Mirina bi guman a Rojîn Kabaîş (3)
- 09:05 23 Mijdar 2024
- Dosya
Dayika Rojîn Kabaîş: Heta em hebin em ê li pey doza xwe bin
Şehrîban Aslan
AMED - Dayika, Rojîn Kabaîş a xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê bû û bi guman jiyana xwe ji dest da, Aygul Kabaîş wiha got: “Heta em hebin wê nikaribin ser bûyerê bigirin. Em vê qebûl nakin. Berpirs kî bin wê derkevin holê. Xuyaye di bûyerê de berpirsyariya yurdê jî heye. Ji ber wê ser bûyerê digirin.”
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) ya pola yekemîn a beşa Pêşketina Zarokan Rojîn Kabaîş ya 21 salî 27’ê îlonê de saet di 18.30’an de ji yurda Keçikan a Seyyîd Fehîm Arvasî ya kampusê derket û carek din agahî jê nehat girtin. 15’ê cotmehê de cenazeya wê li perava Molla Kasim ya 20 km durî zanîngehê hat dîtin.
Otopsiya peşîn li Saziya Tipa Edlî ya Wanê hat kirin û ji laşê wê 100 mînak hat girtin û şandin saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Di otopsiya pêşî de sedema mirina wê nehat zelalkirin lê hatibû hînkirin ku bedena wê reş bûye û laşê wê xera bûye. Nêzî mehekê şûnde bi rapora ji ATK’a Stenbolê hat, hat diyarkirin ku Rojîn Kabaîş di avê de xenitiye û derbarê mirina wê de kêlî di raporê de cih negirtin.
Dayika Rojîn Kabaîş, Aygul Kabaîş derbarê mirina keça xwe de axivî û got serê bûyerê tê veşartin.
Bila berpirs bên dîtin
Aygul Kabaîş da zanîn ku keça wê gelek ji jiyanê hez dikir, ne keseke ku întîxar bike bû û got: “Rayedar bi israr dibêjin întîxar e. Keça min jîr bû, ne keseke ku vî tiştî bike bû. Dema zanîngeh qezenc kir qet cilên xwe yên berê negirt cem xwe. Got ez ji xwe yên nû digirim. Dema zanîngeh qezenc kir pir kêfxweş bû, dema çûyînê gelek kêfxweş bû. Valîza xwe hemû nû kir. Kesek wisa kêfxweş, çima întîxar bike. Ez yurdê û rayedarên wir gilî dikim. Berpirs kî bin bila bên darizandin. Ew nikarin wisa rehet bigerin. Ji roja ewil de kezeba min dişewite. Ez nikarim berxwe bidim. Berpirs kîne bila bên dîtin.”
‘Ji bo navê yurdê qirêj nebin serê bûyerê digirin’
Aygul Kabaîş got di rapora otopsiyê de hat gotin ku telefon nehatiye vekirin û got: “Ewil gotin di telefona keça min de lêgerînên wekê ‘otopsî çawa tê kirin?’, ‘pereyê hesabê kesên dimre çi dibe?’, ‘piştî mirinê çawa mirov diçin bihûştê’ hatine kirin. Lê di raporê de hatiye gotin ku ji ber telefon zehmet vedibe nehatiye lêkolînkirin. Madem telefon nehatiye vekirin ev lêgerîn çawa hatine dîtin. Keça min tiştek wisa nekiriye. Bi van daxuyaniyan dixwazin ser bûyerê bigirin. Ji bo navê yurdê qirêj nebe dibêjin întîxare û serê bûyerê digirin.”
‘Hesabê 90 hezar TL dikin’
Aygul Kabaîş, daxuyand ku di hesabê Rojînê de 90 hezar TL pereyê bavê wê hebû û wiha domand: “Bavê wê ji pere fêm nedikir, Rojînê hesabên bavê xwe bikar dianî. Hemû pere diket hesabê wê. Dema Rojîn çû dibistanê got ‘dayê pereyê hesabê min bikşînin bila pere nemîne’. Bavê wê pere ji hesabê wê kişand, 5 hezar TL tê de hişt û hezar TL jî nakît da wê. Rojîn ji her tiştê mala min berpirs bû. Keça min ya mezin zewicî, Rojînê li her tiştê mala min mêze dikir. Pereyê di hesabê de kirin pirsgirêk.”
‘Min soza daye keça xwe wê bi cih bînim’
Aygul Kabaîş, destnîşan kir ku ji bo yurt neyê girtin rastiyan dernaxin holê û wiha dawî lê anî: “Ji jiyana zarokên me bi nirxtir tu tiştek tuneye. Her kes bi yurdan bawer dike û zarokên xwe emanet dikin. Zarokên me jî jiyana xwe ji dest didin û cenazeyên wan didin me. Hewl didin malbatê sûcdar bikin. Keça min gelek ji malbata xwe hez dikir, ji dayika xwe hez dikir. Gotina keça min di carekê de dihat cih. Keça min li Wanê winda bû. Li wir jiyana xwe ji dest da. Xwedê ji wan re nehêle. Em ê li pey doza xwe bin.Min doza daye keça xwe wê bînim cih. Divê ez emeliyat bibûma. Lê ji ber tirsê nedibûm. Ji ber min soz dabû Rojîna xwe ez ê emeliyat bibim.”