Pirsgirêk û perspektîfên çareseriyê (5)

  • 09:05 12 Çile 2024
  • Dosya
 
Li Iraq, Afganîstan û Pakistanê jihevderketina netew-dewletan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku xitimandina modernîteya kapîtalîst bi berfirehî nirxand, diyar kir ku li Rojhilata Navîn hema bêje ti welatekî ku pirsgirêkan dernekeve nîne û destnîşan kir ku modernîteya kapîtalîst û dewletên netewe yên ku dibin sedema qeyranan wekî çareseriyan  nayên pêşkêşkirin. 
 
Kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin bi tevlîbûnê roj bi roj mezin dibe. Sedema ku bi milyonan kes azadiya Abdullah Ocalan dixwazin bi ramanên wî ve girêdayî ye. Mijara ku gelek feylesof, ronakbîr, siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, rojnamevan, kedkar û gelek beşên civakê bi taybetî jin li ser hemfikir in, gerdûnîbûna ramanên Abdullah Ocalan e û rastiya ku ew krîzên îro hatine jiyîn perspektîfa çareseriyê pêşkêşî esasî dikin.
 
Nirxên ramanên Abdullah Ocalan ên li ser pirsgirêkên îro yên Rojhilata Navîn û çawaniya derketina pirsgirêka kurd û çawaniya çareserkirina wê, gelekî balkêş in. Pirtûka Abdullah Ocalan a bi navê "Çareseriya Neteweya Demokratîk" (Parastina kurdên di hawêra qirkirinê de) di vê mijarê de biryar û çareseriyeke girîng dide. Me di bin çend sernavan de nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser pirsgirêkên sereke yên herêmê çawa derketine holê û çawa dikarin bên çareserkirin berhev kirine. Di vê beşa lêkolîna me de nirxandinên netew-dewlet û perçebûna wan li Iraq, Afganîstan û Pakistanê û her wiha xitimandina pêkhateyên modernîteya kapîtalîst cih digire.
 
Abdullah Ocalan wiha bal dikişîne ser perçebûna netew-dewletê: 
 
Li New Yorkê di 11’ê Îlona 2001’ê de êrişeke birin ser Bercên Cêwî ku bi îhtîmaleke mezin komplo bû, û ya rastî, bi vê êriş û hewldanê sîstema kapîtalîst ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ da destpêkirin. Piştî ku di sala 1990’î de Rûsya Sovyetê ji hev de ket, NATO’yê ango sîstema hegemonîk a dinyayê Îslama radîkal a ji zû ve weke dijminê nû îlan kiribû, ya rastî weke maskeya îdeolojîk bi kar dianî. Armanca vê bi xwe jî ew bû, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li welatên Rojhilata Navîn ên bi çanda Îslamî radibûn, temamkirina hegemonya kapîtalîst a nîvcomayî û nexasim dewletên Îran, Iraq, Sûrî, Lîbya û hwd. yên weke dewletên asî û eşqiya hatine ragihandin bi awayekî bi rêkûpêk entegrekirina wan bi sîstemê ve û bi giştî jî bi hêzkirina hegemonya DYE’yê li dinyayê. 
Qutiya Pandorayê vebe yek bi yek
 
Bi ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ ku hegemonya DYE’yê xwe lê rakişand, valatiya piştî hilweşîna sîstema Sovyetê ya derketibû holê bihata tijîkirin. Wekî din, bi vî awayî wê pêşî li mezinbûna hevrikê nû yê muhtemel Çînê bihata girtin. Armanca pêngava pêşî ya li dijî Afganistanê ew bû, ji bo Rûsya û Çîn valatiya hegemonîk a li Asya Navîn tijî nekin bi lez tevgeriyabû û xwestibû însiyatîfê ji dest nede. El Qaîde û Talîban bi vê armancê weke amûrên paravan hatin bikaranîn. Eger bixwazin dikarin di nava bîstûçar saetan de dawiyê li wan bînin. Lê ji bo rewakirina şer diviyabû hebûna wan timî di rojevê de bihata hiştin. Di çarçoveya amadekariyên kirî de pêngava pêşî ya şer bi awayekî serketî pêk hat. Pêngava Iraqê jî bi serdestiya teknolojîk bi heman lezê gihişt armanca xwe. Armanc têkbirina rejîma Saddam Huseyîn bû. Ev armanc bi cih hat, lê zehmetiya rastî di qada siyasî de derket holê. Piştî ku rejîmeke asî mîna Iraqê (mirov dikare bibêje waliyê sîstemê wezîfedarkirî yê serî rakir) hilweşiya, tevahiya dîroka şaristaniyê xirabiyên ketibûn ser hev hemû mîna ku Qutiya Pandorayê vebe yek bi yek li naverastê weşiyan, belav bûn.
 
