Li Peyasê 120 dar hatine birîn 2025-10-15 14:25:42     AMED - Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê ragihand ku ji bo qadek şîn li bajêr peyda bibe, 120 darên ku di demên cûda de hatibûn çandin, ji aliyê kesên nenas ve ji kokê hatine rakirin û birîn. Bi vî awayî li Peyasê qirkirineke daristanê ya li qada şîn pêk hat.   Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê sala borî li taxa Talaytepe, li qismê jor ê Riya 50 Metreyî, li ser erdeke vala ya 51,000 metroyî dar çandibûn. 120 darên ku di navbera 7-10 salî de bûn û li wê derê hatibûn çandin, ji aliyê kesên nenas ve ji kokê hatin rakirin û birîn, bi vî awayî ziyaneke mezin gihîşt daran.   Cîgira Hevşaredaran Gulîstan Nazlier derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got: “Ji bo bajar bi qadên nû yên şîn dewlemend bibe, me sala borî li vê derê gelek dar çandin. Di nava salê de ji bo ku ev dar şîn bibin, me ji bo avdan û lênêrîna wan kedeke mezin da. Em ji bo bajarekî şîntir hewl didin, lê mixabin hin kes hatine û 120 darên li vir ji kokê de rakirine û birîne. Bi vî awayî li ser darên li vê qada şîn qirkirinek kirine. Em ê dest bi hemû pêvajoyên pêwîst bikin da ku ev kesên ku vê qirkirinê kirine bêne eşkerekirin û darizandin.”    Her wiha di daxuyaniya xwe de bal kişand ser vê xalê û got ku wê darên nû li cihên ev bûyer lê qewimî ye bên çandin û destûr nayê dayîn ku qadên şîn ên bajêr ji bo armancên cûda bên bikaranîn.   Gerînendetiya Park û Baxçeyan jî ragihand ku wê di demeke kurt de li vê qadê dîsa darên nû bên çandin.