Têkoşîna li derveyê sînoran bilind dibe (3) 2025-03-03 09:06:45   Derya Ceylan   Ji Lalla Fatma N’Soumer heta îro: Em nivîskarên vê dîrokê ne   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Cezayîrê bi rihê berxwedana ji Lalla Fatma N’Soumer ku heta îro hatiye, ji binpêkirinê bigirin heta têkoşîna maf her tim ji bo aştî, azadî û wekheviyê têkoşîn dan. Îro hîna jî jin dibêjin ‘em nivîskarên vê dîrokê ne’ û dengê xwe bilind dikin.   8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ne tenê rojeke pîrozbahiyê, di heman demê de roja têkoşîna azadî, wekhevî û maf e. Kokên vê têkoşînê heta dergûşa dîroka mirovahiyê cemsera Afrîkayê dirêj dibe. Li Misira Antîk, fîravûnên jin yên wek Hatshpesut di rêveberiyan de bûn xwedî gotin, li Rojavayê Afrîkayê di împaratoriyên Malî û Songhay de jin navendên rêxistinkirina bazirganî, huner û civakî de cih girtin. Lê ji sedsala 15’an şûnde, cemser bi bazirganiya kole û binpêkirinê hejiya û di jiyana jinan de jî guherînek mezin çêbû. Li Afîkayê di gelek civakên herêmî de jinan li dijî zextan pêşengiya berxwedanê kirin.”   Di vê beşa dosyaya xwe de em balê dikşîninin ser têkoşîna jinan a Cezayîrê ku li bakurê cemsera Afrîkayê cih digire.  Li Cezayîrê di 1830’yî de dagirkirina Fransayê dest pê kir. Jinên Cezayîrê ji bo mafên xwe yên çandî, nasname û azadiyê biparêzin têkoşîn dan. Bi nasnameyên xwe yên dayik, mamoste, hemşîre û şervan têkoşîn meşandin. Jinên Cezayîrê di 8’ê Adarê de ji bo vê dîrokê bidin bibîrxistin bi wêneyên jinên berxwedêr Lalla Fatma N’Soumer û Djamila Bouhired derkevin qadan.  Di dema şerê serxwebûnê ya di navbera salên 1954 û 1962’an de, şervanên jin ên wek Djamila Bouhired, Zohra Drif û Hassiba Ben Bouali hem li eniyê hem li bajaran bi awayekî çalak şer kirin. Lê piştî serkeftina serxwebûnê vegeriyan rolên xwe yên kevneşopî. Dîsa jî ji Lalla Fatma N’Soumer heta tevgera Hîrak, têkoşîna jinên Cezayîrê, li cemserê îlham da tevgeren mafê jinan. Îro di 8’ê Adarê de jinên Cezayîrê dibêjin ‘Em ne tenê şahidên bêdeng ên dîrokê, em nivîskarên vê dîrokê ne’ û daxwazên xwe yên aştî û azadiyê diqîrin.   ‘Jin jî li berxwe dide jin jî şer dike’   Li herêma Kabylîe ya Cezayîrê di navîna sedsala 19’an de li qadên şer jinek wêrek a bi laçika xwe sipî dimeşiya hebû. Navê wê Lalla Fatma N’Soumer bû. Ne tenê şervanek bû, lîderek jiyana xwe dabû ser azadiya gelê xwe. Dema Fransa ket axa Cezayîrê, Fatma N’Soumer banga berxwedanê li kabîleyên Berberî kir. Wê demê jin hepsê malê hatibûn kirin û tenê di nav malbatê de bûn. Lê Fatma N’Soumer got ‘jin jî şer dikin jin jî li berxwe didin’ cesaret da gelê xwe. Dema Fransayê Fatma  N’ Soumer dîl girt, ew serbilidn bû. Di 1863’yan de jiyana xwe ji dest da lê rihê wê yê berxwedanê di dilê jinên Cezayîrê de jiya. Lalla Fatma N’Soumer ne tenê şervanek bû di heman demê de lîdereke civakî û olî bû, ji gel re di her alî de rehberî dikir.   