Piştî hilweşîna dewleta netewe...
 
Iraq welatekî ne ji rêzê bû. Sîstema şaristaniya navendî cara pêşî li vir hatibû avakirin û bi hezaran sal jê re bi rola dergûşê rabûbû. Tevahiya etnîsîte, dîn û mezheb li vê herêmê hatibûn cem hev. Ji aliyê siyasî ve yan rejîmeke hişk a despotîk yan jî sîstemeke demokratîk a ji yên herî radîkal ferz dikir. Di warê pêkanînê de şensê rejîmên siyasî lîberal ên Rojava tinebû. Herwiha herêmeke wisa nebû ku bi sosyolojiya Rojava ji hev bihata derxistin. Bi kurtî, ne ew çand bû ku bi paradîgmayên îdeolojîk û siyasî yên Rojava mirov ji heqê wê bihata der. Rewşa derketibû holê dişibiya rewşa piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn derketibû pêşiya Ingilistanê. Serketina di qada eskerî de nikarîbû bi heman rolê di qada siyasî de rabe. Berevajî bi hilweşîna rejîmên despotîk ên ji rêûresmê re pirsgirêkên rastî yên civakî li naverastê belav bûbûn û ev ew pirsgirêk nebûn ku modernîteya kapîtalîst karibe serî bi wan re derxe. Ji dema Sumeran ve heman çerx û xelekê xwe dugêsinî dikir. Her gava bi armanca çareseriyê dihat avêtin pirsgirêk mezintir dikirin. Herî zêde jî çandên li herêma Iraqê baş nîşan didan ku pêkanînên dewleta netewe çiqasî pirsgirêkan mezin dikin û çareser nakin. Ji bilî dewleta netewe jî amûrekî din di destê modernîteyê de tinebû. Piştî hilweşîna dewleta netewe jî rewşa derkeve holê ji kaos û anarşiyeke tîpîk wêdetir tiştekî din nîne.
 
Piştî dewleta netewe amûreke amade ya li şûnê deynin tinebû
 
Rewşa li Afganistanê ji ya li Iraqê ne cuda bû. Li wir jî piştî dewleta netewe amûreke amade ya li şûnê deynin tinebû. Ya rastî, piştî li tevahiya herêmê qalikê dewleta netewe şikiya rewşa derket holê dişibiya hevdu. Cîlaya dewleta netewe bi tenê kiribû ku mirov wê weke modern bibînin. Kengî ev cîla were jêbirin û kolan, rastiya derkeve holê pirsgirêkên çandî ne ku hezarên salan e, ketine ser hev û kom bûne. Rejîmên despotîk ên ji rêûresmê bi tenê bi zorê çand tepisandin. Bi vî awayî pêkan nîne ku ew van çandan tine bikin. Cîlaya modernîteyê gelekî seresere û tenik bû. Kengî hinekî biliviya wê bihata xwarê û tabloya rastî derketa holê. Hegemonya DYE’yê bi vî awayî diçû birinca Rewanê ji savara malê dibû. Hema hema bi temamî hegemonên modernîteyê di vê de asê diman. Darvekirina Saddam Huseyîn li Iraqê ji aliyê dewletparêziya netewe ve dişibe darvekirina Louisê 16. di dema Şoreşa Franseyê de ku bi vê bûyerê re dawî li rejîmên monarşîk dihat. Çawa ku bi darvekirina Louisê 16. re rejîmên monarşîk careke din bi ser xwe ve nehatin û ketin serdema serberjêrçûyînê, bi darvekirina Saddam Huseyîn re jî rejîmên faşîst ên dewletên netewe bi awayekî careke din bi ser xwe ve neyên ketin serdema serberjêrçûyînê.
 
