Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Parastina Hewsel û Dîcleyê berpirsyartiya me ye 2025-12-02 13:08:04   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî dagirkirina Baxçeyên Hewselê û Geliyê Dîcleyê daxuyanî da û got: “Em ê berpirsyartiyên xwe yên dîrokî bicih bînin. Ev peywira parastinê ne tenê peywira rêveberiyên herêmî ye, her wiha ya hemû pêkhateyên bajar e.”    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî dagirkirina Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku herêm bi texrîbata ekolojîk rû bi rû ye û ji ber molozên tên avêtin herêm gav bi gav tê tunekirin.    Daxuyanî wiha ye:    Têkildarî propagandaya reş a ev demeke li ser Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê tê kirin, pêwîstî bi daxuyaniyekê çêbû. Li Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê zêdetirî 8 hezar sal in bê navber çandinî lê tê kirin. Di dîroka 12 hezar salî ya bajarê me de cih digirin û di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCO’yê de ne. Ev der, ji aliyê hin komên berjewendîperest ve bi rêyên ji dûrî nirxan tê texrîbkirin.    Mixabin, Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê ku li navçeya me ya Sûrê ne, ji ber hilberîna xwe ya çandiniyê, cihêrengiya xwe ya biyolojîk, bîra xwe ya çandî û cihê jiyana hevpar a gel xwedî nirxek bêhempa ne û niha di bin xetereyeke cidî de ne. Ev mîrateye ku ji bilî çalakiyên çandiniyê yên li ser qada 2 hezar û 800 donimî, ‘depoya oksîjenê’ ya bajêr e û niha gav bi gav tê tunekirin. Her wiha ev bihûşta xwezayê ya ku penageha gelek mamikên wekî ji zêdeyî 180 cureyên çûkan, kêzik, ajalên bejî, seyên avê, kûsî Firatê, rovî, sansûr, simore û jûjîyan e, hema hema rû bi rûyê hilweşîneke mezin a mirovî ye. Ji bilî avahiyên neqanûnî yên li dora faunaya xwe ya dewlemend, bihûşta me ya xwezayê ji ber zibil û dermanên ku di warên çandiniyê de tên bikaranîn, di xetereya windabûnê de ye.   Tevî hemû tevdîrên ku me girtine, hema hema her roj bi rêyên qaçax û veşartî moloz li Baxçeyên Hewselê û perava Çemê Dîcleyê têne darêtin û gav bi gav dîwarên beton bilind dibin. Ev hilweşandina ku ji aliyê destê mirovan ve tê meşandin, ekosîstema herêmê xirab dike; cureyên zindî yên wekî masî û çûkan kêm dike. ‘Kargehên’ biçûk ên ku bi efûyên îmarê yên ku berê hatibûn derxistin û wekî encama belgeya ‘tomarkirina avahiyê’ ya ku ji aliyê Midûriyeta Parêzgehê ya Jîngeh û Bajarvaniyê ve hatibû dayîn hatibûn vekirin, di demê de veguherîne qadên bazirganiyê yên mezin. Mixabin di dema 8 salên qeyûman de ji bo bi dehan kargehên wekî qehwexane, eywanên dawetan, platformên kişandinê, kafe, xwaringeh, çayxane, xwarin û taştêyê yên ku niha dibin sedema qirêjiyê, lîsansên kargehê hatine dayîn. Perava çem bi temamî bi moloz û betonê hatiye dagirtin. Kirêtiya dengî ya ku çêbûye û zêdebûna hatin û çûyînên ziyaretvanên herêmî û biyanî yên herêmê, di warê madî û manewî de gihiştiye asteke xeternak.    Li hemberî van hemû pirsgirêkên berhevkirî, wekî îradeya hilbijartî ya bajêr, em mecbûr in ku li gel ax, av û hewaya xwe, hemû bermahiyên çandî û nirxên bajarê xwe biparêzin. Bertekên civakî yên zêde nîşan didin ku gel daxwaz dike ku talana ekolojîk were rawestandin. Em dizanin ku divê li hemberî sûcên bajêr tevbigerin û em ji bo bicihanîna berpirsiyariya xwe ya li hemberî van sûcan bi biryar in.   Di vê çarçoveyê de; ji bo ku li hemberî rewşa Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê bê rawestandin, di Lijneya Koordînasyona Parêzgehê ya bi serokatiya Walî Mûrat Zorluoglû re mijar bi berfirehî gotûbêj kir û biryar hate dayin ku ji bo destpêkirina çalakiyê, planeke çalakiyê were amadekirin. Niha di nava walîtiyê de li ser mijarê lijneyeke koordînasyonê hatiye avakirin û xebatên xwe didomîne.   Wekî Şaredariya Bajarê Mezin, em careke din diyar dikin ku em ê helwesta xwe û biryardariya xwe ya li dijî kambaxkirina bihûşta xwezayê bidomînin, em ê serî li ber propagandaya reş netewînin û em ê nehêlin ku gel bi agahiyên çewt were manîpulekirin. Helwesta me li dijî ti ‘malbat’, ‘şîrket’ û hwd. kargehan nîne. Helwesta me li dijî wan kesan e ku bi kargehên biçûk dest pê dikin û sînorên xwe gelek caran derbas dikin û hewa, av û axa me qirêj dikin.    Berpirsiyariya me ya dîrokî ya li hemberî vî bajarî deynê stûyê me ye. Sedema sereke ya propagandaya reş a li dijî nasnameya sazî ya Şaredariya Bajarê Mezin û hevşaredaran, xwesteka domandina rant û çerxa gendeliyê ye. Ev rantxwer, bi gotinên wekî "Ew camî û mizgeftan dirûxînin" rasterast derewan dikin û hest û hesasiyetên dînî yên gel îstismar dikin.   Em diyar dikin ku gelê me li ser hemû pêvajoyê agahdar e û em ê xebatên siberojê jî bi awayekî zelal û aşkere bi raya giştî re parve bikin. Parastina Hewselê û Dîcleyê, ne tenê parastina qadekê ye; parastina nefes, jiyan û paşeroja vî bajarî ye. Ev erka parastinê ne tenê berpirsiyariya rêveberiyên herêmî ye, lê belê berpirsiyariya hemû pêkhateyên bajêr e.”