Berxwedana parzemînan (5)

  • 09:10 1 Adar 2024
  • Dosya
 
Li Şîliyê her der berxwedan e
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên Şîliyî bi têkoşîna hevpar a jinan navê xwe di dîroka azadiya jinê de nivîsandin, dewletên mêr ku sûcdarên qirkirinê ne, eşkere kirin. Jinên Şîliyê bi berxwedana xwe xwedî li mîretaya jinên ku li dijî desthilatdariya cûntaya faşîst li ber xwe dane, derdikevin. 
 
Li Amerîkaya Latîn ku dîroka herî dijwar û bi xwîn a desthilatdariyên mêr ên li ser desteserkirina ked û bedenên jinan pêk hat, jin bi têkoşînê dîroka xwe dinivîsin. Femînîstên Şîlî dema ku di têkoşîna xwe ya azadiya jinê de lezê didin şoreşa jinê û di her qadê de dewleta ku komkujî û tecawizê dike jî eşkere dikin. Jin li Şîliyê kirdeya têkoşînê ye. 
 
Şîlî, welatekî ku li ser peravê li Amerîkaya Başûr dimîne, di sedsala 16'an de ji hêla Spanyolan ve hate kolonî kirin, Şaristaniya Înka hat hilweşand, piştî ku Parzemîna Amerîkî ji hêla Ewropiyan ve hat kifşkirin. Şaristaniya Înkayan a ku şopên wê yên beriya zayînê 13 hezar sal in, digihê PZ. Di salên 1000'î de, Înka li eşîrên ku li seranserê Çiyayê And belav bûne serdest bûn. Di dema dagirkeriya Spanyayê de piraniya wan rastî jenosîdê hatin û yên ku ji komkujiyê rizgar bûn jî hatin kole kirin. Gelê Mapuche ku pêşî li hember Înkayan û piştre jî li dijî dagirkeriya Spanyayê li heman xakan li ber xwe da, îro jî li dijî nîjadperestî û asîmîlasyonê berxwedan berdewam dike. Lêbelê, berxwedana herî dijwar a Mapuche di heya Şerê Pasîfîkê de, ku di navbera 1879 û 1883'yan de pêk hat ku tê de Şîlî li dijî Bolîvya û Perû serketî bû. 
 
Di sala 1884'an de wek dewlet hat naskirin 
 
Di vê serdemê de, bi ramanên serxwebûnê re ku di bin bandora Şerê Serxwebûnê yê Dewletên Yekbûyî de pêş ket û bandora Spanya di bin dagirkeriya Napoleon Bonaparte de bû, Şîlî di sala 1818'an de serxwebûna xwe ragihand. Bi vî rengî, Şîlî bû yekem welatê Amerîkaya Latîn ku serxwebûna xwe wekî Komarê ragihand. Lê belê, şerên sînor ên bi welatên cîran re û pirsgirêkên bi dewleta kolonyalîst Spanyayê re heya peymanên ku di 1883'yan de hatine îmzekirin berdewam kirin. Di sala 1884'an de Şîlî wek dewlet hat naskirin.
 
Polîtîkayên nîjadperest û zayendperestiyê
 
Şîlî her çiqas serxwebûna xwe ji Îspanyayê bi dest xistibe jî, kodên xwe yên serdestiya mêr û kolonyal weke pêwîstiyeke ku weke dewlet-neteweyekî teşe girtine parastiye, lê şeklên nû daye wan. Polîtîkayên nîjadperest û zayendperest ên vê dewleta netewe ya nû avabûyî bi hev re derbas bûn. Wek li welatên din ên Amerîkaya Latîn, ji salên 1870yî heta piştî Şerê Parçebûnê yê Yekemîn li Şîlîyê jî polîtîkaya kontrolkirin û tepisandina jinan dewam kir; heta salên 1920'î berdewam kir.
 
