Serhildana parzemînan (3)
- 10:12 28 Sibat 2024
- Dosya
Welatê jinên ku li dijî qirkirinê dawî li bêdengiya xwe anîn
Derya Ceylan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di qirkirina Ruandayê nêzî milyonek mirov hatin qetilkirin û nêzî 500 jin û zarok jî bi îşkenceya zayendî rû bi rû man. Jinan li dijî vê komkujiyê dawî li bêdengiya xwe anîn û rêxistinbûyina xwe dewam dikin û ji aliyekî jî ji polîtîkayên aboriyê pêşengiyê dikin.
Li gelemperiya cîhanê serhildana jinan wekî li her parzemînê îro jî dewam dike. Dema em li pêvajoya dîrokî dinêrin ji ber polîtîkayên hêzên hegemon û berjewendiyên wan li hinek welatan dem bi dem şer rû dide. Herî zêde jin û zarok di bin bandora vî şerî de dimînin. Li hinek welatan vedigure qirkirinê û bi şer bi sedan jin û zarok bi destdirêjî û îşkenceya zayendî rû bi rû dimînin. Li dijî vê yekê serhildana jinan îro dewam dike.
Bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di beşa duyem a dosyaya me ya parzemînan em li ser têkoşîna jinan a di şerê li Ruandaya parzemîna Afrîkayê sekinînin.
Berî qirkirinê Ruanda
Berî qirkirina Ruandayê em herin dawiya sedsala 19'emîn. Di vê dîrokê de hemû hêz û biryar di destên qral de bûn. Li welat nîjadên bi navê Hutu û Tutsi hebûn. Di 1890-1916'an de Elmanyayê vir dagir kir û zext li kesên li dijî rêveberiyê derdiketin, kir. Sînorên îro yên Ruandayê piştî dagirkirina Ugandaya di bin dagirkeriya Îngilistanê de û Kongoya di bin dagirkeriya Belçîkayê de di 1910'an de tê xêzkirin.
Gotinên zayendperest zêde bûn
Piştî şerê cîhanê yê yekem li Ruandaya ji aliyê Belçikayê ve hat dagirkirin cihêkarî di navbera Hutu û Tutsiyan de çêdibe. Ev pêvajo ji ber zextên Belçikayê rû dide. Belçika piştgiriyê dide Tutsiyan û heta şerê cîhanê yê duyem bi dawî dibe heta 1950'î ev yek dewam dike. Piştî zextên Neteweyên Yekbûyî derfeta kar a ji bo Hutuyan li qadên cemaweriyê çêdibe. Li dijî bertekên Tutsiyan vê carê hewl didin Hutu bi hêz bibin. Hutu ji sedî 85 xwediyê serjimarê ye û di vê pêvajoyê de gotinên nîjadperest û cihêkariyê zêde dike.
Tundî zêde dibe
Li Ruandaya di 1952'ya de digihêje azadiya xwe pevçûnên Hutu û Tutsiyan heta 1962'yan dewam dike. Di vê serdemê de di nav bera Tutsi û Belçikayê de tundî û netewperwerî zêde dibe. Ev tundiya di navbera partiyên siyasî de bandorê li ser zarok jin û civakê dike. Ruanda di 1962'yan de bi awayekî fermî digihêje azadiya xwe. Di vê dîrokê de Hutu ji bo kontrolê bixe destê xwe Hutu û Tutsiyên muxalif qetil dike. Di vê dîrokê de dîktatortiya xwe dispêre partiyekê tê avakirin.
Piştî 5 salên bi komkujiyan derbas dibin
Ji aliyekî di salên 1968-73'yan de Tutsi ji ber tundiyê direvin Ugandayê û li vir tên meqemên mezin. Tutsiyên penaber ji bo vegerin welatê xwe Eniya Welatparêzên Ruandayê (RPF) ava dikin û dest bi şerê gerîlatiyê dikin. Juvenus Habyarimana, dibêje Tutsiyên li sirgunê dikarin vegerin û hevdîtinan dikin. Tutsi di bin navê partiya ava kirine de di 1'ê Cotmeha 1990'î de ji bo mafên xwe li berxwe didin. Hukumeta Ruanda alîkariyên leşkerî û RPF'ê disekinîne. Lê belê dema RPF serhildanê didomîne bi wan re hevdîtin tê kirin. Peymana Arusha tê îmzekirin. Di vê serdema partî zêde dibin jî tundî zêde dibe.
Banga êrişên li dijî Tutsiyan tê kirin
Êrişeke fuzeyî li balafira siyasetmedarên Ruandayî û serokê Burundiyê tê de ye tê kirin. Ev wekî hinceta qirkirinê tê nîşandan. Di qirkirinê de gelek Tutsi tên qetilkirin. Hukumet di wê demê de bi radyoyan jî polîtîkayên dijbertiya Tutsiyan dixe meriyetê. Dibêjin Tutsi hekarên RPF'yê ye û banga êrişa li dijî Tutsiyan tê kirin.
