Berxwedana parzemînan (1)

  • 09:06 26 Sibat 2024
  • Dosya
 
 Li Vîetnamê berxwedana jinan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Vîetnamê jinan her tim li dijî pergala serdest  a mêr li ber xwe dane û îro jî ji bo mafên xwe li  ber xwe didin.
 
 Li seranserê cîhanê berxwedana jinan berdewam kir. Jinan wek şervan, wek siyasetmedar, wek kedkar, wek aktîvîst dîrok ji nû ve nivîsîn û berxwedan bi teşeyên cuda meşandin. Ji Asyayê heta Ewropayê ji Amerîkayê heta Afrîkayê li dijî zîhniyeta serdest  di têkoşînan de rola pêşeng lîstin û îro jî bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ têkoşînê didomînin.
 
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê em di vê beşa ewil a dosyaya xwe de têkoşîna jinên Vîetnamê ya li Parzemîna Asyayê ye digirin dest.
 
Beriya şerê Vîetnamê
 
Beriya Zayînê (MO) di 111’an de Çîn herêma Nam Vîet dagir dike û hewl dide tevli Împaratoriya Han bikin. Dagirkirina Çînê li ser wêje û hunerê bandor dibe.Li dijî rêveberiya Çînê berxwedanek heye. Sê kesê wil yên ji berxwedanê re pêşengiyê dikin jinin. Di vê serdemê de li wir jinan klan û kabîle bi rêve dibirin. Tevî pergala serdet a mêr a Çînê esas digirt, jinên Vîetnamê xwedî taybetiyên cuda  û mafan bûn.
 
Xwişkên Trong
 
Di dîroka Vîetnamê de xwişkên Trong xwedî cihekî girîn. Piştî Zayînê di sala 40’an de  Trung Trac û Trung Nhî li dijî waliyê Çînê  To Dnhe ku welatê wan dagir kiribû serî hildidin. Ev xwişk welatekî ku paytexta wê Me Lînh ava dikin. Lê di sala 43’an de fermandarê Çînî Ma Yuan welat dagir dike. Lê xwişkên Trong di dîroka Vîetnamê de lehengên netewî û leşkeri yên jin tên qebûlkirin.
 
Dagirkirina Fransayê
 
Di sedsala 19’an de Fransa dixwaze Vîetnamê dagir bike. Fransa di 1880’an de tevî hemû berxwedanê Vîetnamê dagir dike. Jinên pêşeng ên berxwedanê di vê serdemê de dibin hedef. Di pêvajoya dagirkirinê de gelek jin û zarok tên revandin, destdirêjî li wan tên kirin û wek kole tên firotin.
 
Li welatê di bin mêtîngeriya Fransayê de,  tenê dihêlin jin pewerdehiyê bigirin. Bi vî awayî pêla ewil a femînîzmê û nîqaşkirina mafê jinan di serê sedsala 20’an de destpê dike. Jinên Vîetnamê kovara ‘Nu Gîoî Cuhuong’ diweşînin.  Kovar di 1919’an de ji aliyê Suong Nguyet Anh ve û di 1929’an jî ji aliyê Phu Tan Van ve tê amadekirin. Rêxistina femînîst a ewil jî di 1919’an de tê avakirin. Derfetên pîşeyî û perwrdê  jî di salên 1930’an de tevli yekitiya jinan a Vîetnamê (VHU) tê kirin.
 
Têkoşîna navbera zayenda
 
Wê demê hinek jin tevli Partiya Netewperest, hinek tevli Partiya Karkeran a Vîetnamê dibin. Ber bi dawiya salên 1930’yî jin tevli jiyana siyasî dibin. Di 1945’an de bi peymana tê îmzekirin Vîetnam wek Başur û Bakur li du beşan tê veqetandin. Partiya Karkeran  a Vîetnamê serkeftinên jinan dide bihistin û di delegasyonan de cih didin jinan. Jin di pêşketina mafên xwe de rolê digirin. 
 
Ji komîteya navendî ya partiya Netewperest rêza ‘peywirên esas a şoreşê’ tê xwestin û ji bo jinan mafên wekhev di rêza 9’emîn de cih girt. Helwesta wan ya der barê mafê jinan de ne zelal bû.
 
