Ev operasyonek NATO-Gladyoyê ye (1)

  • 09:09 1 Sibat 2024
  • Dosya
 
Di şerên mezin de her tim hêzên hegemonîk bi ser nakevin!
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku komploya 15’ê Sibatê dinirxîne diyar kir ku pêvajoya ji Sûriyeyê derxistin û anîna Tirkiyeyê operasyonek NATO-Gladyoyê ye û ev destpêka pêkhanîna BOP’ê ye. Abdullah Ocalan her wiha diyar dike ku di şerên mezin de her tim hêzên hegemonîk bi ser nakevin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di 15'ê Sibata 1999'an de bi Komploya Navneteweyî dîl hat girtin li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. 35 meh in jî tu agahî jê nayê girtin. Nirxandinên Abdullah Ocalan ên der barê piştperdeya komployê hîna rojevîbûna xwe diparêze.
 
Operasyona Gladyo
 
Abdullah Ocalan piştî anîn Tirkiyeyê berhemên xwe di bin navê ‘Ji Komara Sumer Rahîp ber bi Komara Gel’ kir pirtûk û komployê jî bi pêvajoya ku ji Sûriyeyê derketiye digirie dest. Abdullah Ocalan diyar dike ku ji Sûriyeyê derketin operasyona NATO-Gladyoyê ye û diyar dike ku jihev veqetîna arêşê ya li Tirikyeyê û Gladiyo neyê nirxandin ev nikare rast bê nirxandin. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Fermandarên giştî. Hakki Karadayi û Huseyîn Kivrikoglu pir jî ne serdestê her tiştî bû. Nêzî nêzîkatiya Eşref Bîtlîst bûn. Tasfiyekirina Kurdan hem rast didîtin hem jî ne pêkan didîtin. Turgut Ozal û Eşref Bîtlîs pêvajoya aştiyê hem wek welatparêzî hem jî li gorî feraseta şerê klasîk didîtin. Sakip Sabanci di TUSÎAD’ê de ev xet temsîl dikir. Baskê gladyoyê Dogan Gureş û Çevîk Bîr temsîl dikirin. Hewldana suikasta li hember Sakip Sabanci û Huseyîn Kivrikoglu vana kiribûn. Di 1990’î de dora fermandariya giştî hatibû Muhîttîn Fîsunoglu. Lê Dogan Gureş anîn peywirê. Di nav artêşê de bi du leşkerên sempatîzanên PKK’ê re li hember Dogan Gureş suikasta bi çaya şehrî pêkhat. Lê ev hewldan bi ser neket. Nav artêşê de heta serê sedasla 20’î dewam kir. Ewil Almanyayê piştre Îngîlîstan û DYA’yê ev pevçûn ewil ji derve kontrol dikirin û piştgirî didanê. Ev bûyerên komplo û suîkastê bandora şerê hegemonya li hember gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê bû. Hêzên kapîtalîst şerê hegemonîk li gorî faşîzma Tirk a Spî dimeşand. Ji M. Kemal heta niha di artêşê de aliyekî ji vê nerehet dibe heye. Ev welatparêz û Anatoliyî bûn. Li pişt darbekar û komplogeran Gladyoya NATO hebû.
 
Min nikaribû xilasbûna xwe esas bigirta
 
Beriya ji Sûriyeyê derkevim di nav van her du aliyan de rekabet hebû. Bi piştgiriya Israîl û DYA’yê, baskê NATO Gladiyo ev pêk hat. Îstîxbara Israîlê bi israr got ji Sûriyeyê derkeve. Min veqetîn di cih de nedît. Min got wê cihê me yê li Sûriyeyê darbeyek mezin bigire. Min ev di alî îdeolojîk û stratejîk de rast nedidît. Divê dirust bûma, min nikaribû xilasbûna xwe esas bigirta. Atîla Ateş li ser navê NATO-Gladyoyê hişyariya dawî kir lê ser Sûriye û Rûsyayê bi biryar li pişt me bûna şansê me yê em şer bibin asteke din hebû. Lê ev piştgirî nehat dayîn û  hêz û niyeta van her du welatan a hebûna min ji holê rakin tunebû. Ji bo Sûriyeyê ev ne pêkan bû. Ev nedan ber çavan.
 
