Bi hevjiyana azad ber bi neteweya demokratîk ve (3) 2025-06-18 09:05:21     Rojava: Axa ku hevjiyana azad li ser pratîk bûye    NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mijara “Di neteweya demokratîk de hevjiyana azad" wiha şîrove dike: "Em çiqasî karibin jinê weke objeyeke cazîbeyê ya cinsî nebînin, em ê ewqasî karibin jinê bikin hevrê û dosteke hêja. Hevrêtî û dostaniya bi jinê re ya ji cinsperestiyê bihurî têkiliya herî bi hêz e. Bi jinê re di şertên hevjiyana azad de jî divê di bingehê têkiliyan de avakirina civakê û neteweya demokratîk hebe."   Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12'yemîn li dar xist û biryar da ku têkoşîna çekdarî biqedîne û xwe fesîx bike. Abdullah Ocalan ji bo Kongreya 12'yemîn a PKK'ê du belgeyên cuda amade kir û pêşkêş kir. Rojnameya Serxwebûn di hejmara xwe ya 521 a dawî de belgeyek ji 21 rûpelan ku Abdullah Ocalan di 25'ê Nîsanê de nivîsîbû weşand. Di vê belgeya girîng a dîrokî de ku ji danasîn û 7 beşên bingehîn pêk tê, Abdullah Ocalan li ser hîmên teorîk-polîtîk-dîrokî-bername ên serdema nû digire dest.   Tevgera Jinên Kurd bi perspektîfa Abdullah Ocalan a di aliyê bîrdozî, felsefî û rêxistinî, di jiyana rojanê de pratîze dike û pêşengtî ji civakê re her wiha tevahî tevgerên jinên cîhanê re dike. Em dikarin di çarçoveya mijara dosyaya xwe de Rojava wek mînakeke şênber bidin. Li Rojava, veguherîna mêran, ji nû ve avakirina mêraniyê ku li ser bingehek azad gihîştiye astekî û hêj jî berdewam dike, tecrûbeyek girîng e ji bo têkoşîna azadiya jinê. Bi hişmendiya xwenaskirin û naskirina hevdu şertên bingehîn ên hevjiyana azad gavên cidî hatin avêtin.   Me di beşa dawî ya dosyaya xwe de cih da nirxandinên Abdullah Ocalan a bi sernavê “Di neteweya demokratîk de hevjiyana azad".   Hebûna 3 fonksiyonên bingehin    Abdullah Ocalan wiha bal kişand ser fonksiyona jiyana zindiyan: “Em dizanin ku di jiyana zindî û ruhberan de sê fonksiyonên bingehîn hene. Ev xwe xwedîkirin, parastina hebûna xwe û dewamkirina zuriyeta xwe ye. Em dema behsa jiyana zindî û ruhberan dikin mebesta bi tenê yekeyên biyolojîk nînin, her hebûna gerdûnî li gorî xwe xwedî fonksiyonên zindîtiyê yên bi heman rengî ne.    Pirrbûn û heyîn bûyereke xerîb e   Ev fonksiyonên bingehîn li cem mirov gihiştine asteke cuda. Li cem civaka mirov rasyonalîte gihiştiye asteke welê ya pêşketinê, eger mirov serê xwe jê neêşîne, dibe ku hebûna tevahî zindiyên din bi dawî bike. Eger gerdûna biyolojîk di astekê de bê rawestandin, jixwe domnedarkirina cinsê mirov ê bi xwe pêk bê. Ev paradokseke ciddî ye. Cinsê mirov ê ji niha ve hejmara wî ji heft mîlyaran bihuriye bi vê lezê pirrbûna wî dewam bike, di demeke pirr kin de wê ji wê asta biyolojîk bibihure û domnedarkirina jiyana mirov ê derkeve holê. Tişta rê li ber vê vedike, rasyonalîteya mirov e. Ango heman rasyonalîte, berî ku mirov bigihîje wê asta biyolojîk, divê pirr zêdebûnê rawestîne. Pirrbûn û heyîn bûyereke xerîb e. Makîneyek e ku em dikarin jê re aqlê xwezayê bibêjin, timî bi roleke tewazunê radibe û tewazuna di navbera heyîn û pirrbûnê de pêk tîne. Lê rasyonalîteya mirov cara pêşî ye ku li ber vê mekanîzmeya tewazunê radibe. Ya rastî, têgîna xwedabûnê jî ji vê rasyonalîteyê derketiye holê. Mirovê di rasyonalîteyê de sînor nas nake xweda ye. Xisletên rasyonel ên mirov rê li ber avakirina xwedayan, dînan û sîstemên din ên afirîner vekirine.”   