Ji qirkirinê ber bi azadiyê ve (6)

  • 09:05 3 Tebax 2024
  • Dosya
 
Aysel Avesta: Tovên azadiyê bi parastinê şîn dibe 
 
Dîlan Babat
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Aysel Avesta diyar kir ku tovê azadiyê yê ku li Şengalê ji aliyê şervanên azadiyê ve hatiye çandin îro bi parastina civaka Êzidî re şîn bûye û diyar kir ku civaka Êzidî li ser felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civaka Êzidî bi rêxistin kiriye.
 
Di ser êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de 10 sal derbas bûn. Bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ê re bi hezaran jin hatin qetilkirin, bi hezaran jin hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Tevî ku çarenûsa gelek jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin hîn ne diyar e, tevî ku bi dehan jinên Êzidî di bin navê "înterneta kûr" de ji bo fidyeyê têne firotin, ti tedbîr nayên girtin.
 
Rojnameger Aysel Avesta têkildarî salvegera fermanê nirxandin kirin.
 
'Êşa vê fermanê wekî roja ewil hê jî di hundirê me de ye'
 
Aysel, bi bîranîna kesên di fermana Êzidiyan de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku 10 sal berê li Şengalê komkujî pêk hat û xwestin civaka Êzidî di qirkirineke tam de bin. Aysel got, “Dema em li dîrokê dinêrin, gelek caran em rastî van rewşan tên. Em dibînin ku ev qirkirin bi xiyanetê, bi destê kesên dijminên gelê Kurd hatine kirin. Fermana 74’an li ber çavê her kesî hat kirin. Di ser vê fermanê re 10 sal derbas bûn. Lê êşa vê fermanê wekî roja ewil hê jî di hundirê me de ye. Di vê fermanê de ne gotin, ne pirtûk û ne jî hişê mirovan li hember tiştên ku li gel hatine kirin têrê nakin. Me berê fîlman temaşe dikir û çîrokên ku di vê fermanê de qewimîne dibihîstin. Lê me ev jiyan kir. Dema em vedigerin wê demê, ew birîn dîsa êşa xwe di dilê me de nîşan dide."
 
'Şervanên azadiyê civaka Êzidî rizgar kirin'
 
Aysel, anî ziman ku civaka Şengalê di 31'ê Tebaxê de li hêviya tiştekî wiha nebû û diyar kir ku li Şengalê zêdeyî 300 pêşmerge hene û Şengal di bin parastina hikûmeta Iraqê de ye. Aysel got, “Ji ber vê yekê civaka Şengalê nedifikirî ku ev bûyer werin serê wan. Dihat zanîn ku dê êrîşek çêbibe, lê ew li bendê nebûn. Armanca fermanê; Ji bo bawerî, ziman, çand û dîroka vî gelî bi dawî bibe. Gelê Şengalê ji bilî vê fermanê bi hezaran fermanên din jî dîtin. Fermanên ku hatine jiyîn hatine vegotin, nehatine qeydkirin. Lê ev ferman hat tomarkirin. Bi fermanê re civaka Êzidî hat naskirin. Çawa ku gel xwe nas kir, civaka Şengalê jî bi vê fermanê xwe nas kir. Ev ferman bi heman hişmendiyê hat dayîn ku di 73 fermanan de xwestin civaka Êzidî bi dawî bikin. Civaka Êzidî di warê siyasî, dîplomasî û leşkerî de di bin ti fermanan de nikarîbû xwe biparêze. Lê piştî fermana 74’an civaka Êzidî ji van êşan hêzeke nû ya rêxistinî ava kir. Êşa xwe kirin rêxistin. Şervanên azadiyê ku di jiyana xwe de paradîgmaya birêz Ocalan pêk anîn, berê xwe dan Şengalê û civaka Êzidî ji fermanê rizgar kirin."
 
Tiştê ku DAIŞ nekarî bike 
 
Aysel da zanîn tiştê ku DAIŞ'ê nekaribû bikira, Erdogan dixwaze bi alîkariya PDK'ê bike.
 
