6'ê Sibatê ev salek e derbas nabe: Meletî

  • 09:04 3 Sibat 2024
  • Dosya
 
Oznur Deger
 
MELETÎ - Di ser erdheja 6’ê Sibatê de salek derbas bû û bandora wê hîna didome. Di her qada jiyanê de windahî çêbûn û windahiyan nehişt mirov vegerin jiyana normal. Jina bi navê Şukranay Yîgît diyar kir ku jiyana wan a civakî qediyaye û 24 saetên wan di 21 metrekareyê de derbas dibe. 
 
Di 6’ê Sibata 2023’yan de çavê hemû cîhanê li Kurdistan û Tirkiyeyê bû. Navenda wê Bazarcix a Mereşê, di 6’ê Sibatê de erdheja bi pîleya 7.8  û 7.5 pêk hat û bandor li ser 11 bajarî kir. Erdhejê ligel bandorek mezin kir û li gorî hejmarên fermî herî kêm 50 hezar û 783 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di rojên borî de namzetê şaredariya Stenbolê Murat Kurum di bernameyek televîzyonê de got di erdhejê de 130 hezar kes mirine. Yek ji bajarên ku gelekî ji erdhejê bi bandor bû Meletî bû. Di beşa sêyemîn a dosyaya xwe de em Meletiyê digirin dest. 
 
Kavil didomin
 
 
Tevî salek derbas bûye hîna avahiyên li bende hilweşînê ne hene û şopa erdhejê li bajar pir giran tê dîtin. Li navçeya Çirmikê hîna gelek evahiyên nehatine hilweşandin hene. Mirov ev salek e li ber avahî û dukanên xwe yên nehatine hilweşandin nobetê digirin.
 
Hezar û 237 kesî jiyana xwe ji dest dan
 
 
Li gorî daneyên fermî li Meletiyê hezar û 237 kesî jiyana xwe ji dest da, 6 hezar û 444 kes birîndar bûne. 35 hezar û 891 avahî xesarek giran dîtin. Hejmara avahiyên divê lezgîn bên hilweşandin xesarek mezin dîtine 45 hezar û 668 bû. Lê ev hejmar wek 127 hezar û 293 hat aşkerakirin. 59 sazî bi giranî 33 heb navîn û 289 hev jî kêm xesar dîtin. Ligel nexweşaneyan 5 ASM hatin hilweşandin.
 
Li Meletiyê ku bi hezaran kes bê mal man 74 bajarên konteyniran hat avakirin. Li van bajarên konteyniran 28 hezar konteynir hene û nêzî 112 hezar û 454 kes li van deran dijîn.
 
Em der barê erdhejê de bi welatiyan re pêvajoyê axivîn.
 
Di salekê de di tenduristiyê de çi qewimî? 
 
 
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Cansu Kaplan pirgirêkên tenduristiyê yên li qadê hatine jiyîn vegot. Cansuyê diyar kir ku gelek doktorî piştî erdhejê ji Meletiyê koç kirine û got: “Kêmasiya xebatên tenduristiyê hat jiyîn. Jin û zarokan di alî xwegîhandina mafê tenduristiyê de pirsgirêk jiyan. Randevu nayên dîtin. Randevu 2-3 meh şûnde tên dayîn. Randevuyên ji bo radyolojiye piştî salekê jî tên dayîn. Ev jî tê wateya teşhîsa dereng. Piştî erdhejê ducaniyên nayên xwestin zêde bûn. Ji ber ku jin ji rêbazên parastinê fêdeyê nagirin.
 
‘Ax dibe sedema pençeşêrê’
 
 
Cansuyê wiha dirêjî dayê: “Li Meletiyê piştî erdhejê hilweşînek bi rêk û pêk nehat kirin. Ji ber av baş nehat dayîn her der ax e. Ax dibe sedema pençeşêrê. Her wiha nexweşiyên KOAH û astimê jî zêde bûne. Yek ji pirsgirêka din a mezin kêmasiya personelan e. Saetên xebatê yên heftane ji 48 saetan derket 56 saetan. Di erdhejê de Nexweşxaneya Dewletê ya Doganşehîr xesarek mezin girt. Nexwşexaneyên din jî xesar girtin. Lê ASM bi awayekî cidî xesar girtin. 8 heb hilweşiyan û 11 heban xesarek giran girtin.”
 
Di perwerdehiyê de çi hatin jiyîn?
 
