze, di çarçoveya qanûnê heyî de mafên xwe bizanbibe, di zemîna hiqûqî de avakirina rê û rêbazan girînge. Ji reformên hiqûqî û guherînan bigirin heta pêşxistina têkoşîna di çarçoveya mafên heyî de, rêxistinbûna parastina cewherî ferze. Ji baroyan bigirin heta buroyên hiqûqê yên jinan û xebatên hişmendîkirinê, alavên parastina cewherî û rêbazên wê di vê qadê de pêşxistin girîng e.   Li qadên jiyanê xwe heyîkirin bi parastina cewherî dibe   Di şerên ku her cureyên polîtîkayên înkar, îmha û komkujiyan di dewrê deye, parastina rewa ji bo garantiya jiyanê dikeve dewrê. Di vî alî de parastina cewherî cudatire. Bi giştî ji bo parastina hebûna xwe tê pêşxistin. Parastina cewherî tê wteya ku gelek xwe û ewlehiya xwe biparêze ye. Di vê çarçoveyê de parastina cewherî, ne xebatek eniyê an jî hêzên mîlîste. Gel qadên jiyana xwe diparêze. Xwe li dijî her cureyê êrîşan parastine. Ji taxan gundan destpê dike û li her qadên ku rêxistibûn û xweseriya gel pêş dikeve de parstina ceherî ji bo parastinê tê rêxistinkirin. Rêxistibûnek ji civakê cudatir nîne. Bi giştî xwe dispêre hêza civakê. Xweparastina hebûna xwe ye. Parastina rewa, rewaye, lê di şertên giran yên êrîşên îmha û qirkirinê de parastinek cewherî îfade dike.   Terz û rêbaz divê çawa be?   Jin divê feraseta çalakiyê ya parastina cewherî  ji nû ve bigire dest û binirxîne. Di parastina cewherî de hedef, terz û rêbaza çalakiyê divê çawa be? Bi projeya xweseriya demokratîk re feraseta çalakiyê divê li kîjan zemînan bê runiştandin? Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan der barê mijarê de  nirxandina ‘Ya rast ev e ku armanca esas a çalakiya gel, mayîndebûna demorkatîk a dewletê, bi vî awayî nûnerên berpirs bên qebûlkirin û bi vî awayî bê qebûlkirinê’ dike. Ev nirxandin gelek girînge.  Ji ber vê hicneta herî mezin a çalakiyê êrîşên li hember nirxên civakê ne.    Pêşxistina însiyatîfa çareseriyê   Jin û civaka ku însiyatîfa çareseriya xwe pêş dixîne û biryarên der barê jiyan axwe de didin, aşkeraye ku di her qada jiyanê de ji têkoşînê re vekiriye. Li taxekê jin ji rêxistinbûna çandî bigirin heta pêşxistina bernameyan û ji bikaranîna zimanê xwe bigirin heta li dijî êrîşên dewletê tê tax ji bo demekê girtin, ji boykotkirina dibistanan bigirin heta avakirina komîsyonan, afirandina şertên perwerdehiyê, heta paqijkirina çeteyên fuhuş û hişbirê hemûyan dikin çarçoveya çalakiya xwe. Ev çalakiyên di çarçoveya parastina cewherî de ne.   Li her qadê xwe xurtkirin   Di vî alî de xebata xweseriya demokratîk her tim çalakbûnê ferz dike. Li dijî dewletê ne sekn, di esasê de avakirina jiyaneke xwesere. Feraseta çalakiyeke ku serhildêr runiştandin girînge. Çalakî, mîtîng, boykot, protesto û her wekê din rêbazên têkoşîneke pir berfireh a radîkal dihewîne.  Gelek girînge ku feraseta parastina cewherî û çalakiyandi zemîneke wisa civakî de bê runiştandin.