'Rêxistina xweseriya jinê li Rojava ket jiyanê'

  • 09:03 16 Tîrmeh 2024
  • Dosya
Melek Avcı
 
ENQERE - Lola Estaque ya ji Fransayê, rêxistina xweser a jinan a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku ev rêxistin di azadiya jinê de amûrek girîng e û diyar kir ku ev rêxistin li Rojava ketiye jiyanê.
 
Dema destpêkirina vê dosyayê; Dema hûn van çîrokan dixwînin, 
 
Çawa rêberek ji hêla hêzên komploger ên navneteweyî ve li ser vê cîhanê bihostek ax jî nehiştin ku piyê xwe dayne, ji Asyayê heta Ewropayê, ji Rojhilata Navîn heta Afrîkayê û ji Amerîka ber bi Antartîkayê ve çû... Ligel tecrîdê çawa fikr û raman belavî hemû zihniyetan bû... Me xwest em di dosyayek wisa taybet de guh bidin gotinên ku kesên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dişopînin. 
 
Me tenê pirsek ji wan pirsî. Wan ji me re tecrûbeyên ku hîn bûne ragihadin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di dema xwe de çi got, çi rave kir û niha çi bûye?
 
Xweserbûna jinan 
 
Lola Estaque, li Fransayê dema di xebatên jinelojiyê de cih digirit Abdullah Ocalan nas kiriye. 
 
Lola, wiha dibêje: "Ez dixwazim ji gotina Abdullah Ocalan a ku ji jinên YJA-Starê gotibû dest pê bikim 'Lêkolînên xwe û bi baweriya xwe, hûn dikarin tenê bi rêxistinbûn û xweparastinê cîhanê pêşvebibin'. Min xwest ez bêtir qala xweparastinê bikim. Xwerêxistinkirin, ango xweseriya jinan, bingeha bîrdoziya Tevgera Rizgariya Jinên Kurd e. Ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin, afirandin û piştgirî hatiye dayîn. 
 
Tespîtên Abdullah Ocalan 
 
Bi saya tecrîbe, têkoşîna jiyanê ya PKK'ê Abdullah Ocalan tespîta koma civakê ya ewilê ku bi kedxwariyê re rûbirû dimîne jin e, kir. Ji bo jinên kurd di salên 1990'î de ji bo rizgariya gelan stratejiya rêxistinbûna xweser a jinan pêşniyar kir. Êdî mijar ne sekinandina azadiya civakê û piştî rizgariyê jî ne tayînkirina qedera jinan bû. Tişta ku nû; Civak dê bi têkoşîn û xwerexistinbûna xweser a jinan azad bibe. 
 
Mînaka Rojava girîng e 
 
Ji ber vê yekê xweseriya jinan, li hîn herêmên Kurdistanê û diasporayên kurd hat pratîzekirin. Ev stratejî êdî bû stratejiyeke dem dirêj. Mînaka Rojava mînaka herî bi wate ye. Ji hêla cîhanê vê baş jî tê zanîn. Di qadên wekî tenduristî, perwerde, ekolojî, siyaset, edalet, aborî û û xweparsatinê de ya ku bingeha civakê ava dike jin wekî mêr di her qadan de xwedî bingehê bûn. Di wan qadan de jin beyî hebûna mêr pêvajoyeke nîqaş û nirxandinê dan destpêkirin. Ne roleke pasîf, bûn kirde. Di hemû biryaran de ne kesayetî, kollektîfbûn esas hat girtin. Beyî hîn hişmendiyan ev yek ne cudakariya pozîtîf e, aktîf tevlîbûn e. Ev yek hewldana yekitiya hêzên demokratîk e. Ev xweserî bi saya Abdullah Ocalan pêk hat. Ji bo parastina nasname, ji bo pêşxistina xwebawerî û rêxistinbûnê xwedî amûrê ne û dikarin zanebûnên xwe, çand û nirxên xwe biparêzin. 
 