 
Sekretera Jinan a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Meletiyê Aysun Gungor jî da zanîn ku di erdhejê de 8 saziyên perwerdeyê li Meletiyê hilweşiyane, 59 hebî zirarek giran dîtiye, 33 heb jî navîn û 289 jî kêm xesar girtine. Aysunê pirsgirêkên perwerdeyê nirxand: “Di 2020’î de piştî erdheja Xarpetê pandemiyê dest pê kir. Bi erdheja 6’ê sibatê pirsgirêkên cidî hatin jiyîn. Ev 4 sal in li Meletiyê perwerde pirsgirêkêk mezin e. Piştî 6’ê sibatê dibistan hatin girtin. Ast bi ast hatin vekirin. Psîkolojiya zarokan nebaş û. Zarok çûn bajarên din. Hinek çûn dibistanên dewletê hinek çûn ên taybet. Vê jî newekhevî bixwe re anî.”
 
Aysunê wiha dirêjî dayê: “Piştî erdheja Xarpêtê 29 dibistanên divê bihata hilweşîn hîna nehatine hilweşandin. Piştî erdheja Xarpêtê ji bo 29 dibistanî biryara hilweşandinê hat girtin. Lê hîna ew jî nehatine hilweşandin. Di îlonê de dibistan hatin vekirin. Ji nûve tespîta xesarê hat kirin. Li dibistanan bi pergala duyan an sêyan perwerde tê meşandin. Mînak dibistan sê kat be katek ji dibistanê re du katên din ji dibistanên din re ye. Dersek 40 deqe bû û daxistin 30 deqe yî. Em di alî gîhandina mufredatê de zehmetiyan dikşînin. Psîkolojiya zarokan nebaş e. Erdhej hîna pêk tên. Di erdhejek biçûk de zarok hema polan terk dikin.”
 
‘Konteynir bandorek neyînî li ser jiyana perwerdeyê dike’
 
 
Aysunê wiha dawî lê anî: “Ji bo zarokan di konteyniran de jiyanek cuda heye. Li nêzî hemû bajarên konteynir dibistan tune ye. Ji ber vê dişînin dibistanên din. Hinek malbat naxwazin zarokên xwe bişînin dibistanên diyarkirî. Lê ji bo vê jî divê pereyê serwîsê bê dayîn. Ev jî lêçûnek e. Konteynir bandorek neyînî li ser perwerdeyê dikin. Konteynir 21 metrekare ne. Malbatên 7-8 serjimar zehmetiyê dikşînin.”
 
Li Meletiyê tora piştevaniyê
 
 
Endama Koordînasyona Erdhejê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Goçen jî tora piştevanî û alîkariya ku rêxistin kirine vegot. Fîlîzê wiha vegot: “Piştî erdhejê em çûn cihê bûyerê. Ji ber rewşa hewayî me xwe nedigihan kesî. Roja ewil a erdhejê nebe jî roja duyem piştevaniyek civakî ya xweş çêbû. Gel hestiyar tevgeriya. Gel xwe gîhand HDP’ê. 200 tir alîkarî li gel hat belavkirin. 6 mehan  di depoya alîkariyê de xebitîm. 14 depoyên alîkariyê ya HDP’ê hebû. Li herêmê me pratîkek xweş nîşan da. Gel ev dît. Saziyên dewletê puanekî kêm girt. Ji AFAD û Kizilayê şûşeyek av nikaribûn bigirin. Li herêmê hîna gelek pirsgirêk hene. Kavilên hîna li erdê ne hene. Kesên winda hene. Zarokên winda hene. Mirov terkî qedera wan hatine kirin.Wek roja ewil hewcedariyên erdhejzedeyan hene. Zivistan e sar e. Hewcedariyên wan her diçin zêde dibin. Mirov hîna li me digerin û hewcedariyên xwe tînin ziman.”
 
Erdhejzede çi dijîn?
 
 
Welatiya bi navê Şukranay Yîgît (22) ku beriya erdhejê zewicibî û hemû alavên wê di bin kavilan de man pirsgirêkên ku ev salek e dijî vegot. Şukranay wiha vegot: “Xaniyê min hilweşiya. 6 meh şûnde konteynir ji min re derket. Tevî ji erdhejê tirsiyam piştî erdhejê du mehan di katê 5’an de mam. Dema erdhej çêdibû em dihatin di wesayîtê de diman. Piştre em hatin vir. Bêdadiyek mezin heye. Hevjînê min bi mûçeyê asgarî dixebite. Em hîna deynê dawetê didin em hîna deynê alavên xwe yên din bin kavilan de man didin. Ji mûçeyê asgarî tenê 500-600 ji me re dimîne. Ew jî diçe lêçûna mutbexê. Li bajarê konteynir pirsgirêkên av û ceyranê hene. Em bi rojan bê ceyran û av dimînin. Zivistan zehmet e. Ji sîwaneya me av dilop dike. Serşo klozet avê berdide. Tevî em didin çênakin. Ez bi şev deriyê xwe mifte dikim û radizêm. Em xwe di ewlehiyê de hîs nakin. 24 saetên me di konteynira 21 metrekareyî de deras dibe. Wek jin jiyana me ya civakî qediya.”
 
Sibehê: Li Dîlokê saleke erdhejê