Abdullah Ocalan wiha bal dikişîne ser civaka Kurd: “Mirov dibîne di civaka Kurd de jiyan herî zêde li dora diyardeya jinê nayê hiştin û tê tinekirin. Di çandeke civakî de ku navê jin û jiyanê bi awayekî rastî dike yek (peyvên weke jin, jiyan, can, şen û cîhanê timî ji yek kokê zêde bûne û hemû jî rastiya jin û jiyanê îfade dikin), di jinê de jiyan tê tinekirin û ev jî nîşaneya sereke ye ku civakîbûn tê qedandin. Ji çandeke bingehê şaristaniyê li dora jinê daniye û rê li ber çanda xwedawendiyê vekirî tişta mayî ew e, der barê jiyana bi jinê re çavkoriyeke mezin û çilekiyeke teslîmî xerîzeyan bûyî heye. Jiyana civakî ya di nava pencê modernîteya kapîtalîst de ya li pey rêûresm, îmha û înkarê diçe, jiyanek e ku bi temamî mehkûmî neçariya jinê hatiye kirin. Têgihiştina li namûsê ya xwe disipêre jinê mîna çepera dawî ya parastinê be, rewşeke ji maneya xwe ya rastî nomos = pîvan an qanûnê dûrketinê îfade dike. Pirr bi namûsiya ji bo jinê, pirr bê namûsiyeke civakî îfade dike. Bi temamî paradoksek e, ji namûsa civakê çiqasî dûr dikeve, ewqasî ji bo jinê bi namûs dibe.”   ‘Li gelemperiya dinyayê koletiya jinê giran e’   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da zanîn ku kengî namûsa civaka xwe ji dest dan, Kurdan bîr nebir ku wê namûsa jinê jî nikarîbin biparêzin û ev bi tenê ne cehalet e, di heman demê de li ser navê exlaq bêexlaqî ye û got: “Têgihiştina namûsê ya di bin navê namûsa jinê de dixwazin li ser piyan bigirin mêrê Kurd ê ji aliyê exlaqî û polîtîk ve qediyayî ye û ev hewldana mêr a îspatkirina bi hêzî an jî bê hêziya wî ya li ser koletiya jinê ye. Êşa serdestiya biyaniyan a li ser wî û civaka wî dixwaze di serê jinê de ku di bin destê wî de ye, derxe. Bi awayekî xwe terapî dike. Eşkere ye ku li gelemperiya dinyayê koletiya jinê giran e, lê belkî bi qasî ku li ti devera dinyayê nebe, statuya jina Kurd di koletiyeke pirr giran de ye. Bi giştî bûyera pirrzarokanînê rûyekî din ê vê rastiyê ye.   Pirrzarokanîn rê li ber pirsgirêkên mezin vedike   Cehalet û tinebûna azadiyê, di civakên bi heman rengî de ji bo dewamkirina hebûna xwe weke çareya bi tenê yan jî ji ber bêçaretiyê pirr zarokan çêdikin. Di her civaka ji bîreweriyê mehrûm de diyardeya pêk tê ev e. Paradoks di vir de ye, ji ber ku xwexwedîkirin û ewlekarî tineye, pirrzarokanîn rê li ber pirsgirêkên mezin vedike. Bêkarî weke aşûta ji serê çiyê bê xwarê mezin dibe. Jixwe sîstema karê ya kapîtalîst vê hejmara zêde ya mirovan dixwaze da ku koletiya bi heqdestekî kêm bimeşîne. Rêûresma şaristaniyê û modernîte milên xwe didin hev û tevahiya hilweşîneriya xwe li ser jinê bi vî awayî pêk tînin. Em timî dibêjin, kengî jin û jiyan ji jinbûn û jiyanbûnê derketin şert û mercên civakbûnê jî hildiweşin û ji hev de dikevin. Hêmanên em dikarin ji wan re şoreş, partiya şoreşger, pêşeng û mîllîtan bibêjin, eger vê rastiyê ji hev dernexin û bikevin ser riya azadiyê wê nikaribin bi rola xwe rabin. Kesên bi xwe bûbin girêka kor