Mayîndekirina şoreşê
 
Li dewleta Fransayê, di çarçoveya ku ez tê de mezin bûm û min dest bi çalakiya xwe kir, ji bo xweseriya jinê em behsa 'non-mixité' an jî 'mixité-chosenê' dikin. Demek dirêj, ez difikirîm ku ramana cihêkariya zayendî çareseriya herî bibandor e, heya ku min fêm kir ku ez û hevalên xwe yên jin, xwişk û hevalên xwe, beşek ji vê civakê ne. Bêyî têkiliya bi vê civakê re, me nedikarî hêviya alternatîfek an jî şoreşeke mayînde bikin. Ne di civakê de ne jî di nava xwe de. Tevahiya tevliheviyê ji bo min hewl dida ku fêm bikim ka mirov çawa girêdanên civakî, girêdanên têkoşînê û naskirin û pejirandinek rast a cûdahiyên me yên di navbera mekanên tevlihev û yên ku ji cihêkariya zayendî derdikevin, çêdike. Îro li Fransayê jî, pir kêm e ku mirov li hember pergalên alternatîf ên ku baskên xwe ava dikin û di xweseriya jinê de mîna hev in, bibînin.
 
Baskên xweser a jinan nîne 
 
Ez bi xemgînî dibînim ku di piraniya rêxistin, partî, sendîka, komele, kolektîf û meclîsan de tim baskek xweser nîne. Ev weke pêwîstî nayê dîtin. Li aliyê din ji bo kesên ku dixwazin li dijî baviksalarî û pîvanên zayenda civakî têbikoşin, afirandina qadên femînîst û cudaxwaz ên ji mêran bêpar tê dîtin. Helbet ez naxwazim giştî bikim û bibêjim ku avahiyên jinan ên xweser nînin an jî hewldaneke wiha nehatiye kirin. Divê şîroveyên min bi hûrgelên xwe bêne fêm kirin. Lê çavdêriyên me pir zelal in,  alternatîf ên pergalê ku baskên xwe yên xweser ên jinan diafirînin kêm in û ji ber vê yekê giraniya siyasî ya jinên ji jêr ve li Fransayê hîn pir qels e. Di vê wateyê de, ne ecêb e ku jinên di saziyên desthilatdariyê de rûniştine, bi ji nû ve desteserkirin, takekeskirin, lîberalîzekirin û aşitîkirina têgîna femînîzmê îradeya jinê berovajî kirine. Vê yekê bi îzolekirina femînîzmê ji tevahiya dîroka wê ya têkoşîn, serhildan û potansiyela şoreşgerî dikin.
 
Dîroka jinên Fransayê
 
Ev pêkanînên rêxistina xweser a jinan ne tiştekî nû ye. Berevajî vê, ev beşeke dîroka jinên li Fransayê, bi taybetî jinên karker; Ji grevên karkerên tekstîlê yên li başûrê Fransayê di sala 1906’an de heta greva jinan a Penn Sardin a li Bretonyayê di sala 1924’an de. Ji bo girêdana rabirdûyê bi îroyîn re, ez dixwazim qala têkoşîna kedkarên odê yên li Fransayê bikim, ji ber ku ew zordestiyên bi nijad, zayend û çîn re têkildar dike. Di van salên dawî de, gelek xizmetkarên otêlan yek li pey hev ketine grevê da ku îstîsmara ku ji destên kardêrên wan tê kirin şermezar bikin. Sektorên lênêrînê, tamîrkirinê û sîteya rast nayên dîtin, ji civakê re bingehîn in û bi piranî jin in. Ev jin in, tenê jin in, ku berê di tu rêxistin û komeleyan de nehatine birêxistinkirin, lê bûne darbekarên mezin. Têkiliyên xwe bi sendîkayan re çêdikin û destekê didin kesên ku dest bi greva nû dikin. Xetên Picket afirîner û şerker in. Û ew bi gelemperî qezenc dikin. 
 
Girîngiya rêxistinbûnê
 
Gelek awayên têgihiştina vê yekê hene, lê nerastî ye ku mirov rêxistina wan wekî jinên xweser pirs neke û vê yekê wekî yek ji kilîtên girîng nehesibîne. Lê pir zehmet e ku mirov tiştekî mîna tevgera jinên kurd bibîne. Rêxistineke rast û sîstematîk, rêxistineke otonom bi rastî li Fransayê kêm e, lê dema ku hinek têkoşînên ku tê de tên birêxistinkirin hebin, pir baş dixebitin. Li vir hûn girîngiya rêxistinê dibînin."