Qirkirina xwecihiyên Şîliyê 
 
Argumanên 'namûsê', bi taybetî yên li ser 'safîtiya zayendî' ya jinê, ji aliyekî ve wê jinan di bin zextê de bihêle û ji aliyê din ve jî gelên xwedî îmtiyaz ên neteweya nû, yên bi eslê xwe Ewropî, wê ji hev dûr bikevin, gelên xwecihî û reşikên ku ji parzemîna Afrîkayê wekî kole hatine anîn û nijada serdest dê were parastin. Vê yekê bingeha îdîaya ku ji sedî 95 ji Şîlî Spanî ye, ku îro jî tê parastin, danî. Nîşana vê polîtîkayê li ser jinên xwecihî yên Şîlî berdewamkirina qirkirin û qirkirina jinan bû. Pîvaneke din jî ew e ku keda jinê ya malê ya ku veguherî amûra jidayikbûnê, jixwe xwedî kedeke nedîtî bû.
 
Mezinbûna têkoşîna wekheviyê  
 
Berxwedana li hemberî pozîsyona koletiya giran a jinê ya di jiyana civakî de, bi salên ku Femînîzma Pêla Yekem belav bû, salên Şerê Cîhanê yê Yekem jî di nav de ye. Hiqûqnasên li Amerîkaya Latîn li ser têgînên keçbûn û rûmeta malbatê xebat dane meşandin, di normên kevneşopî de binpêkirinan çêkirine û hebûna jinê li derveyî malê ewle dikin. Sueann Caufield, akademîsyenek ku pisporê Amerîkaya Latîn e, di lêkolîna xwe de eşkere kir ku di vê heyamê de, jin bi zewacên nefermî, avakirina malbatên yek dêûbav û parastina rûmeta keçên di dozên 'kecikbûnê' de li dijî nirxên kevneşopî derketin. Her wiha êdî malbat xwedî li jinên ku dixebitin derketin û piştevaniya vê nêrinê kirin. Êdî têkoşîna wekheviyê li Şîliyê mezin dibû, jin di çalakiyên karkeran de li pêş bûn. 
 
Peşxistina netew-dewletê
 
Li Şîliyê piştî salên 1920'î avakirina dewleta netewe berdewam kir. Di van pêvajoyan de ji bo pêşxistina hîmên maddî yên rejîma netewe-dewletparêz a kapîtalîst xebat hatin kirin. Ev bingehên maddî yên ku em dikarin jê re bibêjin 'pêşketina neteweyî', bi îstismarkirina keda gelên koledar, bi taybetî jinan, pêk hatin. Lê belê jin li qadên giştî bi taybetî li bajaran zêdetir xuya bû. Yên li gundan dijîn, bi taybetî gelê Mapuche, ji ber maden, pêşketina pîşesazî û polîtîkayên dewletê yên jicîhûwarkirinê, neçar man cih û warên xwe biterikînin. Dema ku polîtîkayên zext û koçberiyê herî zêde bandor li jin û zarokan kir, kevneşopiyên gelan û çanda wan a ku taybetmendiyên xwe yên dayiktiyê diparêzin jî rastî tunekirin û asîmîlasyonê hatin.
 
Pêşketina têkoşîna femînîst
 
Dema ku geşedanên wek Şoreşa Pîşesazî, Şoreşa Fransa, ragihandina serxwebûna Amerîkayê, Şerê Cîhanê yê Yekem û Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê li cîhanê guherînên bilez anîn, pêşkeftina raman û têkoşînên wekhevîxwaz bi xwe re berhevkirina ezmûnên girîng in. Ji ber ku têgînên mafan safî kirin, jinan dest bi têkoşîna xwe kirin. Şoreşa sosyalîst di sala 1959'an de li Kubayê serkeftî bû. Şoreş bandor li hemû welatên Amerîkaya Latîn kir. Li aliyê din dewletên ku kodên serdestiya mêr ên kapîtalîst hejandin, dest bi polîtîkayên faşîst kirin. Dema ku Şîlî di salên 1960 û 1970’an de ji aliyê rejîmên leşkerî ve dihat birêvebirin, têkoşîna femînîst jî li gel têkoşîna li dijî cûntayên faşîst, weke li welatên din ên Amerîkaya Latîn pêş ket. Jin di nava tevgerên gerîla de bûne kirdeyên girîng.
 