Helwesta Rûsyayê bêrûmet bû
 
Helwesta Rûsyayê bêrûmet bû. Li dijî projeya Mavî Akim û krediya deh milyar dolar a IMF’ê em bi zor ji Moskovê derxistin. Heta em darbeya 28’ê Sibata 1997’an baş fêm nekin em nikarin tiştên hatine jiyîn baş fêm bikin. Baskekî darbekaran bi pêşniyarek aştiyê nêzî me bibû. Ez îqna bibûm. Lê niha pir aşkera derketiye holê ku wê demê yanî heta girtina min, Israîl û DYA ne li alî aştî û çareseriyê bûn.  Neçareseriya pirsgirêka Kurd û şer  bi israr dixwestin. Hewcedariya wan a xistina Iraqê hebû. Dixwestin Tirkiyeyê pasîfîze bikin û planan pêk bînin. Derketina min a ji Sûriyeyê bi piştgiriya DYA, Îngîlîstan û Israîlê pêk hatibû.
 
Ji bo tasfiyekirina PKK’ê peyam!
 
Di salên 1990’î de piştgiriya DYA û Îngîlîstanê di 1996’an de jî piştgiriya Israîlê girtibû. Dor hatibû tasfiyekirina nav artêş û guherînên hikûmetê. Ji 90’î şûnde gav bi gav kirin jiyanê. Dogan Gureş piştî gera ewil a Îngîlîstanê gort ‘ji bo tasfiyekirina PKK’ê peyam hatiye dayîn’. Piştî vê bi êrîşên îmhayê sînor neman, gelek komkujî, bûyerên bi xof û pevçûn hatin jiyîn. Ji ketina NATO’yê heta 1998’an di bûyerên hatine jiyîn ên li Tirkiyeyê de xeta NATO-Gladyo heye.”
 
Du riyên girîng li pêş min hebûn
 
Abdullah Ocalan wiha nirxandinê dike: “Li pêş du rê hebûn. Yek ji van çiya bûn a din jî riya Ewropayê bû. Lê vê hêviya çarseriyê kor dikir. Berê xwe dayîna çiyan belkî di alî taktik teknîk de sererastkirin pêk bianiya. Lê çareserî bi guman bû. Min hîn bêtir bi hêza xwe ya entelektuel bawer dikir û got divê ez rola xwe ya dîrokî wisa bilîzim û min çavkaniya îlhamê dihewand. Li şûna bi rijandina xwînê çareserkirina pirsgirêkê min xwes wisa bibim bersiv. Ev çûyîn û hatina min navbera van her du aliyan de bû. Lêgerîna ji ser Ewropayê dihat ferzkirin. Ez bibûm du parçe. Di encamê de ji ser Atînayê derfet dan min.”
 
Helwesta tavîzkar a Tirkiyeyê
 
Abdullah Ocalan tavîzên Tirkiyeyê di pêvajoya komployê de dane wiha bi bîr xist: “Tirkiye di vê mijarê de bê sînor tavîzkar bû. Dema 9’ê cotmehê de balafira ez tê de bûm daket Atînayê Sûriyeyiyan rehet kiribûn. Dema daketim Atînayê Kalenderîdîs derket pêşberî min. Serbazekî di NATO’yê de pewyirdar bû. Heman peywir li Swêdê meşandibû. Yanî îhtîmala di Gladyoya Yewnan de cih girtibû hebû. Pir dostane xuya dikir. Navbera me kuryeyek balkêş hebû. Hinek belge dabû min. Dibe ku ji bo baweriyê bide qezenckirin ev kiribe. Ez birim cem Şefê îstîxbaratê Stavrakakîs. Stavrakakîst bi helwetek teqez got nikarî biçî Yewnanîstanê.
 
Dost li holê tunebûn!
 
Abdullah Ocalan der barê rewşa li Yewnanîstanê de diyar dike ku dostên ku pê re lihev kiribûn li holê tunebûn û rotaya xwe dane Moskovayê.
 
Projeya Mavî Akim
 
Abdullah Ocalan balkişand ser hewldanên Tirkiyeyê û li ser Projeya Mavî Akim a bi Rûsyayê re sekinî û got: “Serokwezîrê demî Mesut Yilmaz bû. Li ser Projeya Mavî Akim û deh milyar dolar krediya IMF’ê lihev kiribûn û bi vê lihevkirin ku ez ji Rûsyayê derkevim. Min Moskova tercih kir. Lê bi qasî Atînayê li Moskovê jî em li dijî helwesta dostaniyê baweriya me şikest. Derket holê ku têkiliya dostaniyan baweriyê nade.
 
