Têkoşîna li derveyê sînoran bilind dibe (2) 2025-03-02 09:08:59     Jinên zincîr şikandin   Derya Ceylan    NAVENDA NÛÇEYAN - 8’ê Adarê ji bo jinên Fîlîpînê ne tenê pîrozbahiyek, sembola têkoşîna li dijî xizanî, binpêkirin û newekheviyê ye. Ji Gabrîela Sîlang heta îro, tevgera berxwedana berdewam kiriye, heta maf û edelet bê bidestxistin wê bidome.   8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê sîmgeya têkoşîna ku jin ji bo wekhevî, azadî û edaletê dide ye. Jinan sedsala 19’an de bi sanayîbûnê re, bi daxwaza mafê dengan û şert û mercên wekhev yên xebatê têkoşîna rêxistinkirî dan destpêkirin. Bi pêşniyara Clara Zetkîn di 1910’an de ev berxwedan li cîhanê belav bû û didome.   Ev xeta têkoşînê bi welatên rojava sînor nema, li Latîn Amerîka, Rojhilata Navîn, Afrîka û Asyayê dengê jinan bilind bû. Li Fîlîpînan berxwedanê Gabrîela Sîlang, li Meksîkayê Las Soldaderas û di tevgera jinan de berxwedanên jinan û li Afrîkayên şervanên azadiyê bû sembola vê têkoşînê.    Di vê beşa dosya xwe de em berê xwe didin Fîlîpînan. Li vir jin bi salan eli dijî xizanî, binpêkirin, zextên civakî têdikoşin.   Têkoşîna ji Gbarîela Sîlan heta îro hatiye li her çar alî cîhanê xurt dibe û berdewam dike.   Li Fîlîpînan berxwedana jinê: Di dîrokê de îro   Têkoşîna jinên Fîlîpînê beriya binpêkirinê dest pê kir. Beriya Ispanyolî bên li Fîlîpînê jin pêşengên civakê bûn. Lîderên jin yên ruhanî BAbaylan, hemû pergala civakî bi rêve dibirin.Bi zanebûnên xwe di civakê de rolên girîng digirtin ser xwe.   Jin wê demê di jiyan aborî de xurt bûn. Bazirganî dikirin, di çandiniyê de dixebitîn. Xwedî mal û milk bûn. Xwedê mafên wekhev bûn.   Lê piştî bipêkirina Ispanyolî ev guherî. Mîsyonerên kataolîk jin bi malê sînor kirin. Lê jinan serî netewand.   Gabrîela Sîlang: Sembola berxwedana jinê    Di sedsala 19’an de jinên Fîlîpîn di berxwedana li dijî binpêkirinê de di eniya pêş de bûn. Yek ji fîgura girîng a têkoşînê Gabrîela Sîlang ya di 1731’ê de hatiye dinê bû. Hevjînê wê Dîego Sîlang tê qetilkirin û Gabrîela piştî vê lîderiya berxwedanêdike. Li dijî hêzên Îspanyol şer meşand.  Lê Gabrîela di 1763’an de hat girtin û darvekirin. Lê wêrekiya wê di dilê jinên Fîlîpîn de berdewam kir. îro tevgera herî mezin a mafê jinan navê wê dihewîne: GABRIELA (Meclîsa giştî ya wekhevî, lîderî, reformê - General Assembly Binding Women for Reforms, Integrity, Equality, Leadership, and Action).   Bilindbûna emperyalîzma Amrîkayê û tevgera jinan   Di 1898’an de piştî şerê Ispanyol-Amerîkayê Fîlîpîn vê carê ket bin rêveberiya Amerîkayê. Ji bo jinan derfetên pîşe û perwerdê bînin jî di bin vê de asîmîlaysonek kûr hebû. Mamosteyên Amerîkayî perwerda îngîlîzî zêde kirin û ziman û nasnameya wan avêt plan dawî. Jin di karên mamostetî û hemşîretiyê de zêdetir bih bigirin jî ev parçeyek plana Amerîkayê bû.   Vê demê jinan dest bi parastina mafên xwe kirin. Di 1905’an de Komeleya Femînîst a Fîlîpînê (Asociación Feminista Filipina), daxwzên xwe anîn ziman. Jinan di 1937’an de  mafê hilbijartinê bidest xistin.   Di bin siya şer de jin   Di duyemîn şerê cîhanê de Japonyayê di 1941’ê de Fîlîpîn dagir kir. Mêr şandin eniyê û jin jî bûn hêza esas a civakê. Jinan hem di karên malê de hem di tevgerên gerîla de rolên aktîf lîstin. Rêxistinên wek Jinên Azad yên Fîlîpînê (Malaya Filipina) wê demê bi rihê berxwedanê tevgeriyan. Lê şer êşên mezin jî bi jinan dan kişandin. Leşkerên Japon destdirêjî li hezaran jinî kirin. Piştî vî şerî jin mahkumê bêdengiyê hatin kirin.   Şerî serxwebûnê: Navbera hêvî û newekheviyê de   Di 1946’an dema Fîlîpînan serxwebûn bi destxist jinan digot wê hîn bêtir bibin xwedî derkeve. Lê vê wekhevîya zayendî bi giştî neanî. Jinan parastina mafên xwe berdewam kir. Piranî jin di karên bê îtîbar û heqdestê kêm de xebitîn.   Di 1965’an de piştî Ferdînand Marcos hat desthilatdariyê, dema otorîter ya li Fîlîpînê dest pê kir. di 1972’yan de bi OHAL’ê re binpêkirina mafan zêde bû. Şertên jiyana jinan zehmet bûn. Li dijî vêjinan berxwedan mezin kirin û di 1984’an de GABRÎELA ava kirin.    Têkoşîna wan didome   Piştî şoreşa 1986’an de Fîlîpînî derbasî demokrasiyê bûn, lê di alî mafê jinan de wekhevî hema pêk nehat. Di 1990’an de tevgera jinan xurt bû. GABRÎELA, Buroya Mafê Mirovan û Qanûnî ya Jinan (Women’s Legal and Human Rights Bureau) û Federasyona Jinên Gundî ya Netewî Amihan (Amihan National Federation of Peasant Women), ji bo mafê jinan kampanya dan meşandin. Yek ji destkeftiya girîng Qanûna li dijî Tundiya li ser Jin û z Arokan a di 2004’an de hat qebûlkirinê bû. Di 2012’an de Qanûna Tenduristiya Welidînê a jinan ket meriyetê.   Îro têkoşîna jinên Fîlîpîn ne tenê ji bo wekheviya zayendî ji bo hemû mafan didome. Têkoşîna jinên Fîlîpîn, xwe dispêre  kenveşopiyeke bi kok a ji wêrekiya Gabrîela Sîlang îlhamê digire tê.