Agirê li Şemzînanê di roja sisiyan de didome 2025-09-09 13:38:44   COLEMÊRG - Şewata li daristana gundê Derya yê Şemzînanê sê roj in berdewam dike.   Şewata daristanê ya li gundê Derya yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê di roja xwe ya sêyem de berdewam dike.   Her çiqas mudaxeleya dijwar berdewam bike jî, hat ragihandin ku agir gefê li deverên niştecihbûnê dixwe. Ji bilî mudaxaleya bejahî, helîkopter jî ji bo vemirandina agirê ku sê roj in berdewam dike dixebitin.