
Bi hevjiyana azad ber bi neteweya demokratîk ve (2)
- 09:07 17 Hezîran 2025
- Dosya
‘Em çima dijîn?’
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, da zanîn ku jin û mêrên bi jiyana sosyalîst ve girêdayî, kengî jiyana azad bi awayekî gerdûnî û kolektîf pêk anîn, dikarin û şensê wan heye ku bi awayekî taybet jî rast û xweşik bijîn.
Ezmûna 52 salan a Tevgera Azadiya Kurd qadeke azadiyên civakî vekiriye. Têkoşîna ku hevjiyana azad a bi wekheviya jinên azad û mêrên azad gengaz e, projeyek civakî ya nû pêşxistiye. Jinên Kurd ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de pêşeng in, bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aliyekî nû li bingeha afirandina civakek azad zêde kirine.
Jinan hem pêkanîna hevjiyana azad nîqaş dikin û hem jî li ser têkiliya wê ya civakê, avabûna bîrdoziyê, têkoşîna azadiya zayendî, dinirxîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, pirtûka 5’an de “Hevjiyana Azad” dinirxîne. Me jî di vê dosyaya xwe de cih da van nirxandinan.
Lêkolîna rastiya jinê
Abdullah Ocalan, wiha bal dikişine ser diyardeya jinê: “Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire, ji bo hewldanên wekhevî û azadiyê jiyana jinê bike çavkanî û ev yek divê hem bingehê rêbaza lêkolînê û hem jî bingehê hewldanên zanistî, exlaqî û estetîk ên hevgirtî be. Rêbazeke lêkolînê ya ji rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihîje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne.
Têgîna jinê weke hebûn girîng e
Ji bo jiyaneke rast, ya bingeh ew e, divê mirov beriya her tiştî jinê pênase bike û rola wê ya di nava jiyana civakî de diyar bike. Em vî hukmê xwe ji bo xisletên biyolojîk û statuya civakî ya jinê nadin. Têgîna jinê weke hebûn girîng e. Mirov çiqasî jinê pênase bike, pênasekirina mêr jî ewqasî pêkan dibe. Em bi mêr nikarin dest pê bikin, jiyan û jinê rast pênase bikin. Hebûna xwezayî ya jinê di statuyeke navendîtir de ye. Ji aliyê biyolojîk ve jî ev wisa ye. Civaka serwer a mêr, statuya jinê têra xwe piçûk xistiye û tine hesibandiye, lê ev, ji bo serwextbûna me ya li rastiya jinê divê nebe asteng. Xwezaya jiyanê zêdetir bi jinê re têkildar e. Herçiqasî jin gelekî ji jiyana civakî hatibe dûrkirin jî dîsa ev rastî bi vî rengî ye û nabe şaşî, berevajî piştrast dike. Ya rastî, zilam bi hêza xwe ya zordar û tineker di şexsê jinê de êrişî jiyanê dike. Tinekerî û dijminatiya jiyanê ya mêr weke serwerê civakî têkiliya xwe ji nêz ve bi rastiya wî ya civakî re heye.”