Îdeolojiya femînîst belav dibû
 
Tevî hemû nêrîna li hember jinan, jin tevli şoreşa li dijî Fransayê dibin. Wek rehber, wek hemşire wek kurye û propagandavan cih digirin. Di navbera  1946-1960’an de ji 403 kursiyên li meclîsê de tenê 10 heb yên jinan bûn. Lê îdeolojiya femînîst vê pêvajoyê belav bû.
 
Şerê DYA-Vîetnamê
 
Fransa piştî şerê 8 salan şûnde di 1954’an de ji Vîetnamê vedikişe.  Li du beşên Vîetnamê bi piştgiriya DYA’yê şer digihêje astek din. Di şerê ku navbera 1965-1975’an de pêk hat û DYA tevlibû de êşên mezin hat jiyîn. Di navbera van salan de  di şer de li gundê My Layî 450 jin û zarok destdirêjî li wan hatin kirin û hatin qetilkirin. Di dema şer de herî kêm destdirêjî li 30 hezar jinî hat kirin. Du komleyên ku jinên bi navê WILPF û WSP yên DYA’yê ava kiribûn tevgera aştiyê dimeşînin. Rêxistinên jinan çalakî pêk dianîn, îmze kom dikrin û zext dikirin. Lê kesên şer derxistin nehatin darizandin.
 
Di pêvajoyê şer de jin
 
Ji 1945’an heta 1975’an dema şer de di parastina Vîetnamê de jinan rolek girîng lîstin. Di rolên wekê muhafizên dewriyê, sîxurên îstîxbaratê, propanganda û leşkeriyê de rolên girîng lîstin.Jinên Vîetnamê di dagirkiriNên Çîn, Fransa û DYA’yê de her tim di têkoşînê de aktîf cih girtin.
 
Piştî şer têkoşîna jinan
 
Piştî şer dem bi dem der barê mafê jinan de hinek qanûn hatin derxisitn. Qanûna Malbatî ya di 1986’an de hat derxistin, destura welidînê derxist du katî yanî ji sê mehan derxistin 6 mehan. Biryara Wezîran a Hejmar 163 a di 1988’an de hat derxistin, biryar da ku Yekitiya Jinan tevli her cureyê biryarên der barê jin û zarokan bibin. Lê hikûmeta nû destura welidînê daxist 4 mehan. Hikûmeta Vîetnamê di mijara rêxistinên civaka sivîl de destur nadin rêxistinên wekê Yekitiya Jinan jî. Komeleya Jinan a Vîetnamê jî ji bo xurtkirina hêza partiya Komunîst hat avkairin û piştgiryek tam nade berjewendiyên jinan.
 
Têkoşîna zayendê ya jinan
 
Di salên 1960-1970’ê de sosyalîstên li Vîetnamê xurt dibin hewl didin jin û mêr bi awayekî wekhev tevli perwerdê bibin. Di 1976’an de piştî şer hewl didin jin di siyaestê de rol bigirin. Hinek dîroknas dibêjin  parêzvanên jinan yê li welat piştî dema yekbûnê di alî siyasî de qels bûne. Sînorkirina çavkaniyan, atmosfera şer zirarê dide mafê jinan. Tevlibûna jinan a siyasî berfireh nabe. Ev yekitiya jinên Vîetnamê qels dike.
 
Tundiya nav malbatê
 
Li welat tundiya nav malbatê pir zêde ye. Di 2007’an de Qanûna Kontrolkirin û Pêşîgirtiya Tundiya nav Malbatî tê qebûlkirin.Sedema qebûlkirina vê qanûnê eve ku li welat ji sedî 32 jinên zewicandî ji aliyê mêrên pê re zewicandî ve tundiyê dibînin.
 
Di perwerdehiyê de rêjeya jinê 
 
Li welat rêjeya jinan a di perwerdehiyê de ligorî Mêran zêdetir e. Di xizmetên perwerde, ragîhandin û cemawerî de hejmara jinan ji a mêran zêdetire.
 