Îşkenceya zayendî li jin û zarokan tê kirin
Leşkerên Ruandayî muxalif û Tutsiyan di kampan de digirin û li vir îşkenceyê li wan dikin. Ji bo kolandina mezelan zorê didin Tutsiyan û wan bi awayekî zindî dixin van mezelan. Îşkence li jinên ducanî tê kirin û bedena wan tê perçekirin. Mala Tutsiyên li malên xwe, xwe vedişêrin tên şewitandin û tên qetilkirin. Îşkenceya zayendî li jin û zarokan tê kirin.
Li welat di 4'ê Tebaxa 1993'yan de ji bo şerê navxweyî yê di navbera Eniya Welatparêzên Ruandayê û hukumeta Ruandayê bi dawî bibe Peymana Arusha tê îmzekirin. Bi vê peymanê biryara zêdekirina partiyan tê dayin.
Îşkenceya zayendî dikeve sûcên di çarçoveya qirkirinê de
Bi pêşengiya Konseya Ewlehiya BM'ê bi biryara 18'ê Kanûna sala 1994-1955'an Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya Ruanda tê avakirin. Ev dadgeh dikare kesên sûc kirine darizîne. Îşkenceya zayendî dikeve sûcên di çarçoveya qirkirinê de. Her wiha Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî û African Watch bi daxwaza komeleyên parastina mafên mirovan li Ruandayê tê avakirin.
Raporên têkildarî sûcên li dijî jin û zarokan
Piştî qirkirinê Rêxistina Yekîtiya Afrîkayê bi rapora amade kiriye diyar kir ku zarok û jinên piştî qirkirinê sax mane bi tundiya zayendî rû bi rû mane. Di raporê de bal kişandin ser rewşa derûnî ya kesên ji qirkirinê xelas bûne. Di raporê de tê gotin gelek kesên bi tecawizê rû bi rû mane di warê ravekirina rastiyê de pir germ nêz nabin.
'Tiştên ez dizanim ez ê bêjim'
Rose Rwabuhihi di dema qirkirinê de bi awayekî sîstematîk tê tecawizkirin û ji aliyê siyasetmedarê Hutu tê desteserkirin. Ew komeleyekê ava diki û dibe nûnera kesên ji qirkirina eyaleta başûr sax dimînin. Rose tevî talûkeya jiyanê jî tevli radyo û televizyonan bû û qala qirkirinê kir. Rose ji bo tecawizkaran jî got;"Tiştên ez dizanim ez ê bêjim." Her wiha arşîva qirkirina Ruandayê jî tê avakirin.
Jin lêgerîna mafên xwe didomînin
Jinên Ruandayî bêdeng namînin û lêgerîna mafên xwe didomînin. Sara dibêje bêdengiya li hember tiştên qewimiye xetaya herî mezin e. Yek ji jinên dixwazin dengê wan bê bihîstin Rose ye û dibêje divê her kes bûyerên dîrokî rast vebêjin. Her wiha Rose dibêje ji bo welatê wan bigihêje edaletê gerek dengê xwe bilind bikin.
Nêzî 500 hezar jin bi îşkenceya zayendî rû bi rû man
Li welat hejmara tam a jin û zarokên bi tundiya zayendî rû bi rû mane ne diyar e. Komîteya Penaberan a ABD'ê da zanîn piştî qirkirinê bi hezaran jin û zarok bi tecawizê rû bi rû mane. Jin bi îşkence û zilmê rû bi rû mane. Nêzî 500 hezar jin bi îşkenceya zayendî rû bi rû man. Îşkenceya zayendî wekî alava qirkirinê hat bikaranîn. Gelek kesên ji aliyê Hutuyan ve hatin qetilkirin li gorên komî tên veşartin.
Gelek xebat bi pêşengiya jinan tê meşandin
Piştî qirkirinê li welatê tê texmînkirin serjimara wê 5,5-6 milyon e jinan pêşengiya xebatan kirin. Tê texmînkirin ev serjimara ji sedî 70 jin e. Niha gelek xebat li vî welatî ji aliyê jinan ve tê meşandin. Her wiha li meclîsê ji sedî 61,3 jin e. Jin li vir hem polîtîkayên aboriyê hem jî yên civakî didin meşandin. Ji sedî 80 butçeya Ruandayê ji alîkariyên ji derve pêk tê. Gelek xebat li vir ji aliyê kom û komeleyan jinan tên meşandin. Li van komeleyana ji bo jinan kar û xebat tên kirin.