Rota sêyemîn
 
Abdullah Ocalan çûyîna Îtalyayê ku wek ‘rota sêyemîn’  vedinasî wiha îfade dikir: “Bi alîkariya du parlamenterên dost maceraya Romayê destpê kir. Vê carê bi senaryoya îstîxbata Îtalyayê beşek li nexweşxanê 66 roj seruvena Romayê destpê kir. Helwesta serokwezîr Massimo D’Alema baş bû lê qels bû. Ewlehiya siyasî tam nedabû. Rewşa me terkî darazê kir. Ez hêrs bibûm. Min digot ez hema ji Îtalyayê derkevim. D’Alema di daxuyaniya dawî de gotibû heta dikare bila li Îtalyayê bimîne. Lê ev wek helwestek bi zorê bû.  Xwestin min bibin cihekî. Min qebûl nekir. Çûyîna min a Rûsyayê ya duyem şaşî b û. Di vir de rola helwesta Numar Uçar heye. Min rûyê wî yê rast bizanibûna ez nediçûm Romayê. Dema bi balafira taybet a  D’Alema derketim qada NATO’yê min got ox. Lê ev derketin hîn bêtir zehmet bû. Îstîxbaratê Rûs got divê tu biçe Ermenîstanê û ez birim balafirgehê. Li balafirgehê gotin Ermenîstan nabe biçe Tacîkîstanê. Ez daxistim Paytexta Duşanbe ya Tacîkîstanê. Em dîsa vegeriya Moskovê. Me ji neçarî dîsa serî li dostên Yewnan da. Du roj şûnde me car berê xwe da Atînayê.
 
Lîstikên Xwedawendên Olympos
 
Min fêm kir ku ez hatime lîstikên xwedawendên Olympos. Min xwe nav xeyaletên xwedawendan de didît. Hele ku Hades ketibû hişê min. Ez ji balafirgehê ketim salona VIP,  Hades ez şopandim. Ez şevekê li mala dosta xwe Nagzakîs mam. Ji wê şevê şûnde ez ber bi kampan mirinê ve çûm. Hades di dewrê de bû. Tiştên dihatin gotin sexte bûn. Yên dirust tunebûn ma? Hebûn lê hemû li dijî çavsorên modernîteyê bêçare bûn.
 
Di derketina Afrîkayê de vê carê fîgura Mandela bi bandor bû. Wek li Moskovê fîgura Lenîn bi bandor bibû. Ji bo biçim Başûrê Afrîkayê min ê pasaport bigirta. Lê sextekariya Yewnan di vê lîstikê de jî bi ser ket.
 
Komploya mezin di meriyetê de ye
 
Di derketina Yewnanîstanê de hewldanek mezin dan.  Ajokarên wesayîtê ji bo bêjin komployek mezin di meriyetê de ye çi ji destê wan hat kirin. Îhtîmalek mezin ew jî memûrên îstîxbarata asta jêr bûn. Balafira lê siwar bûm di operasyonên veşarî yên Gladyo de bi kar dianîn. Beriya wê seferek me ya Mînsk hebû. Beriya biçim Naîrobî ji ser Mînsk ez ê biçûma Hollandayê. Li Mînsk du saetan sekinîm. Balafir nehat. 
Polîsên balafirgehê bi saetan balafir kontrol kirin. 
 
Cehnema Naîrobî..
 
Abdullah Ocalan got sê rê dane ber wî û vê nirxandinê dike: “Li cehnema Naîrobî sê rê danîn ber min; Ya yekemîn mirineke ku xemla pevçûnek bê îtîdat danê; ya duyemîn teslîmbûn; ya sêyemîn jî radestkirina tîmên şerê taybet a Tirk a ji zû de hatiye amadekirin. Li Naîrobî ji kesên ligel min Dîlan bi fikar bû. Fikrên xwe tam bigota, tevgerên civaka sivîl bikira tevgerê belkî komplo xera bibû yan jî vala derketiba. Bi israr digot em çekê li ser xwe bigerînin. Ger çek li ser min hebûna û bikişanda ev helwest teqez mirin bû. Piştre di dema lêpirsînê de hatibû gotin ku ger min çek bikar bianiya wê talimata lêbixin bidana. Gotin derketina ji seferatxaneyê jî mirin e. Gotin te helwesta herî rast kiriye. Çiqas rast bû bêguman em nizanin.
 
Pêvajoya 15 rojan a Naîrobî
 
15 rojan li Naîrobîma. Helwesta sefîr Kostulas dihat fêmkirin. Gelo dihat bikaranîn? An jî  wek parçeyek planê hatibû amadekirin. Min bixwe ev çareser nekir. Beriya bêm teslîmkirin qet nehat mala xwe ya lê diman. Ji ber bi zor ji seferatxaneyê dihatim derxistin li dijî zebaniyê Naîrobî tund derket. Ev helwest dibe ku sextekar be jî.  Ji 9’ê cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibata 1999’an pêvajoyek çar mehan derbas bibû. Roal Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de ev bû min bi balafirê bibin Îmraliyê. Ev operasyona herî mezin a NATO’yê bû. 
 