Aborî û jin
 
Li Vîetnamê jinên rewşa wan ji bo xebatê di cih de bin ji sedî 83 tevli hêza kar dibin. Jin di sektora firotin, bazarkirin, reklemê de dixebitin. Di sektora tekstîlê de ji sedî 80 jin hene.
 
Li gorî zayendê newekheivya heqdest
 
Li gorî lêkolîneke ji aliyê Konfederasyona Xebata Giştî ya Vîetnamê (VGCL) hatiye kirin, mûçeyê jinên dixebitin li gorî hevpîşeyên wan  kêmtire û ev cudahî nêzî ji sedî 17’yî ye. Kordînator aprojeya Rêxistina Xebata Navneteweyî (ILO) Nguyen Kîm Lan diyar dike ku qadên ku jin û mêr heqdetê wekhev digirin hene û ev lojîstîk û lênînera malê ye. Sedema newekheviya mûçeyê wekhev ferzkirina rolên zayenda civakîne.
 
Nûneriya jinê ji sedî 30 e
 
Tevlibûna Jinan a Meclîsa Netewî ji sala 1997’an heta niha di asta herî jêr deye. Nûneriya jinan nêzî ji sedî 30’î ye. Li welat piranî jinên di qada xebatê de cih digirin, mobîng li wan tên kirin û tên tacîzkirin. Ji ber zextên heyî û newekheviya zayenda civakî jin xwe wek pêşeng nabînin.
 
Li Vîetnamê yekitiya jinan
 
Li Vîetnamê di 1930’an de di bin banê Partiya Komunîst a Vîetnamê de Yekitiya Jinên Vîetnamê hat avakirin û di pêşketina jinan de rolek girîng lîst. Lê li dijî pergala serdest qels dimîne. Endamên yekitiya jinan ji 2000’î şûnde gihişt 11 mîlyonî. Yekitiya jinan wek nûneriya jinê ya di siyasetê de tê qebûlkirin.
 
Kîm Phuc ya Vîetnamî
 
Kîm Phuc an jî Phan Thj Kîm Phuc di 1963’an de li gundekî bakurê Saygon tê dinê. di 1972’an de di wêneyekî di şerê DYA-Vîetnamê de hatiye kişandin tê nasîn û navê wê bi zimanê Vîetnamî tê wateya kêfxweşiyê. Di bombeya napalmê ya artêşa Vîetnama Başur bi piştgiriya DYA’yê avêt de du xwişkên wê jiyana xwe ji dest didin. Kîm jî bendena wê dişewite. Kîm bi wêneyê hatiye kişandin dibe sembol. 14 mehan di nexweşaneyê de dimîne. Du salan tê dermankirin. Di 1982’an de perwerda tipe digire û rojnamegerek Hollandayî wê dibîne. Rojnameger eleqeyek mezin nîşanê Kîm didin. Li Kubayê perwerda xwe temam dike. Kîm ji 1994’an heta niha sefîra niyeta baş a UNESCO ye. Di 1997’an de li Chîcago  pişre jî li Kanayê weqfa KÎM hat avakirin. Weqf ji bo zaorkên herêma şer xizmetê dike.
 
Rojnameger Nîck Ut ku bi kişandina wêneyên zarokên ji şer direviyan ku di nav wan de Kîm jî hebû xelta ulîzer digire. Nîck Ut bi Kîm re hevdîtinên xwe didomîne. 
 
Kîm di 11’ê Mijdara 1996’an de bi leşkerên ji şerê Vîetnam DYA’yê xilas bûne li Washîngtonê tevli merasîmê dibe û li wir axaftinekê dike. Kîm dibêje: “Wek hun dizanin ez zarokek ji Agirê Nepalmê xilas bûme.Ez niha behsa şer nakim ji ber nikarim dîrokê biguherim. Ez dxiwazim ji bo rawestandina şerên li cîhanê hinek tişt bên kirin.  Ez bawer dikim ku wê rojekê şer û pevçûn rabin û aştî pêk bê. Ji bo aştî û aramiyê divê hemû netew bi hev re bixebitin.”
 
Sibe: Li Meksîkayê meşa azadiyê