wê nikaribin girêka kor ên kesên din ji hev vekin. Ango kesên xwe azad nekiribin wê nikaribin kesên din azad bikin. Yek ji encamên girîng ên PKK û şerê gel ê şoreşgerî di vê mijarê de gihiştiyê ew e, azadî û rizgariya jinê bi analîzkirin, rizgarkirin û azadkirina diyardeya jinê dibe. Lê çawa ku me diyar kir, mêrê Kurd jî namûsa xwe ya gelekî hatiye berevajîkirin an jî bi awayekî zanistî bi danasîneke rastir bênamûsiya xwe di serweriya mutleq a li ser jinê de dibîne. Ya bi awayekî bingehîn divê ji hev bê derxistin ev nakokiya no û dijwar e.”   'Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye'   “Di pêvajoya netewebûyînê de azadbûyîna jinê gelekî girîng e” dibêje û wiha berdewam dike Abdullah Ocalan: “Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye. Civaka azadbûyî jî neteweya demokratîk e. Me behsa girîngiya şoreşgerî ya berevajîkirina rola mêr kiribû. Maneya vê ew e, li şûna ku li ser jinê serwer bibe û zuriyetê bi jinê dewam bike, netewebûyîna demokratîk bi hêza xwe dewam bike û ji bo vê hêza îdeolojîk û rêxistinî pêk bîne û otorîteya xwe ya polîtîk serwer bike; bi awayekî îdeolojîk û polîtîk xwe çêke. Ji pirrbûna bi fizîkî zêdetir divê bi hêzbûna zêhnî û ruhî bê xurtkirin. Ev rastî xwezaya eşqa civakî pêk tînin. Ji sedî sed divê mirov eşqê weke hevhestyariya di navbera du kesan de û cazîbeya cinsî nebîne. Heta divê mirov bi ber bayê xweşikiyên şiklî yên maneya wan a çandî tineye nekeve. Modernîteya kapîtalîst sîstemek e ku li ser înkara eşqê hatiye avakirin. Înkara civakê, harkirina ferdiyetê, ketina cinsperestiyê ya her qadê, xwedakirina pere, li şûna xwedê danîna dewleta netewe, weke xebatkareke bêheqdest an jî ya bi heqdestê herî kêm bi nasnamekirina jinê bingehê maddî yê vê înkara eşqê ye.   Bihevrebûnên biyolojîk    Divê mirov xwezaya jinê baş nas bike. Eger mirov seksualîteya jinê bi awayekî biyolojîk balkêş bibîne û li ser vî bingehî nêzî wê bibe û têkiliyê pê re deyne, ev ji serî ve têkçûna eşqê ye. Em çawa ku ji bihevrebûnên biyolojîk ên ruhberên din re nikarin bibêjin eşq e, em ji bihevrebûnên biyolojîk ên mirov ên li ser bingehê cinsî re jî nikarin bibêjin eşq e. Em ji vê re dikarin bibêjin fonksiyona normal a zêdebûna zindiyan. Ji bo vê fonksiyonê hewcedarî bi mirovbûnê jî tineye. Jixwe heywan-mirov vê fonksiyonê bi hêsanî bi cih tînin. Yên eşqa rastî dixwazin, divê vî şêweyê zêdebûnê yê heywan-mirov biterikînin. Em çiqasî karibin jinê weke objeyeke cazîbeyê ya cinsî nebînin, em ê ewqasî karibin jinê bikin hevrê û dosteke hêja. Hevrêtî û dostaniya bi jinê re ya ji cinsperestiyê bihurî têkiliya herî bi hêz e.   Mêrê bi hêz ti carî li ber jinê nagere…   Bi jinê re di şertên hevjiyana azad de jî divê di bingehê têkiliyan de avakirina civakê û neteweya demokratîk hebe. Em divê mîna di modernîteyê de û di nava sînorên rêûresmê de jinê di rola hevser, dayik, xuşk û evîndarê de nebînin û ji vê bibihurin. Beriya her tiştî divê em têkiliyên mirovan ên bi hêz ku xwe disipêrin avakeriya civakê û yekîtiya maneyê serdest bikin. Jinek an jî mêrek dema hewce kir divê dest ji hevsera xwe, ji zarokê xwe, ji dayika xwe, ji bavê xwe û ji evîndara xwe bikişîne, lê divê ji rola