Rêxistinbûna jinan
 
Bi taybetî li Arjantîn û Şîlî, tevgera jinan bû aktorek civakî û heta cudahiyên bîr û baweriyê jî derketin holê ku bû sedem ku femînîzm du rêyên cuda bişopîne. Hin tevgerên femînîst digotin ku divê tevgerên xweser pêş bixin, hinan jî digotin ku divê di nav tevgerên çep de bên xurtkirin. Piştî derbeyê ev her du tevger di nîveka salên 1980'yî de wek Femînîst/Otonomîst (Feministas-Autónomas) û Siyasetmedar/Karporat/Milîtan (Políticas-Militantes) hatin pênasekirin. Di salên 1990'î de her çiqas ev her du xet ji hev qut bibin jî, têkilî û danûstandina bi hev re her tim dewam kiriye. Îro jî bi vî awayî karibûne berxwedaneke ku armanca wan veguherandina civak û dewletê û komkirina hêzê li dijî desthilatdariyên otorîter ên ku rabûne, bi rêxistin bikin.
 
Di 16 salan de 3 hezar kes hatin qetilkirin
 
Di vê pêvajoyê de dewletparêz ê sosyalîst Salvador Allende di sala 1973’yan de wek serokkomar hat hilbijartin. Çalakiyên yekem ên Salvador Allende ew bûn ku berpirsiyariyên civakî yên dewletê zêde bike, dabeşkirina dahatê hevseng bike û gelek warên wekî çandinî, banking û karûbarên madenê neteweyî bike. Lêbelê vê yekê pîşesaziyên mezin û xwediyên zeviyan aciz kir. DYA ji nêzîkbûna dewleta duyemîn a piştî Kubayê ji bloka sosyalîst re nîgeran bû û xwest pêşî li vê bigire. Sê sal şûnda, hukûmeta Salvador Allende di 11ê Îlona 1973'yan da bi derbeyeke leşkerî hat hilweşandin û general Augusto José Ramón Pinochet Ugarte desthilatdarî bi dest xist. Rejîma cûntaya faşîst a bi piştgirîya DYE’yê di nava 16 salan de zêdetirî 3 hezar kes qetil kirin û ji ber tecawiz, îşkence û muameleya xerab a li ser gelek jinan berpirsyar bû. Bi taybetî destavêtin ji bo tepisandina jinan di siyasetê de bû.
 
Li dijî polîtîkayên zayendperestiyê têkoşîn 
 
Di van salên ku faşîzm di rengê xwe yê herî tarî de bû, polîtîkayên zayendperestiyê yên faşîzmê derketin holê û tevgera jinê hîn xurtir bû. Destûra bingehîn a rejîma darbeyê temenê teqawidbûna jinan zêde kir, lêçûnên di dema ducaniyê de hatin zêdekirin, nexweşiyên jinê di betlaneya kar de cih negirtin, bingehek hat afirandin ku jin di şert û mercên nebaş de wekî keda erzan were xebitandin. Daxwaza cîbicîkirina protokola dijî tundûtûjiya zayendî kir ku rê li ber xelatkirina tawankarên tundûtûjiya li dijî jinan bigire û bê cezakirin, piştrast kir ku tawankar ji qadên perwerdehiyê bên derxistin û destdirêjî û tundiya zayendî diyar bibe. Ev yek bi têkoşîna jinan pêk hat. 
 
