Tecrubeyên çareseriyê: Bakurê Îrlandayê (4) 2025-02-21 09:06:09       Di çareseriyê de bîr ava kirin   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Îrlandayê ku ji bo pêvajoyên şer û pevçûnan bidawî bibin xebatên girîng meşandin, bi tecrubeyên xwe, di vê pêvajoya ku îro pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirinê de, bîrek girîng ava dike.   Civîn, muzakere û pêvajoyên çareseriyê yên ku piştî şer û pevçûnên li cîhanê rû didin, ji bo welat û herêmên ku pirsgirêkên wan ên bi heman rengî hene, tecrubeyên girîng pêşkêş dikin. Erdnîgarî, pirsgirêkên civakî, pirsgirêkên nasnameyî, pirsgirêkên etnîkî û çandî ji hev cuda bin jî, çareserî her tim diyalog û muzakereyê nîşan dide.   Di vê pêvajoya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsendê dide, tecrubeyên cîhanê careke din di rojevê de ne. Di heman demê de têkoşîna jinan û rola ku di van pêvajoyan de lîstiye jî tê nirxandin.   Yek ji van tecurbeyan ya Bakurê Îrlandayê ye.   Pirsgirêkên dîrokî, polîtîk, olî û etnîk   Bingeha pirsgirêka Îrlandayê di nakokiyên dîrokî, siyasî, olî û etnîkî yên di navbera Îrlanda û Îngilîstanê (Brîtanya) de ye. Her çend koka vê pirsgirêkê vedigere Serdema Navîn, lê bi taybetî di sedsalên 19 û 20’î de girantir bû û li Bakurê Îrlandayê veguherî têkoşînek ji bo serxwebûnê û pevçûnek navxweyî ya demdirêj.   Encama pevçûnên bi salan berdewam kir de pêvajoya çareseriyê hat rojevê.   Wekî gava yekem, Peymana Belfastê ya di navbera Îrlanda û Îngilîstanê de di sala 1998'an de derket pêş. Bi vê peymanê re ku xalên weke avakirina rêveberiya xweser a li Îrlanda Bakur, danîna çekan û avakirina mekanîzmayeke ku hevkariya di navbera civakan de teşwîq dike, di nav de, biryara statuya Bakurê Îrlandayê jî ji referandûma gel re hat hiştin. Bi vî awayî gel rasterast tevlî pêvajoya aştiyê bû.   Rola civaka sivîl   Di pêvajoya çareseriyê de ne tenê hikûmet û komên siyasî, rêxistinên sivîl, pêşengên olî û înîsiyatîfa aştiyê jî cih girtin. Hin aktorên navneteweyî jî piştgirî dan pêvajoyê.   Jinan çi kir?   Jinan weke pêşengên civaka sivîl, aktorên siyasî û parêzvanên aştiyê di çareseriya aloziya Bakurê Îrlandayê de roleke aktîf lîstin. Bi taybetî Koalîsyona Jinan a di sala 1996’an de hat avakirin, di navbera aliyên şer de diyalog pêk anî. MÎT’ê weke partiyekê xebat kir, jin di nava danûstandinên aştiyê de cih girtin û di pêvajoya çareseriya pirsgirêkên civakî de cih girtin. Di danûstandinên Peymana Belfastê de jî nûnertiya rasterast a jinan misoger kir. Polarîzasyonên îdeolojîk di derketina lihevkirin û çareseriyê de roleke bingehîn lîstin û rê vekir.   Alîkariya malbatan…   Jinan bi alîkariya malbat û civakên ku ji pevçûnan bandor bûne piştgirî ji aştiyê re ava kirin. Wan di projeyên avakirina baweriya navbera civakan de, terapiya trawmayê û lihevhatinê de rolek aktîf lîst.   Kampanya    Rêxistinên jinan û komên jinan bi organîzekirina xwenîşandan û çalakiyên ji bo aştiyê hişyariya ji bo bidawîkirina pevçûnan bilind kirin. Xwepêşandan bi rêyên aştiyane hatin kirin û banga lihevhatina di navbera her du civakan de hat kirin.   Pêşketina pêvajoyên siyasî û biryargirtinê   Jinan di siyasî ya kevneşopî ya serdestiya mêr de dengê xwe dan bihîstin û mijarên civakî tevli pêvajoya aştiyê kirin. Pirsgirêkên weke edaleta civakî, tenduristî û perwerdehiyê ji aliyê jinan ve hatin rojeva pêvajoyê.   Bi awayekî atkîf tevli hevdîtinan bûn   Kesên wek Monica McWilliams û Pearl Sagar di NIWC de û pêvajoyên hevdîtina aştiyê de rolên girîng lîstin. Jina wek alternatîfa pêvajoyên siyasî ya serdestiya mêr bi rêve dibir, modelek berfireh pêşkêş kirin. Bi hewldanên xurtkirina têkiliyên navbera civakan de, ji bo aştiyeke mayîn de piştgirî dan.    Di encamê de jinan di çareseriya pirsgirêkên li Îrlandayê de ji bo avakirina aştiyê nêzîkatiyeke afirîner û berfireh nîşan dan. Wan rê li ber xurtkirina diyaloga civakî, piştgirîkirina kesên ku ji pevçûnan bandor bûne û tevlêkirina wekheviya zayendî di pêvajoya aştiyê de kir. Hewldanên aşitiyê yên bi pêşengiya jinan jî di serdema piştî pevçûna li Îrlanda Bakur de ji bo parastina aştiyê tevkariyên girîng kirin.