xwe ya exlaqî û polîtîk a di civakê de ti carî dest nekişîne. Mêrê bi hêz ti carî li ber jinê nagere, li pey wê naçe, jê re dijûnan nade, lê nade û hesûdiya wê nake. Hevsera wî û evîndara wî be jî dema bixwaze jê veqete divê destê xwe nediyê, topizka xwe jî lê nede. Heta, heke hebin, piştî ku rexneyên xwe lê kirin, wê pê re alîkar be da ku weke dixwaze bijî. Eger dixwaze bi jinê re têkiliyeke bingehê wê yê îdeolojîk û civakî bi hêz pêk bîne, divê tercîhê û pirsê ji jinê re bihêle. Asta azadiya jinê, tercîha wê, tevgera wê ya bi hêza wê çiqasî bi pêş ketibe, jiyaneke bêhtir manedar û xweş pê re dibe.”   Avakirina neteweya demokratîk   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wiha bal kişand di avakirina neteweya demokratîkde rola hevjiyana azad: “Di şertên roja me ya îro de hevjiyana azad a herî îdeal a mêr û jinê, di rastiya me ya civakî de kengî xebatên zehmet ên avakirina neteweya demokratîk bi serketinên mezin pêk hat, pêk tê. Li Kurdistana roja me ya îro di rastiya civakî de diyalektîka eşqeke manedar divê bi giranî platonîk be, û bi vî awayî pêk bê. Ev eşq hêja ye. Eşqa platonîk eşqa fikir û çalakiyê ye. Lewma hêja ye. Her tim bi jina herî bedew a dinyayê re mayîn eşq nîne. Jixwe ji ber ku eşq nîne, piştî bihevrebûneke demkin durûtî wê xwe nîşan bidin. Ji ber ku bi awayekî bêmane ev têkilî çêbûye yan li ser bingehê têkiliyeke cinsî hatiye danîn. Li hemberî vê di pratîka PKK û KCK’ê de koleyên doh gelek jin û mêrên ti carî li cem hev bi hev re nebûne, di avakirina neteweya demokratîk a gelê xwe de hemûyan bi hev re bi eşqeke platonîk karên mezin bi ser xistin û îspat kirin ka çiqasî kesayetên bi hêz in. Di vê mijarê de bi sedan nirxên me, şehîdên qehreman hene. Ev qehremanên mezin in ku bi ser ketine bibin Mem û Zîn.”   'Hêza wan têra vê jî neke û nikaribin maneyê bidinê'   Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku di rewşên bi vî rengî de divê li cem ferd, hêmanên eşqê di azadkirina welatekî de, di rizgarkirina netewe û civakekê de bêne temsîlkirin. Ji bo vê jî gelek şerên polîtîk û eskerî divên; hêzeke zêde ya îdeolojîk û exlaqî divê. Herweha bêparmayîna ji estetîkê û bedewiyê qebûl nake. Kesên bi îddîaya eşqa platonîk radibin dema bixwazin eşqa xwe taybetî bikin û bi awayekî berbiçav pêk bînin, divê bersiva van şert û mercan hemûyan bidin. Eger hêza wan ji bo van şertan têrê neke yan divê eşqa xwe ya platonîk dewam bikin, yan jî hêza wan têra vê jî neke û nikaribin maneyê bidinê, hingê wê bikevin zewacên modernîte û şaristaniyê (rêûresmê) ku di wan de pîvanên biyolojîk an jî bihevrebûnên cinsî yên koledar serdest in. Eşqa azad bi zewacên biyolojîk-koledar an jî têkiliyên li derveyî zewacê li cem hev nabin. Qanûnên eşqê xwe li têkiliyên bi vî rengî ranagirin.   Ez ji şehîdên me yên mezin ên jin, ji wan nirxên payebilind hîn bûm ku jin hebûneke bi nirx e. Tişta bi wan pêk hat, belkî jî bi wan eşqa welatê ji destçûyî û nasnameya civakî ya wendabûyî ji nû ve bi awayekî azad hat bidestxistin. Jixwe ev jî eşqeke gelekî hêja, mezin û heqîqî bû. Eşqeke welê bû ku xayîn û durûyên wê gelek bûn û bi vî awayî min jî bîranîna Mem û Zînê hem zindî kir û hem jî pêk anî.”