Bi 8'ê Adarê Civaka Azad û Demokratîk (1) 2026-02-20 09:10:32   Roja Jinan a Cîhanê 115 salî ye   Semra Turan   NAVENDA NÛÇEYAN - 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê îsal di zemîneke ku daxwaza azadî û wekheviyê ya li dijî qetilkirin û tundiyên li ser jinan, bilind dibe tê pêşwazîkirin. Jin li her çar alî cîhanê derdikevin qadan û ziman cuda bin jî dengê xwe bilind dikin, têkoşîna hevpar mezin dikin.   8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wek her sal îsal jî li her çar alî cîhanê tê pêşwazîkirin. Jinan li gelek bajaran dest bi xebatên 8’ê Adarê kirin û start dan. Di çarçoveya van amadekariyan de rêxistin, înstiyatîfên jinan bi civîn û hevdîtina bernameyên xwe teşe dikin û bangên ji bo çalakî û bernameyan tênkirin.    8’ê Adarê îsal di bin siya şerên li cîhanê û tundiya li ser jinan û her wiha têkoşîna li dijî van bilidn dibe tê pêşwazîkirin. 8’ê Adarê ku 115 sal e li cîhanê tê pêşwazîkirin, ji bo jinên cîhanê rojeke global e û di heman demê de hişmendiya der barê newekheviya zayendî û newekheviyê de bilind dike. Jin 8’ê Adarê ne tenê wek rojekê, wek qonaxeke girîng ya têkoşîna jinê dide xuyakirin digirin dest.   Di vê beşa dosya xwe de em dîroka derketina 8’ê Adarê û pêvajoya ku ev roj veguheriye roja têkoşîna navneteweyî digirin dest.   8’ê Adarê çawa dest pê kir?   Di 8’ê Adara 1957’an de li New Yorkê li fabrîkayekê 40 hezar karker dixebitin û bi daxwaza xebata 16 saetî dakeve 10 saetan, dest bi grevê kirin. Grev ji aliyê karkerên jin ve hat rêxistinkirin û polîsên xwestin pêşî li çalakiyê bigirin, bi piştgiriya patronan bi hezaran karker di fabrîkayê de hain girtin û di wê navberê de ji ber şewata derket 148 karker şewitîn û mirin. Ji van 129 heb karkerên jin bûn û 48 jî endamên sendîkayê bûn. Çapemeniya DYA’yê hema hema qet cih neda bûyerê û nêzî 100 hezar kesî tevlî merasîma cenazeyên karkeran bû. Di 26-27’ê Tebaxa 1910’an de li Kopenhagê duyemîn konferansa jinan a navneteweyî pêk hat û ji 17 welatî 100 delegeyên jin tevlî bûn. Daxwazên girîng ên jinan hatin ziman. 8’ê Adarê Roja Jinan  a Cîhanê bi pêşniyar bi yek dengî hat qebûlkirin. Di 3’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya di 1921’ê de li Moskovê pêk hat de biryar hat girtin ku 8’ê Adarê weke  roja jinan bê pîrozkirin. Di navbera salên yekemîn û duyemîn şerê cîhanê de bîranînên 8’ê Adarê hatin qedexekirin. Di dawiya salên 60’î de 8'ê Adarê li DYA’yê hat pîrozkirin û bi awayekî xurt hat rojevê. NY’ê 66 sal şûnde 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê qebûl kir. Di 16’ê Kanûna 1977’an de 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê qebûl kir.   Cîhan pêşwazî dike   Îro li gelek welatî jin bi têkoşîn û berxwedanê gelek mafên wek yên perwerde, hilbijartin, wekhevî û aboriyê bi destxistine û di nûneriyên civakî de cih digirin. Tevgera jinan li seransreê cîhanê bi destkefiyên qanûnî sînor nema. Tevgera femînîst di 1960 û 70’ê de têkoşîna ku jin li ser beden û nasnameya xwe bibin xwedî gotin derxistin pêş.Bi salên 1990’î re pêla sêyemîn a femînîzmê têkoşîna jinan hîn berfireh kir.Îro li sernaserê cîhanê jin ji bo hemû mafên xwe têdikoşin. Li Afganîstanê mafê jinan yê perwerdê tê xespkirin û li Îranê li dijî serî girtinê li ber xwe didin. Li Latîn Amerîkayê tevgera ‘Nî Una Menos’ xurt dibe û li dijî mûçeyê newekhev û newekheviya zayendî dengê xwe bilind dikin.   Li Tirkiyeyê 8’ê Adarê   Li Tirkiyeyê 8’ê Adarê yekem car di 1922’an de  li Enqereyê hat pêşwazîkirin. Bi îlankirina komarê jinan di hilbijartinên şaredariyê ya sala 1930’î de di hilbijartinên giştî yên 1934’an de mafê hilbijartinê bidest xistin û di tevgerên karker û siyasî yên 1970 û 80’ê de cih girtin. Di 1987’an de Meşa Jinan a li dijî Tundiyê, yek ji qonaxa girîng a tevgera jinan a li Tirkiyeyê bû. Di 1990’î de rêxistinên jinan ji bo stargeh, destkeftiyên şênber têkoşîn dan. Di salên 2000’î de di mijara mafê jinan de sererastkirinên qanûnî pêk hatin. Di 2012’an de Peymana Stenbolê hat îmzekirin lê di 2021’ê de hat feshkirin.   Têkoşîna jinan a li Kurdistanê piştî salên 80’yî hîn bêtir derket pêş û jinên Kurd di eniya pêş a berxwedanê de cih girtin. Tevgera Jinên Kurd li dora îdeolojiya parastina azadbûnê bi teşe bû.  Di salên 90’î de jinên Kurd rêxistina xwe ava kirin û ji bo wekheviya zayenda civakî û mafên neteweyî têkoşîn dan. Îro jinên Kurd li Başur, Bakur, Rojhilat û Rojava ji bo mafên xwe têdikoşin.   8’ê Adarê netenê pîrozbahiyek e, 8’ê Adarê sembola têkoşîna ji bom maf, wekhevî û edeletê tê dayînê ye. Li Kurdistan, Tirkiye û her çar alî cîhanê jin ji bo mafên xwe têdikoşin û tên gel hev.   Sibê: Li DYA’yê têkoşîna hevpar a jinan