Welatekî Rojhilata Navîn tineye ku lê pirsgirêk tunebe
 
Tevî ku sîstema hegemonîk hêza xwe hemû bi kar anî, restorasyona rejîmên monarşîk li Ewrûpayê di demên 1815-1830’î de cih negirt, bi vî awayî xebatên jinûverestorekirina dewletên netewe yên li Iraq û Afganistanê jî bi ser nakevin: Ji ber ku bi tenê li Iraq û Afganistanê dewletên netewe ji hev de nakevin. Ji dewleta netewe Kirgizistanê ya li ser sînorê Çînê heta bi Fasa li peravên Okyanûsa Atlasê, ji dewletên netewe yên Yemen û Sûdanê heta bi dewletên netewe yên Bosna-Hersek heta bi dewletên netewe yên li Başûrê Qafqasyayê (yên li Bakur jî bi heman rengî ne) li cem tevahiya dewletên netewe heman krîz heye. Ji niha ve ti cudahiya Pakistanê ji Afganistanê nemaye. Libnan, Yemen û Sûdan timî dikelin. Misrê bi awayekî demokratîk hinekî xwe nerm kir bi hilweşînê re rûbirû bû. Cezayîr hê jî bi temamî ji şerê navxweyî rizgar nebûye. Tirkiyeya xwe weke girava aramiyê îlan kiriye, bi saya tevgerên taybet ên Gladîo’yê bi zorê li ser piyan tê girtin. Hema bêje welatekî Rojhilata Navîn tineye ku lê pirsgirêk tinebe. DYE û hevgirtiyên xwe hemû eskerên xwe jî bixin herêmê nikarin krîzan çareser bikin û ji vê dûr in. Jixwe pirsgirêkên em behsa wan dikin, ne ew pirsgirêk in ku bi awayekî eskerî bêne çareserkirin. Kesên weke terorîstên Îslamî îlan dikin, ajanên wan in ku wan ew bi xwe afirandine. Li hemberî wan hêzek tineye ku bi awayekî eskerî pêre şer bikin. Belkî Îran heye. Lê eger li Îranê jî bidin wê hêzên qatbiqat zêdetir bi pirsgirêk derkevin holê. 
 
Kaos dê bi çi û çawa çareser bibin?
 
Bi tevahî nîşaneyên der barê pêxîrtengiya Rojhilata Navîn de didin xuyakirin ku îhtîmaleke kêm e, dewletên netewe bi restorasyonê karibin gavê biavêjin. Ya rastî, piştî salên 1990’î ya hegemonya DYE’yê xwest bike, restorasyoneke dewleta netewe ya mîna restorasyona rejîmên monarşîk di navbera salên 1815-1830’î de bû. Lê restorasyona rejîmên monarşîk çawa cihê xwe negirt, restorasyona dewletên netewe nexasim li Rojhilata Navîn cih nagire. Dewletên netewe li welatên Yekîtiya Ewrûpayê derketin holê û jixwe krîza dawî ya welatên Yekîtiya Ewrûpayê ku her diçe kûr dibe, bi xwe krîzeke dewleta netewe ye. Eger Yekîtiya Ewrûpayê dixwaze ji krîzê bibihure, divê di dewleta netewe de veguherînên radîkal bike. Dewletên netewe heta serweriya xwe heyî biparêzin krîz jî wê kûrtir bibe. Lê Yekîtiya Ewrûpayê şêst sal in ku ji bo serweriya dewleta netewe bi sînor bike, hewl dida xwe bi pêş bixe. Em dibînin van hewldanan jî têrê nekiriye û ev jî globalbûna krîza dewleta netewe eşkere nîşan dide. Pirsgirêk êdî şêweyê avabûnê yên dewletên netewe ango modernîteya kapîtalîst nîne; pirsgirêk ew e, piştî krîzê wê çi çawa pêk bê. Pêxîrtengî û kaos ê bi çi û çawa çareser bibin? Eger em rewşê bişibînin rewşa piştî hilweşîna Împaratoriya Roma yan jî Împaratoriya Osmanî, em dikarin guftûgo bikin û li çareseriyan bipirsin, gelo li şûna dewletên netewe kîjan tîp rejîm, pêkhateyên siyasî û şêweyên jiyana civakî yên hevpar dikarin pêk bên.
 
Derfetên çareseriyê
 
Em ji bo karibin krîza dewleta netewe û piştî wê binirxînin, me xwest em guftûgoyên der barê modernîteya demokratîk de bikin. Li Rojhilata Navîn gelek bûyerên ji zû ve sînorên trajediyê derbas kirine û têne maneya felaketên mezin êdî bi gelan re (Ermenî, Suryanî, Helen, Cihû, Filistînî, Kurd, Tirk, Ereb, Afgan û hwd.) bi tenê bi sînor nînin, tevahiya jiyana civakî ya herêmê hejandine. Rejîmên dewleta netewe û modernîteya kapîtalîst ku bi xwe sedemên van felaket û trajediyên mezin in, êdî nikarin careke din xwe ji nû ve weke çareseriyê pêşkêş bikin. Ji lewra gelekî girîng e ku mirov guftûgoyên modernîteyê zêde bike, ji bo derketina ji pêxîrtengiyê mirov modernîteya demokratîk û derfetên wê yên çareseriyê binirxîne.
 
*Sibehê: Li Rojhilata Navîn hevsengiya netew-dewlet û pirsgirêka kurd