Bûn sembola berxwedanê   Di salên ku Fransa ket Cezayîrê, ji bo jinan jî dihat wateya dîlgirtinê. Fransiyan bi hinceta ‘beşerîbûnê’ hewl da jinan asîmîle bike. Zextên li ser jinan zêde bûn. Lê jinan bi laçikên xwe yên sipî bûn sembola berxwedanê. Wê demê çûyîna dibistanan hema hema bê derfet bû. Lê hinek jinan bi veşarî zarokên xwe şandin dibistanê.   Hemû cîhan berxwedana jinên Cezayîrê diaxive   Di navîna sedsala 20’î de têkoşîna jinên Cezayîrê gihişt astek nû. Di 1954’an de dema şerê serxwebûnê derket, jinên Cezayîrê bêdeng neman. Ew di dil, rih û eniya berxwedanê de bûn. Djamila Bouhired, Zohra Drif, Hassiba Ben Bouali û gelek jinên din ên wêrek bûn lehengên têkoşîna serxwebûnê. Djamila Bouhired, dema li dijî Fransiyan şer dikir hat girtin, îşkence dît û cezayê darvekirinê lê hat birîn. Gotinên wê yên dadgehê ‘hûn bedena min li zincîrê jî bixin hûn nikarin rihê min dîl bigirin’ deng dan. Di encama zextên navneteweyî de hat berdan û hemû cîhanê berxwedana jinên Cezayîrê diaxivî.   Şerê serxwebûnê bi serkeftinê bi encam bû   Di 1962’yan de şerê serxwebûnê bi serkeftinê bi encam bû. Kolanên Cezayîrê bi stranên azadiyê deng didan. Lê di nav wan stranan de dengê jinan hêdî hêdî hat birîn. Jinên di şer de têdikoşiyan, vedigerandin rolê wan ên esas. Jin mahkumê malê dikirin. Di 1984’an de qanûna malbatê ya hat derxistin, jin bi qanûnî xistin bin vesayeta mêran. Bi vê re jinan bêyî destûra bav, bira û hevjîn nikaribûn derkevin derve û welayeta zarokên xwe jî nikaribû bigirtana. Di 2005’an de bi reforma pêk hat di mijarên wek destberdan, welayet û gerê de hinek pêşketin çêbûn. Lê hîna jî jin û mêr di gelek mafan de ne we khev in.   Têkoşîn neqediya   Di 1990’î de li Cezayîrê şerê navxweyî destpê kir. 10 salan berdewam kir û jiyan veguherî kabûsê. Komên radîkal jin wek sembola modernbûnê dîtin û hedef girtin. Jinên mamoste, rojnameger, aktîvîst hatin revandin, qetilkirin, destdirêjî lê hatin kirin. Tevî hemû zextan têkoşîn bidawî nebû. Jinan rêxistinên maf ên wek Réseau Wassila, Tharwa N’Fadhma N’Soumer ava kirin.   Rêjeya çûyîna zanîngehan zêde bû   Ji salên 2000’î şûnde di mijara mafê jinan de li Cezayîrê pêşketin çêbûn. Rêjeya çûyîna zanîngehan ji sedî 65 jin ava dikin. Lê vê bandor li tevlibûna hêza kar nekir. Tevlibûna hêza kar a jinan ji sedî 20 ma. Di 2005’an de di Qanûna Malbatê de hinek reform hatin kirin. Mafê destberdan û welayetê ya jinan hat xurtkirin lê hîna jî wekhevî tune ye.   ‘Azadî ne tenê ji bo mêran e’   Di 2019’an de Tevgera Hîrak a li Cezayîrê têkoşîna jinan anî qoxanek nû. Jinên Cezayîrê li klanan ne tenê mafên aborî û siyasî yên jinan jî diqêriyan. Jinan bi gotina ‘azadî ne tenê ji bo mêran e’ daketin qadan. Di eniya pêş de cih girtin. Ew neviyên Lalla Fatma N’Soumer’ in, Djamila Bouhired bûn.   ‘Ev nivîskarên dîrokê ne’    Jinên Cezayîrê di mafên perwerde û hinek mafên din de pêş ketibin jî di mijara wekheviya zayendî de hîna wekheviyek tuneye. Pirsgirêkên nûneriya jinan, pirsgirêkên newekheviyê û tundiyê hîna didomin. Lê jinên Cezayîrî serî natewînin. Her 8’ê Adarê di destê wan de wêneyên Lalla Fatma li kolanan e û dibêjin ‘em ne tenê şahidê bêdeng ên dîrokê ne, em nivîskarên vê dîrokê ne.’