Li Giyadînê li dijî madena bi siyanur banga mîtîngê 2026-09-22 16:01:52   AGIRÎ - Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê, ji aliyê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ve bi dirûşma "Em xwedî li axa xwe derdikevin, em madenan naxwazin" mitîngek dê bê lidarxistin.   Li navçeya Giyadîn a Agiriyê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê bi dirûşma “Em xwedî li axa xwe derdikevin, em madenan naxwazin” mitîngek bê lidarxistin. Mitînga ku dê li dijî lêgerîna zêr a bi siyanurê di 26’ê Îlonê de li garaja Giyanê bê lidarxistin Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û gelek ekolojîstên herêmê tevli mitîngê bibin.   Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê ji bo tevlibûna mitîngê li gundan dest bi xebatan kir. Ekolojîst li gundên Tezekent, Ulukent û Bîlîgan a Jorê mal bi mal geriyan û welatî vexwandin mitîngê.   Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr diyar kir ku li gundê Meleqerê ku xebatên madenê lê tên kirin, demeke dirêj e ku xwezayê tê texrîbkirin û bang li hemû gelê herêmê kir ku tevli mitîngê bibin.