Di serdema cûntayê de aqûbeta windayan
 
Hewldanên xizmên kesên di serdema cûntayê de hatin binçavkirin û windakirin, bi taybetî jinan a ji bo aqûbeta windayan hîn bibin bêbersiv ma. Dêra Katolîk kesên ku ji aliyê dewleta leşkerî ve hatin mexdûrkirin di bin parastina xwe de girt û piştgirî da aborî, hiqûqî û derûnî. Tevgera Arpîlera ku ji aliyê xizmên windayan, bi taybetî jinan ve hatiye avakirin, di nava Dêra Katolîk de hat avakirin. Jinên ku li mêr, zarok û bavên xwe geriyan, hunerên destan çêkirin û pêkanînên rêveberiya cûntayê rexne kirin. Jinên ku dîwarên bi navê Arpillera çêkirine, binpêkirinên mafên mirovan, pirsgirêkên aborî û siyasî nîşan didin. Dalmayên hatin hilberandin bi rêya Dêrê ji saziyên mafên mirovan ên welatên wekî Kanada, DYA, Swîsre û Fransayê re hatin şandin û dengê jinan hat bihîstin. Bi vî awayî karîbû raya giştî ya navneteweyî ji tiştên ku li welêt diqewimin agahdar bikin û ji bo vegerandina demokrasiyê desteka navneteweyî werbigirin. Vê tevgerê hişt ku jin di qada siyasî de jî bibin bindest.
 
'Ne ji bo 30 peso, ji bo 30 salan'
 
Di dema rejîma darbeyê de, di hilbijartinên piştî referandûma ku di sala 1988’an de hat kirin de, Demokratê Xiristiyan Patricio Aylwin ji bo Serokkomariyê hat hilbijartin. Piştî rejîma darbeyê ku hewl da civakeke dîsîplînê ava bike, hewl hat dayîn ku dewlet û gel li hev bikin. Di sala 1993’yan de cara yekem hinek efserên faşîst derketin pêşberî dadgehê. Di navbera 1994 û 2000 de, demokratê Xiristiyan Eduardo Frei Ruiz-Tagle welat îdare kir. Augusto Pinochet di sala 1998’an de li Îngilîstanê hat girtin û qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di sala 2000'î de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hat berdan. Di salên 2006 û 2011'an de tevgerên xwendekaran deng veda. Serhildanên ku di Cotmeha 2019’an de li ser dirûşma “Ne ji bo 30 peso, ji bo 30 salan” pêk hatin, derbasî pêvajoya nivîsandina makezagoneke nû ya li dijî makezagona darbeyê bû. Tevgera ku pêşdikeve xwedî cewherê xwe yê dij-kapîtalîst bû, pêşî li mafê xweza, jin û xwecihî girt. 
 
Camîla dengê jinan girt
 
Tevgera femînîst a ku di dema darbeyê de bi hêz bû û di hemû qadên jiyanê de bi bandor bû, di serî de di nava tevgerên xwendekaran de hat birêxistinkirin. Serhildana xwendekaran a bi navê "Zivistana Şîlî" ku di sala 2011'an de mohra xwe hişt, jinek pêşengiya wê kir. Camîla Antonia Amaranta Vallejo Dowling, endama Şaxa Ciwanan a Partiya Komunîst a Şîlî û duyemîn seroka jin a Yekîtiya Xwendekarên Zanîngeha Şîlî, di hilbijartinên sala 2022'yan de bû berdevka hikûmetê. Di dema serkirdayetiya xwe de, Camilla nîşan da ku ew dengê jinên Şîlî ye. Camîla û 13 parlamenterên din ên jin ên Partiya Komunîst ku di hikûmeta nû de cih digirin, tê payîn ku ji bo mafên jinan polîtîkayan çêbikin û ji bo jinan butçeyekê veqetînin.
 
Li dijî qetlîman kampanya
 
Di destpêka 2015'an de, hashtagên femînîst ên cihêreng ên ku balê dikişînin ser destdirêjî û şîdeta baviksalarî, bûne meyleke cîhanî. Di serê van hashtagan de dirûşma #NiUnaMenos: "Em ê jinek kêm nemînin" hebû ku balê dikişand ser qetlîamên jinan ên di tevgera Arjantînê de. Kampanyayên bi vî rengî li Şîlî, Perû, Bolîvya, Paraguay, Uruguay, El Salvador, Guatemala, Meksîka, Brezîlya û Spanyayê hatin pêşxistin. Di sala 2016’an de Greva Jinan a ku ji aliyê tevgera femînîst a li Polonyayê ve li dijî pêşniyara qedexekirina kurtajê ya tund hate pêşxistin, deng veda. Grev bi hashtag #Duşema Reş hat organîzekirin. Derbarê greva femînîst de, girîngî dan fikra organîzekirina wê wek grevê ne tenê rojek protestoyî. Du mijarên herî girîng ên ku di nava daxwazên jinan de derketin pêş, bidawîkirina tundiya mêr û berfirehkirina mafên kurtajê bû.
 