‘Em çima dijîn’
Abdullah Ocalan pênasekirina jiyanê wiha tîne ziman: “Jiyaneke diberide heye û ev digihêje heta bi jiyana mirovî, ev jiyan dikare qismî were pênasekirin yan jî dive were pênasekirin. Beriya her tiştî divê mirov armanca jiyanê bixe ber lêpirsînê. Em çima hene, em çima dijîn? Jiyan çima xwe dewam dike, xwe xwedî dike û bergiriya xwe dike? Eger mirov bibêje, ji bo jiyanê xwe xwedî dike, bergiriya xwe dike û xwe zêde dike, ev ji bo bersivê têrê nake. Ji van pirsan wêdetir pirs hene, ew jî ev in, em çima zêde dibin, em çima bergiriya xwe dikin. Eger em bersiva ‘ji bo jiyanê’ bidin, em ê pê li dora singê xwe bizîvirin. Eger mirov li dora singê xwe jî bizîvire ev nabe çare û bersiv. Astên zêhniyetê yên heta destpêka mirov weke şêweyekî enerjiyê bi beridîn û pêşketinê hatine, ji bo diyardeya têgihiştinê hinek nîşaneyên bersivê didin. Beridîna gerdûnê heta bi destpêka mirov hêzeke maneyê ya timî hewl dide bi pêş bikeve nîşan dide. Potansiyela rastî yan jî veşartî ya di gerdûnê de mîna ku timî dixwaze derkeve holê, fêhm bike û bê fêhmkirin fena li encamekê bigere. Pêdiviya fêhmkirin û hatin fêhmkirinê, ajoya bingehîn a gerdûnê ye. Ji vir û pêve pirsa divê mirov bike, wê der barê fêhmkirin û hatin fêhmkirinê de be. Tişta dixwaze fêhm bike û bê fêhmkirin çi ye? Di Pirtûka Pîroz de ‘Xwedê dibêje, ez sirrek bûm, ji bo bêm naskirin û zanîn, min gerdûn afirand.’ Ev hukmê Xwedê der barê xwe de dayî belkî ji bo me bibe bersiv, lê têrê nake. Pêdiviya bi zanîn û naskirinê bi temamî têra danasînê nake. Lê mîna ku hinekî sirra jiyanê eşkere dike.”
Dewamkirina zurriyetê…
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha bal kişand ser mane barkirina zer welîdina jinê: “Bi kurtasî, felsefeya jiyanê ya xwe disipêre zêdebûna bi jinê re maneyek xwe ya ciddî nîne. Di civaka çînî de diyardeyên weke mîrate û bihêzbûnê mane li jina dizê bar kirine û ev jî maneyeke têkiliya xwe bi mêtinkarî û zordestiyê re heye û ji bo jinê negatîf e. Ango jina gelekî dizê ew jin e ku zû dimire. Eger kêm zayîn yan jî bi giştî pirsgirêka pirrbûna şêniyan li cem cinsê mirov hebe, hingê jiyaneke bi jinê re ya maneya wê gelekî payeberz bi jina hîç nazê re pêkan e. Gelên mêtingeh ên paşvemayî yên nikarîbûne weke civak û ferd xwe bi hêza polîtîk û entelektuel pêşde bibin, pirrzarokanîn dikare ji bo wan weke xweparastinekê qîmeta xwe hebe. Ji bo pêşî li qirkirina xwe bigire, bi anîna gelek zarokan dewamkirina zurriyetê jî rêbazeke bersivdanê ya berxwedanê û dewamkirina hebûnê ye. Lê ev xweparastina wan civakan e ku şensê wan ê jiyaneke azad zêde nîne. Lewma di civakên wisa de ku asta maneyê gelekî ketiye, bi jinê re jiyaneke li ser bingehê rast û estetîk mumkîn nîne. Rastiya civakên heyî yên dinyayê vê yekê piştrast dike. Jiyana bi jinê re di warê bergirî û xwe xwedîkirinê de aliyekî xwe yê xweser nîne. Bergirî û xwe xwedîkirin ji bo her zindî û ruhberî heye. Zêde manedar nîne ku mirov jiyana bê jin an jî bê mêr guftûgo bike. Di tevahiya jiyanên cot û fer de diyardeya nêrtî û mêtiyê heye. Ango pirsgirêk ne bi xwe bi hevjiyanê re, bi maneya wê re ya di civaka mirov de ye."
Civaka mêrê serwer
Abdullah Ocalan diyar kir ku civaka mirov şêwazekî jiyanê yê zindî yan jî ruhberekî nîne û wiha bi lêv kir: “Xwedî xisletên wisa ye ku dikare di nava xwe de û li ser xwezayê diyardeya hukimranî û desthilatdariyê pêş bixe. Çawa ku em di desthilatdariya dewleta netewe de dibînin, ji aliyê hejmar û naverokê ve pêkanîna wê ya herî zêde dikare dinya me ya jiyanê veguherîne qebra jiyanê. Li vir rewşa çeloxwarî ji ber civakê ango civaka mêrê serwer pêk tê. Hegemonya mêrê serwer li ser jinê pêk tîne dinya me dixe rewşekê ku dike jiyan lê nebe. Ev encam jî ne bi beridîneke biyolojîk, lê bi desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêr tê. Ango divê jiyana bi jinê re ji diyardeya desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêr rizgar bibe. Jina ku jiyana wê di bin hukimraniyê de derbas dibe, bi zarokanînê mirovatî mîlyonan sal dewam kir, lê bi modernîteya kapîtalîst re ev xisleta wê ya zarokanînê bi awayekî îronîk dawiyê li jiyanê tîne. Jiyan bi jina di bin vê statuya heyî de nîşaneyên dawîhatina li jiyanê nîşan dide. Bêhejmar nîşaneyên vê rastiyê hene.
