Li Dêrsimê nêçîra pezkoviyan bêdem hat qedexekirin 2026-09-13 14:31:02   DÊRSIM - Li Dêrsimê, nêçîra pezkoviyan bo demeke nesînorkirî û bêdem hat qedexekirin.   Pezkoviyên ku li çiyayên bilind ên Dêrsimê, bi taybetî li Newala Munzurê û derdora wê li cihên asê dijîn, hatin parastin. Walîtiya Dêrsimê bi biryara xwe ya nû, nêçîra pezkoviyan bo demeke nesînorkirî û bêdem qedexe kir.   Pezkovî yên ku ji bilî dewlemendiya biyolojîk a Dêrsimê di cîhana bawerî û çanda gelê herêmê de jî pîroz tên qebûlkirin, bi salan e di navenda têkoşîna mafê jiyanê ya parêzvanên xwezayê û gel de bûn.