Aysel bi lêv kir ku piştî şervanên azadiyê civaka Êzidî parastin, civaka Êzidî pê hesiya ku hêzeke ku ew diparêze heye. Aysel da zanîn ku civaka Êzidî ji koka xwe derneket û li gorî koka xwe hêza parastinê ava kir. Aysel got, “Li wan xakan Derveşê Evdî jî ji bo ax, bawerî û jiyana azad li dijî Osmaniyan şer kiriye. Dema ku neviyên wan tovên destpêkê yên vê jiyanê li Şengalê diçandin, gelê Êzidî hêrsa xwe veguherand parastinê. Li ser felsefeya Birêz Ocalan rêxistina xwe ava kirin. Niha çiyayên Şengalê ne tenê ji aliyê civaka Êzidî ve ji aliyê hemû gelan ve tê parastin. Tiştê ku çeteyên DAIŞ'ê û xayinan nekarîn bikin, îro Erdogan û PDK dixwazin bikin. Dixwazin Şengalê vegerînin Şengala berê. Em dizanin ku civaka Êzidî ne weke berê ye, ji fermanê ders girtiye. Çiyayên Şengalê bi hezaran zarokên xwe winda kirin û bi bîranîn û berxwedana xwe hêzeke mezin afirand. Êdî ji ti êrîşan natirsin."
 
'Hewl didin civakeke bêexlaq ava bikin'
 
Aysel anî ziman ku di fermana 74'an de li dijî jinan şerekî qirêj tê meşandin û bi bîr xist ku jin di sedsala 21'ê de ji ber ku nikarin xwe nas bikin û xwedî hêzeke rêxistinkirî ne li bazarên koleyan li ber çavê her kesî dihatin firotin. Aysel got, “Îşkence û tecawiz li wan hatiye kirin. Ew li bazarên koleyan hatin firotin û ji bo ku wek hevjînan bixebitin. Dewleta Tirk bi vê zîhniyetê berê DAIŞ mezin kiribû. Dema em ji dîroka nêz lê dinêrin em vê hizrê nas dikin. Ger dixwazin civakekê bi dest bixin, pêşî ji jinan dest pê dikin. Tirkiye dest diavêje jinan, DAIŞ jî heman tişt kir. Mînakên vê di dîrokê de gelek in, lê têkoşîna azadiya jinê jî heye. Bêrîtan ji bo teslîmî PDK'ê nebe xwe ji zinaran avêt. Em berxwedana Besê, Zarîfe û Leyla Qasim a Kurdistanê dizanin. Bi hezaran jinên Êzidî ji bo nekevin destê DAIŞ’ê xwe ji çiya avêtin. Dayê Gûle keça xwe neda destê dijmin. Li hemberî van mînakan ti derman ji êşa jinên Êzidî re nehat dîtin. Civaka Êzidî jî dizane ku li hemberî wan siyasetek cuda tê meşandin. 10 sal derbas bûn, jinên Êzidî yên hatin revandin li ser 'înterneta kûr' hatin firotin. Dewleta Tirk bi vê yekê re hewl dide civakeke bêexlaq biafirîne û van mirovan bêrûmet bike. Hîn jî jinên ku haya wan ji hêza xwe nîne hene. Li Kampa Holê bi hezaran jin dimînin. Ger ev jin karibin rêyeke biçûk bibînin wê ji destê van çeteyan rizgar bibin. Bi van polîtîkayên qirêj wê nikaribin hêza rêxistinkirina jinê bişkînin. Ji bo jinên ku haya wan jê tune ye, li Şengalê têkoşîna YBŞ, YŞJ û TJAÊ tê meşandin. Ev êrîş wê bi vê hêza rêxistinkirî ji holê bên rakirin."
 
'Tirkiye bi qasî PDK'ê berpirsyar e'
 
Aysel bi lêv kir ku bi sedan kes ji aliyê DAIŞê ve hatin qetilkirin û di gorên komî de hatin definkirin û wiha got: “Ev komkujî tevî ku Şengal di bin parastina Iraq û PDK’ê de bû jî pêk hat. Dema ferman hat kirin, Elmanya, Hollanda û Belçîkayê ev ferman weke jenosîd nas kirin. Divê ev gelê ku xwedî dîrokeke sedsalî ye ji aliyê UNESCO'yê ve bê parastin, berpirsyar bên darizandin û berdêl ji van kesan re bê dayîn. Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê û Tirkiye ji qirkirinê berpirsyar in, PDK jî berpirsyar e. 13 dewletan jenosîd qebûl kirine, lê hikûmeta Iraqê hê jî qebûl nekiriye. Berpirsiyariya wî be jî, li şûna ku alîkariya Şengalê bike ji nû ve avakirina Şengalê, bi hemû hêza xwe ji bo careke din Şengalê hilweşîne. Eger Iraq û PDK dev ji planên xwe yên qirêj berdin, wê Şengal bi hêza xwe ya rêxistinbûyî xwe ji nû ve ava bike. Welatên ku komkujiya Şengalê weke jenosîd qebûl dikin, divê pêşî li êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bigirin. Bila Şengalê ewle bikin. Encama ku civaka Şengalê ji êşê distîne ji bo aramiya Şengalê bes e. Divê ezmûna Şengalê ji xwe re mînak bigirin. Li Şengalê jiyan li ser bingeha jiyana demokratîk e. Li wir gelek nasnameyên cuda dijîn û wekhev dijîn, bila vê yekê bibînin."
 