Eger em wan rêz bikin:
* Şênî di vê dinya me de hilnayên û gihiştiye qonaxekê ku hebûna ruhber û zindiyên din jî dixe tehlûkeyê. Jiyaneke bi vî awayî bi wê jinê re ya di vê statuya heyî de, xwezayîbûn û ekolojiya jiyanê her roja derbas dibe bileztir dixe tehlûkeyê.
* Dîsa ev jiyan di nava civakan de û li derveyî wan rê li ber şîddeta desthilatdariyê ya bêsînor vedike. Asta milîtarîzm gihiştiyê vê rastiyê têra xwe piştrast dike.
* Seksualîteya jinê bi awayekî xeternak tê bikaranîn û li ser vê zordestî û mêtinkariyeke xeternak hatiye pêşdebirin. Jiyan bi tevahî ji rê hatiye derxistin, hema bêje bi jirêderketineke cinsî re ya ku xwe bêmane dubare dike, kirine yek.
* Jina di civakê de kirine ne tiştek û pêjna wê nayê, kirine makîneyeke zurriyetê dewam bike, metayeke cinsî û hêza herî erzan a karkirinê. Mîna ku maneyeke wê ya din tine be.
* Mîna ku li ser jinê qirkirineke çandî tê meşandin. Lê bi rola xwe ya seksualîte û dewamkirina zurriyetê weke artêşeke karkerên bêheqdest an jî bi heqdesteke erzan dixebite nirxekê îfade dike. Ji bo karibe xwe ji aliyê fizîkî, exlaqî û manewî ve biparêze ew ji hêza wê mehrûm kirine.
* Di nava van faktoran de civakeke jinê di nav lepê jiyaneke bêmane de biperpitîne û binalîne, ew civak bi tenê dikare nexweş be. Jina bêmane wê civaka wê jî bêmane be.”
‘Gava em pêşin biavêjin’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di manifestoya xwe de wiha dibêje: “Sosyalîstbûn, beriya her tiştî di hevjiyanê de divê bi asta azadiyê re têkildar be. Divê mirov şêwazekî jiyanê bike bingeh, çawa ku pratîkên wê yên dijwar û bi pîvan di destpêka jiyana mîtolojiya kevin û dînî de dihatin dîtin. Kengî mirov karibe ji şêwazên jiyanê yên sîstemên şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst ên mirovan kedî dikin bibihure, hingê dikare hevjiyana sosyalîstwarî ava bike. Ti têkiliya hevjiyanê bi seksualîteya banalîst a sîstemê re, bi lîstika malbatokê re, bi dewamkirina zurriyetê re û tevahiya temenekî bi ‘serdanîna ser balgiyekê’ re nîne. Nexasim ti eleqeya xwe bi têkiliyên cinsî re tineye ku bi temamî bûne nexweşiyeke rojane. Jixwe li cem ti ruhber û zindiyekî din rojane têkiliya cinsî nîne. Berevajî li cem zindiyên din ev li ser bingehekî demî pêk tê û ev jî piştrast dike ku têkiliya cinsî ya li cem mirovan bi şêwazekî civakî hatiye çêkirin. Di warê têkiliya cinsî de birçîbûn û dîsa di vî warî de sînor derbaskirin, têkiliya xwe bi desthilatdariya hegemonîk û avakirina şêweyê civakî re heye.