Çalakiya Las Tesis...
 
Jin di her aliyê jiyanê de xwedî gotin û bûyîna mijar bûye rewşek ku desthilatdariya serdest a mêr her tim hewl daye pêşiya wê bigire. Li Şîlî, polîsên dewleta mêr hunermenda kolanan Daniela Carrasco di sala 2019'an de di dema protestoyên ji bo bihayên veguhastinê de qetil kirin û destavêtin. Li ser kuştina Daniela ku laşê wê yê bê can li kolanê hat dîtin, gotinên strana ku ji xebata femînîsta Arjantînî Rita Segato îlham girtiye, bi pêşengiya Las Tesis, komek femînîst a kolektîf, bi performansa dansê hate xwendin. Un Violador en tu Camino" û "Tacawizkarek li ser rêya wê ye" bal kişand ser saziyên dewletê. Gotinên stranê bal kişand ser rola dewletê ya di şîdeta li ser bingeha zayendî de. Di çalakiyê de dirûşmên "Dewleta zalim tecawizkarê maço ye" hatin berzkirin.
 
Li zêdetirî 50 welatan li dijî saziyên dewleta mêr ên li welatên wan çalakiyên Las Tesis ji aliyê jinan ve hatin lidarxistin. Jinên cîhanê hêrsa xwe ya li hemberî qetlîamên jinan û hêrsa xwe ya hevpar a li hemberî polîtîkaya tacîz û tecawizê ya dewletê weke amûreke zextê ya li ser jinê nîşan dan. Tevî ku bi binçavkirin û darizandinên demdirêj ên ku bi beraetê bi dawî bûn jî li gelek bajarên Tirkiyeyê bi taybetî li Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî ev çalakî hate kirin.
 
Bi 137 pankartên sor meşiyan 
 
Di mehên piştî protestoyên Las Tesis de, femînîst bi destpêkirina pandemiya COVID-19 û mehên paşîn ên girtina sal û nîvek dirêj ve vegeriyan kolanan. Roja Şemiyê, 11'ê Îlonê, di salvegera derbeyê de, çalakgerên ku cil û bergên reş li xwe kiribûn, li dijî desthilatdariya demokratîk protesto kirin. Van hikûmetan tekez kirin ku heman rêbazên hovane yên di dema rejîma darbeyê de hatine bikaranîn. Li gel dirûşmeyên li dijî girtinê pankartên daxwaza azadiya girtiyan hatin hilgirtin û femînîstan 137 pankartên sor ên bi navên her jineke di dema berxwedana li dijî dîktatoriyê de hatiye qetilkirin an jî windakirin hilgirtin. Dewleta mêtinger bi tundî bersiva van çalakiyan da. 
 
Têkoşîn didome 
 
Serokê berê yê xwendekar Gabriel Borîç di hilbijartinên sala 2021’ê de li Şîlî wekî namzetê Tifaqa Çep hatibû hilbijartin. Îro ji 24 wezîrên hikûmeta Şîlî 14 jin in. Di nav van jinan de pêşenga xwepêşandanên xwendekaran ên sala 2011’an Camilla Vallejo jî heye. Tevî ku îro di encama têkoşîna femînîst de jin zêdetir xwedî gotin in, lê têkoşîna jinan a li dijî dewleta mêr li Şîlî didome. Di nav hikûmetê de jî Maya Fernandez, neviya Salvador Allende ya hilweşandî ye.
 
Serkeftina tevgera femînîst a li Şîlî di wê de ye ku her çiqas xwedî perspektîfên cuda be jî di têkoşîna azadiyê ya jinan de wê veguhere rêgezek guncav û bi hev re û bi lez tevbigere.