Polîtîkaya Almanyayê
 
Aysel, anî ziman ku çîrokên jinên ketine destê DAIŞ'ê bêhempa ne û wiha got: "Civaka Êzidî civakeke wisa bû ku mîna qapeke spî bû, qet lekeyan qebûl nedikir. Ji bo parastina çand û baweriya xwe gelek êş kişand. Cilên spî sembola vê baweriyê ne. Çeteyên DAIŞ’ê xwestin jiyana spî û wê zelaliyê tune bikin. Di jiyana mirovan de xerabî tune. Başî û xerabî ji bo mirovan bû, lê di baweriya civaka Êzidî de xirabî tune. Çeteyên DAIŞ’ê xwestin xerabiya xwe bigihînin civaka Êzidî û hemû gelên Rojhilata Navîn. Jinên Êzidî êşên xwe veguherandin hêrseke mezin û bi rêxistin kirin. Ev ne hêsan bû, ne dîrokek dirêj û ne jî dîrokek kurt heye, 10 sal derbas bûn. Di vê heyamê de gelek guhertin çêbûne. Elmanya weke ku Şengalê diparêze cih girt. Di bin navê desteka derûnî de jinên Êzidî tînin Ewropayê, lê em bi dehan jinan nizanin. Ew jin li wir bi biryara spî hatin qetilkirin. Keçeke 14 salî ku nû ji destê DAIŞê hat rizgarkirin, dema gihîşt Almanyayê, ji ber ku nikarîbû rewşa xwe rave bike, xwe kuşt. Em karesata ku jineke êzidî jiyaye ji wê nimûneyê dibînin."
 
Banga tevlîbûna têkoşînê dikin
 
Aysel diyar kir ku bi hezaran jinên Êzidî ji ber ditirsin ji aliyê civaka xwe ve neyê qebûlkirin jiyana koletiyê qebûl dikin û got, “Di civaka Êzidî de dualîzm nayê tercîhkirin, lê rêya jiyanê ev e. Li aliyekî berxwedan, li aliyê din îxanet, li aliyê din azadî û koletî tê ferzkirin. Ev jî hêzê dixwaze, eger hûn berdêl bidin hûn dikarin azad bibin. Eger êrîşên DAIŞ’ê hebin, hêza wê heye ku bersivê bide van êrîşan. Li çiya û kolanên Şengalê yên ku dê bersiva van êrîşan bidin hene. Di vê fermanê de ez bang li jinên ku êşên mezin dijîn dikim; Werin tevlî vê berxwedan û têkoşînê bibin."
 
Li dijî fermanan yekîtiya neteweyî esas girtin
 
Aysel bi bîr xist ku piştî fermanê civaka Êzidî YBŞ û YJŞ'ê ava kirin û rizgarbûyan meclîsê ava kirin û ev tişt anî ziman, "Di serî de bingehên jinan û çanda jinan gelek sazî hatin vekirin. Şengalî cara ewil bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin û zarokên xwe bi hişmendiya azadiyê mezin dikin. Peymana Şingalê di 9'ê Îlona 2020'î de hatibû îmzekirin. Hêzên ji xwe bawer ên li Şengalê ev 4 sal in vê peymanê li Şengalê pêk naynin. Ji ber ku têkoşîneke rêxistinkirî hatiye avakirin, Şengal êdî vîna xwe radestî wan nake. Şengal bi fermanê xwe azad kir, lê ev ne dawiya fermana Şengalê ye. Li ser kesên ku ji fermanê reviyan û li kampan bi cih bûne zext tê kirin. Hewl didin kesên li kampê bibin sîxur. Hemû rêbazên şerê taybet tên ceribandin. Ti kes, ti şer nikare Şengalê bisekinîne. Dijminên vê civakê wê her rêbazê biceribînin, lê ya ku wê van polîtîkayan pûç bike yekitiya neteweyî ye. Dema ku em tifaq û yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, em ê van zextên li ser me tên meşandin têk bibin."