Tirkiye pêşkêşî kapîtalîzma fînansê hat kirin
 
Helweta Yewnanîstanê her tişt vedigot ji xwe. Dema li Romayê bûm mala lê dimam her tişt vedigot. Nedihiştin ez derkevim derve. Tîmên ewlehiya taybet li ber odeyê bûn. 24 saetan kontrol dikirin. Hikumeta D'Alema hikumeteke çep demokrat bû. D'Alema bêtecrûbe bû, bi tena serê xwe nekarî biryarê bide. Li tevahiya Ewropayê geriya. Îngilistanê jê re got ku divê biryara xwe bi xwe bide; piştgirî ji wî re nehate dayin. Helwesta Brukselê ne zêde zelal bû. Dawiya dawî em radestî dadgeriyê hatin kirin. Di vê helwestê de bandora Gladiyoyê tê dîtin. Ji xwe Îtalya yek ji wan welatan bû ku Gladiyo herî zêde lê xurt bû. Berlûsconî hemû hêza xwe xistibû nava liv û tevgerê. Ew bi xwe zilamê Gladiyoyê bû. Ji ber ku zanîbûm Îtalya wê nikaribe min bixapîne neçar mabûm ku biçim. Bêguman Tirkiye di berdêla vê yekê de ji bo DYA û Îsraîlê bûbû welatê herî jê bawer. Pêvajo pêvajoya pêşkêşkirina Tirkiyeyê ji bo kapîtalîzma fînansî ya global bû.
 
Pêkanîna BOP’ê
 
Abdullah Oalan diyar dike ku ji Sûriyeyê derketin û anîna Tirkiyeyê destpêka mudaxaleya Rojhilata Navîn e û xistina dewrê ya senaryoya dagikirina Iraqê ye. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Senaryoya dagirkirina Iraqê jî girêdayê teslîmkirina min e. Dagirkirin bi operasyona li hember min dest pê kiriye. Heman tişt di dagirkirina Afganîstanê de jî derbasdar e. Pêkhatina Projeya Rojhilata Navîn a Mezin gava ewil û operasyonek li hember min e. Ya rast yek ji gavên diyarker ên bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin û gava wê ya destpêkê operasyona li dijî min bû. Ecevît belasebe negot, 'Min kir nekir fêhm nekir ku çima Ocalan teslîm kirin'. Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi kuştina Welîahdê Awûstûryayê bi destê neteweperestekî Sirp dest pê kir, 'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn' jî bi operasyona li dijî min hatibû destpêkirin. Roja 15’ê Sibatê ne roja şînê ye; roja aqilgirtin û erkên xwe derxistina zanebûnê ye, roja eşkerekirina komployê ye. Komploya ku dixwazin di şexsê min de pêş bixînin, gelek kûr e. Em aqlê selim nêzikbûn û bi zanistî tevgeriyan. Ez li vê derê, her roj di nav berxwedanekê de me. Bi sebir, dirayet û têgihiştibûneke bilind berxwedaneke mezin didim. Dirayet serkeftinê jî pêk tîne. Di alî PDK’ê de jî xwestin avabûneke Kurdên Spî ava bikin.
 
Navenda sêyemîn şerê cîhanê Rojhilata Navîn
 
Sêyemîn şerê cîhanê rast e û navenda wê Rojhilata Navîn e. Tiştên li Iraqê tên jiyîn nîşan didin ku şerê li vir tenê welatekî eleqeder nake û têkildarî hebûn û berjewendiyên hêzên hegemonîk yên cîhanê ne. Ev şer bi bêbadorkirina Îranê, bi îstîkrarkirina Iraq û Afganîstanê û her wiha ger ku Çîn û Latîn Amerîka ji tehdîdbûnê derkeve dikare bidawî be. Ji ber vê em hîna di navîna şer de ne. Ev demekê dikare bidome. Carna dîplomasî carna jî tundî wê zêde dibe. Wê krîzên aborî mudaxale bikin. Niha baş tê fêmkirin ku operasyona li hember çawa di asta navneteweyî de pêk hatiye û operasyona herî mezin a NATO’yê ye.
 
Bêguman hêzên hegemonîk her tim şerên mezin de biser nakevin. Gel jî dikarin gelek tiştî bidest bixin. Heta hêzên hegemonîk bi pergalî dikarin winda bikin, gel jî bi pergalî dikarin bi ser kevin.”
 
*Sibê: Çareseriya demokratîk a bi prensîb û li gorî rastiya gel!