Redkirina cinsperestiyê
Cinsperestiya mêr a li ser jinê tê ferzkirin bi tevahiya şêweyên xwe weke desthilatdariyekê xwe diyar dike. Cinsperestiyên bi vî rengî mirovan bextewar nakin, bihêlin bextewarkirin û şadkirinê, berevajî bi temamî çavkaniyeke nexweşî û xemgîniyê, qedandin û mirina zû ne. Binyeya ti jin û mêrî bi têkiliya cinsî ya bi vî rengî re li hev nake. Nexasim cinsperestiya ku kapîtalîzm bi reklamkariya jinê gij dike, bi temamî têkiliya xwe bi hegemonya îdeolojîk re heye û bi vê jî qanûna kara herî zêde misoger dike. Mirov dikare bibêje, ti têkiliya civakî bi qasî cinsperestiyê nikare sîstemê hilgire. Lewma ji bo mirov karibe bibe antî-kapîtalîst divê karibe vî şêwazê jiyanê yê cinsperest red bike û jê bibihure.
Têkiliyên zanistî, hunerî û felsefî
Di têkiliyên hevjiyanê de asta bê pêkanîn çiqasî zanistî, hunerî û felsefî be, ewqasî jî wê gavavêtina jiyana sosyalîst pêkan be. Ji bo sosyalîzmê, beriya her tiştî pêkanîna têkiliyên hevjiyanê, ji aliyê pratîk û prensîb ve nirxek xwe heye, mirov nikare jê bimîne. Ji bilî vî şêwazê têkiliyê, rêyeke din nîne ku mirovî bibe sosyalîzmê. Eger têkiliyên bi vî rengî hebin jî wê neyekser bin û li şaşiyan vekirî bin. Divê mirov têkiliyên hevjiyanê weke têkiliyên di navbera du kesan de fêhm neke. Fêhmkirineke bi vî rengî kêm e. Bêguman têkiliyên dualî yên hevjiyanê dikarin pêk bên, lê bi tenê bi vê yekê bê fêhmkirin rast nîne. Hevjiyan bi hêzeke mezin a manedan, estetîk û exlaqê pêk tê, ji dualîbûnê şuştî ye û bêhtir jiyaneke bi xwe û cewherî ye.”
Jiyana gerdûnî û kollektîf
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, da zanîn ku jin û mêrên bi jiyana sosyalîst ve girêdayî, kengî jiyana azad bi awayekî gerdûnî û kolektîf pêk anîn, dikarin û şensê wan heye bi awayekî taybet jî rast û xweşik bijîn û wiha bi lêv kir: “Mirov dikare di tevahiya tevgerên mezin ên civakî yên dîrokê de vê rastiyê bibîne. Gelekî girîng e ku mirov jiyana taybet bi lîstikên zewacê û ji wê zêdetir neyênî bi şêweyên li derveyî zewacê re tevlîhev neke. Di jiyana fer û taybet de tevahiya potansiyela kolektîf û gerdûnî ya civakî veşartiye.
Lê di şêweyên taybet ên kedîkirin û malbatê yên şaristanî û modernîteyê de gerdûnîtî û kolektîfîte têne înkarkirin. Mirov heta nikaribe vê yekê ji hev cuda bike, nikare jiyana azad a taybet a sosyalîstwarî pêk bîne. Di çarçoveya têkiliya sosyalîst de mêr û nexasim jî jin a bi zanistî, estetîk, exlaqî û felsefî rabe dibe xwedî hêzeke mezin a balkêşiyê. Kesayetên jin û mêrên bi vî rengî, li hemberî jiyana civakî têk naçin, berevajî bi hebûna xwe jiyana civakî ya azad ava dikin. Ji ber ku di vê cotbûna feran de bi hev ewlebûn û hurmet serdest e, cih ji nexweşiyên sîstemê yên mîna hesûdî, kaprîs, çilekî, têrnebûn û bêzarkirinê re nîne. Ji ber ku hevdu nakin milk, yek li hemberî yê din bi îdeaya heq (di huqûqa bûrjûwa de ev heye) ranabe. Hêza wan a manedanê ya di weznekê de dikare li cem kesekî/ê yekparebûnê, di yekparebûnê de jî kesekî/ê pêk bîne.”